BIZIN JÎ JINA WÎ YE

Li gundek ji yên derdora Mêrdînê camêrek hinek esebî bizina xwe ya berhavêtî dixwaze bifiroşe. Niv axayek tevî peyayê xwe bizinê dibînin û lê dibin kiryar. Nîyeta nîvaxa hinek qeşmerî û henek kirine.

Nîvaxa ji xwedîyê bizinê re dibê: “Bizina te stewr e an avis e, heke avisbe ezê bikirim.”

Ew jî dibê: “Vaye peyayê te li ba te ye bila lê binere, ew pisporê wî karî ye.“

Peya li bizinê dinere û dibê : “Avis e.”

Axa parê wî didê û bizinê dibe nav pez. Çawa bizin dikeve nav pez, nêrî li dor dizîvire û bizin tê nêrî.

Axa bizinê tîne û ji xwedîyê wê re  dibê: “Bizina te ne avis e, stewr e, te ez xapandim. Min bizina te bir nav pez nêrî xwe avê te ser. “

Nîyeta xwedîyê bizinê nîne paran bidê û dibê: “Bizina min avis bû. Peyayê te jî  got avis e. Niha tu hatî û dibêjî min bir nav pez û hat nêrî. “

Gotinek ji wî yek ji yê din, gundî, muxtar, melle li wan dicivin û dixwazin navbera wan çêkin.

Xwedîyê bizinê ji melle re dibêje: “Ma wextê jina te hamîle ye, tu pê re ranazê?”

Melle: “Belê.”

Ji muxtar re dibê: “Ku jina te hamîle be, ma tu pê re ranazê?”

Muxtar: “Belê.”

Ji nîv axa re dibê: “Ma wextê jina te avis be, tu nanihî jina xwe?”

Axa: “Belê.”

Xudanê bizinê: “Bizin jî jina nêrî ye û avis e, nêrî jî carekê nihaye jina xwe ma qiyamet rabû.”

About The Author