Ne li wan gunehan be û ne li wê êşkencê be

Li paytextê Rûsya Moskova yê,  Mesîhîyên Ortodoks ji bo ku ji gunehan pakij bibin û wek zêrê zer %100 eyar bimînin,  di bin sifirê 25 pileyî de diketin ava sar û qûşê li xwe diqetînin.

mesihi miosko

Li gor baweriya Mesîhîyên Ortodoks, şeva 18 Çileyê Paşîn vaftîza Hz. Îsa ye û ji bo vê jî Mesîhîyên Ortodoks şeva 18ê Çileyê Paşîn merasîmên bi def û zirne li dar dixin û dikevin ava qerisî.

Merasîmên ku bawermend dikevin avê bi şev dest pê dike û heta sibê didome. Ango, ji şevê heta sibehê bawermendên me ji bandora ava qerisî zêdeyî 5 hezar tir û fis dikin û ziyanek mezin didin xwezaya Rûsyayê. Li gor sîxurên me yên Mesîhîyên Ortodoks dibêjin, şeva 18ê Çileyê Paşîn, ji ber tir û fisên wan bawermendan xelkên bajarê Moskovayê bi jehrî dikevin û wek mirîşka gêj li wan tê.

Yanî ev ne bêaqilî be naxwe çiye baba?

Ne li wê êşkenca ava qerisî be û ne li wan gunehên we be!

Yan gunehan nekin û yan jî xirrê Mesîh nekin xwe û êşkencê bi xwe nekin law, hella hellaaaaaaaaa!

Moskova

mesihi miosko2

 

 

About The Author