Yek nêr û yek mê, gelo wê xwedê bide kê?

Belê kezebno, hilbijartin nêzîk bûn û partîyên me jî dest bi lotik û zîtirkan kirin.

Piştî nîqaşên dûr û dirêj û germik û nermik, BDP sêva xwe li serê xaltîka xwe Gultan Kişanak (a Turkmen) xistin û ew kirin namzeta bajarê Amedê. Berê hat gotin ku wê xaltîka me Emîne Ayna bibe namzet. Lê xuyaye bextê wê yawer neçûye û Emînaka me nekirin namzet, li şûna wê Gultan Kişanak xanimlerî kirin namzet.

ensarioglu2 KopieAxir, AKP û Kasimpaşalî Receb jî namzetê xwe yê Amedê eşkere kir. Galîp Ensarîoglû.

Galîp efendî jî qeraseyekî zilama ye, têra xwe heye. Hem seksî ye, hem Kurd e û carna jî Kurdistanî difikire. Erê di nav partîyek dewletê de wekîl e û siyasetê dike jî, lê ciwamêr di mesela Kurd û Kurdistanê de carna lotikên baş davêje. Û bawerim di avêtina hinek gavên demokratîk de wek gellek wekîlên Kurd, bandora lotikên wî jî çêbûye. Erê her çiqasî di dema qetlîamên „faîlî mechûl“ de malbata wî di nav refê DYP û li kêleka dêlika Çîller xebitîbe jî, lê îro roj ew jî li gor şert û mercên îro dide lotikan. Êêêêêêê, ma kî nehatiye guhertin? Hinek Kurdên ku doh dijayetîya Kurdayetîyê dikirin îro di nav refê AKP de kêm be jî Kurdayetîyê dikin,  hinek Kurdên ku doh cerdevan û endamên „Çeteyên Colemêrgê“ bûn û destê wan di xwîna keç û xortên Kurdan de heye, îro di nav refê BDP de Kurdayetîyê dikin. Yanî rewş bûye kafirkerafî. Destê kê di bêrîka kê de ye kes nizane.

Axir, a bi xêr çi be bela xwedê wê bike.

Her wê yek ji wan bibe şaredarê/a bajarê Amedê. Îcar nêr dibe, mê dibe aha em wê nizanin.

Lê tiştê balkêş û sosreta mezin çiye hûn zanin?

Galîp Ensarîoglû Kurd e û di nav partîyek Tirk de siyasetê dike. Gultan Kişanak jî Turkmen e, Tirk e û serokatîya Kurdên xwelîliser dike.

Îcar ev ne sosret û rûreşîya me Kurdan be naxwe çiye gelo?

Amed

About The Author