Heyfa Partîya Kerên Kurdistanê!

Belê, Partîya Kerên Kurdistanê (PKK) di sala 1950 de hat avakirin. Umer Kilol jî ev partî, ango Partîya Kerên Kurdistanê (PKK) di sala 1979an de bi fermî li başûrê Kurdistanê li Silêmanîyê ava kir û bû serokê wê. Ango, bû Serokê Kerên Kurdistanê. (Em behsa PKK a bakurê Kurdistanê nakin, haşa. Mebesta me PKK a Umer Kilol e).

ker basur Kopie

Kêfa me pir hatibû. Me digot „Êdî kerên Kurdistanê ne bêxwedî ne û şikir ji xwedê re va partîya wan jî ava bû“. Lê xuyaye qirdê kerên Kurdistanê kor e, bextê wan reş e.

Serokê Partîya Kerên Kurdistanê Umer Kilol bi daxuyanîyek qerase partîya xwe PKK feşiland (fesix kir) û lotikek kerîkî lêxist. Ev partîya qerase, ev partîya kevnare ku temenê wê 35 sal in, bi lotikekê mir û binax bû. Û bi vî awayî kerên Kurdistanê sêwî û bêxwedî man, bê partî û bê rêxistin man.

Serokê Kerên Kurdistanê Umer Kilol sedema feşilandina PKK wilo anî zimên:

„Canekem, rêhevalên ku bi min re kerîtî dikirin û mafê keran diparaztin, ne wek xwe derketin. Derket holê ku ew ker kurê keran tenê ji bo henekpêkirinê hevaltîyê bi min re dikin. Êdî taqat û mecala min nema ku ez bi kerên wek wan re bixebitim û wextê xwe badilweha derbas bikim“ filan û fîstan.

Serok Umer Kilol bi dewamî got: „Her çiqasî „Partîya Keran“ ne li gor tore û adetên Kurdî be jî, lê me dixwest em peyamekê bidin civaka Kurd. Lê mixabin civaka me ji partîya me kertir derket û kesî me fêm nekir. Li şûna ku mafê kerên xwe biparêzin û piştgirîya partîya me bikin, ez û malbata min ji xwe re kirin hedef û pêlîstok, em kirin benîştê devê xwe“ û pê de çû.

Belê, Serok Umer Kilol, li gor rê û rêbaza „Kername“yê (destûr û bernameya PKK) Partîya Kerên Kurdistanê (PKK) feşiland û dev ji Serokatîya Kerên Kurdistanê berda.

Bi vî awayî, kerên Kurdistanê sêwî û bêxwedî man, bê partî û bê rêxistin man.

Kerên Kurdistanê niha li benda serokekî ne ku xwe bide ber barê wan û wan di bin sîwana partîyekê de birêxistin bike.

Kesên ku xêrxwazên kerên Kurdistanê bin û rêhevaltîya wan cefakaran bikin, bila nesekinin û xwe bigihînin hawara wan. Çawa be bername û destûra Partîya Keran (Kername) li ber destê Umer Kilol e. Hewce nake hûn carek din serê xwe bêşînin û „Kernameyek“ din amade bikin…

Bi rêz û silavên kerîkî….

Silêmanî

About The Author