Roja te bi xêr berxê mino;
Ez Rihanê. Erê, navê min Rihanê ye.
Vê sibê bêbavê doktor bilêta min birî û Xwedê bê erê, hefteya bê wek îro ez mêvana we me.
Qurbana serê te bim, ricayeke xaltîka te ji te heye xwarzê. Emrê min nod û du sal in. Tenê bi tîpeke erebî jî nizanim. Û tê gotin ku li cem we erebî zimanê serdest e. Xêr û guneh di stuyê wan şêx, mele û sofiyan de be, ew dibêjin. Dibe ku ne rast be jî, lewre hîn kesî neçûye bi çavê xwe nedîtîye û venegeriyaye…
Xaltîka te çavê te bixwe, piştî vî emrî nikarim erebî merebî hîn bibim. Anuha ez ciwan bûma, min ê zor bida xwe, bi çi awayî dibû ne xem bû, min ê xwe hîn bikira, lê piştî vî emrî çima derewan bikim, wele zor e û nikarim xwarzê. Jixwe li vê dinyayê Xwedayê ku em radibin rûdinin bi hebûna wî sûnd dixwin em kirin qeşmer û pepûkên nav devê tirk û ereb û farizan. Li ser axa welatê xwe me rojeke xweş nedît; li ser serê me her zilm bû, her şer bû, her hicac bû. Nahlet li dê û bavên wan î kûçik î teres bê, hebûna me li me qedexe kirin; em di qulên xaniyan de bi dizî bi zimanê xwe dipeyivîn. Dema em diçûn devereke xerîb, wek kerr û lalan li me dihat. Ev neheqî û bêdad û bêedaletî ne bes, Xwedayê ku ji sibê heta êvarî em bi heqparêzî û dadweriya wî sûnd dixwin jî li hêla din heman neheqiyê dike. De were safî bike! Hi ihi…
Berxê mino, heke tenê rojekê min ew dîtibûya, min ê ev gilî û gazin lê bikirana, lê hezar heyf û mixabin tenê rojekê jî çavên min lê neketin û min ew nedît, lewma jî ji kerema xwe re silavê min lê bike, bê eyb e, guneh e, te bi hezaran ziman afirandin, her zimanek xwedan netewek e û nuha jî tu rabûyî hemû ziman û netewan tune dihesibînî û tenê erebî û ereban li me dikî ferz. Te di kitêbên xwe yên pîroz de qala tiştekî wiha nekiriye. Ma ne asîmilasyon sûcekî giran ê mirovatiyê bû? Ma ku tu li dijî vî sûcî dernekevî, kî yê derkeve hey te xwelî li serê min kiro?
Ji kerema xwe re van gotinên min yek bi yek gişan jê re bibêje. Bê xaltîka min dibêje, heke tiştên ji bo hêla din tên gotin rast bin, tu cudatî di navbera wî û Hîtler, Misolînî, Marko, Pînoşe, Stalîn, Sedam, Humeynî û Ataturk de tune.
Berxê mino, zimanê mirov hebûna mirov e. Ziman pireya hest û hîsên mirov e. Eman û eman, bila bihêle em li dadgeha wî xwe bi zimanê xwe biparêzin, da ku bê şaşî û kêmasî em xêr û gunehên xwe ji hev derxin…
Lê dîsa jî ew zane, bi kêfa xwe ye. Heke na, ez ê jî heqê xwe yê bêdengmayînê bi kar bînim û ez ê dadgeha wî protesto bikim, eynê wek protestoya ku zarokên me li dadgehên tirko dikirin. Lê ez naşibim wan haa. Erê zarokên me protesto dikirin, lê heke tirko bigota fermo xwe bi zimanê xwe biparêzin jî, wê nikarîbûna xwe biparêzin, lewre bi zimanê xwe nizanîbûn. Ez ne ji wan im, ji xeynî kurmanciya xwe, tenê tîpekê jî bi zimanekî din nizanim. Bi serê şêx, hûn di ber min de reş û şîn jî bibin, we peyvek ji devê min negirt û hew. De hûn bi kêfa xwe ne…
Ax ax berxo mino!
Çawa ez Rihanê bim û têkevim vî halî. Nahlet li yextiyariyê bê! Heyfa ciwaniyê ku yextiyarî li pêşiyê ye. Perçeyên qûna min bûne wek kevirên aşê xerabe. Pêsîrên min ên ku di pêxîla min de hilnedihatin, bûne wek du eyarên gurandî bi xwêr re dikişkişin. Ew çavên min ên ku di tariyê de ta bi derziyê vedikirin, ronî di wan de nemane…
Axx ax!
Dema ciwan bûm, di çax û benga xwe de bûm, bera jî Rihan bûm haa! Ji sing û berên min bîst û çar saetan bêhna gul û kulîlk û rihanan difûriya. Xortên gundê me yên azib ji derdê min bîst û çar saetan bi cenabet digeriyan. Ji agir û şewta nav nigên xwe mîna pisîkên adarê bi dîwaran ve radipelikîn bi serê te. Ji kerbê min diçûn bi kerên reben de diteqiyan…
Her guliyekî min ji terya hespekî stûrtir bû; ji gurbûna porê min şeh di nav re nediçû. Her pêsîreke min mîna petêxê Midyadê bû. Bi serê te yî delalî dişibiyan navguhanên mîhên zozanê Serhedê ku bi çêra giya û pincar û şênkayiya wî zozanî şîr di navguhanên wan de hilnedihat; heft xortan devê xwe têxista wan jê têr nedibûn. Ji lêvên min tahma qizwan û qeresiyan Mêrdînê difûriya. Çavên min reş hundirên wan xemilî, dora wan bi mijangên bejinzirav dorpêçkirî bûn.
Ax ax berxê mino!
Ji eşqa min çend xort weremî bûn, hejmara wan nizanim. Taliya talî jî çûm bûm jina Xeto. Ji belengazî û mecbûrî, min heftê salên qut û gulover bi wî kurmiyê Xwedê re derbas kirin. De ka ez biterikînim, berî ku dereke te jî rabe…
Xaltîka te çavê te bixwe, dema hatim bi kurmancî min pêşwazî bikin. Qe nebe heta ez entegreyî wir dibim, hînî wir dibim, wergêrekî bidin min. Lê ji kerema xwe re bila wergêr mêr be û lihevhatî û çeleng be. Te dît dibêjin, heta ziman negihêje ziman, mirov nabe zimanzan. Jixwe li vir min tu tahm ji bedena xwe nekir, heftê salên min bi jintiya mêrekî nezan û belengaz re derbas bû. Eman û eman, hayê Xoto ji min û hatina min çênekin, bila li wir jî li serê min nebe bela.
Di nêz de li wir im. Têm herdu çavên te…
Silav. Xaltîka te Rihanê.
Haa min dikira ji bîr bikira. Ez ê ji te û midûr re dims, bastêq, mewîj, gwîz, benî û nokên Mêrdînê jî bi xwe re bînim…
Derfeta piştî sed salî..
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî