Rojekê du birak diçin gundekî Ereban û derbasî oda mezinê gund dibin. Dema derbasî hundir dibin, yek çêçikê zinê ye, diçe di orta civatê de rûdinê, lê yê din, reben e, di serê rêza aliyê derî de rûdinê. Îca hergava ku yek tê û li derî dide, xwediyê male jî jê re dibêje: Fût (derbas be). Ê helbet, xelk jî hemî ji ber yê mêvan radibin û dema rûdinên cihek kêm dibe û hevalê me yê aliyê derî ber bi derî ve diçe, bi vî hawî, her ku yek tê cihê hevalê me dagîr dike, ta ku rebeno gihişte ber derî.
Hevalê wî ji nava civatê bankirê: Halê te çiye loo?
Hevalê ber derî lêvegerand: Bi xwedê heval, ez li ser fûtkê mame, eger fûtek din were, ezê di devê derî re derkevim!
Mesela min îro gava min Lotikxane vekir, min dît ku ew nivîsa min ku bi navê ez bi serê reş kim di qorzîka dawî de, ew jî li ser yek fûtê maye, eger fûtek din bê wê ji rûpela Lotikxanê derkeve. Îca min got de bera ez ji Lotikxanê ûcax kor nemînim û nekevim ber lotik û fûtên xelkê, ya sitaaar!
Lê carna fûtek qiyametan radike. Meselen, eger Beşarko li ser fûtkê mabana, gelo wê çi biqewimiya?
Welleh, dibe ku ev gola xwînê bisekiniya, bêhna xelkê derketa, ev zulm û kuştin û zor bi dawî bibana, û welleh dibe jî, ku êdî xelkên Sûriyê bihevkevin ku ne Xwedê û ne jî Mûhemed karibin wan jihev vekin!
Xwedê neyne serê kesî rebbîî!
Kurdistan
Bazê Qendîlê
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin