BERF

mejid mejid KopieDibare weke pepûlka spî, li ser bîhna axê

Li asîman li ba dibe, wekî ku mest bûbe ji rûbarê

Meya bihuşta xwedê, sivik weke sîbera yarê

Rizgar bûye ji ewrên xwe, natirse ji qadrakêşê

Li ber jenîna semayê dike, muzîka hezkima xweda

berf

Xakê digire ku kîna veşartî vemrîne

Û li ser rûyê zarokan ken nîgar dike

Pirr dibe li ser qurmên darê

Ku sînga xwe bi dijwarî vedike

Û stûr dibe li ser banê mala me

Di nêvî de dûmana zivistanê

Wek ku gatoyekî alî dihele

Ro ji berî wê dixwe

Û ez diyarî rojbûna yara xwe bikim

 

Wergera ji Erebî: Ehmed Mustefa

About The Author