Fethûllah efendî ne li dijî pêvajoya çareserîyê ye

Belê, serokê sererd û binerd ê Cemeeta Fethûllah Gulen ne li dijî çareserkirina pirsa Kurd e. Wey şikir ji xwedê re!

Serokê erd û ezmana yê Cemeetê Fethûllah Gulen, li Amerîkayê piştî 16 salan hevpeyvînek qerase bi BBC re kir û çend lotik avêtin. Xalê we Fethûllah Gulen efendî hem li nêl xist û hem li bizmêr. Hem çareserkirina pirsa Kurd xwest û hem jî çend lotikên nermik û germik li Kasimpaşalî Receb xist.

gulen

Fethûllah Gulen efendîlerî di hevpeyvînê de bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar ku ew ne li dijî çareserkirina pirsa Kurd in û ew dixwazin zimanê Kurdî bi fermî bibe zimanê perwerdeyê. Gulen efendî lotikek bêîman li hinek serokên PKK û KCK xist û bi dewamî got “Binerin oxlim, ên ku di bin karîgeriya Îran û Sûriyê de ne li dijî vê pêvajoyê ne. Kesên mîna Cemîl Bayik (hevserokê KCKê), Fehman Husên (yek ji rayedarên PKKê) û PJAK naxwazin pirsa Kurd bê çareserkirin. Çima naxwazin? Ji ber ku ew di bin ferman û kontrola Îran û Sûrîyê de ne“ û pê de çû.

Rêberê Cemeeta Gulan, Fethullah Gulen, anî zimên ku ew ti carî ne li dijî çareserkirina pirsa Kurd li Tirkîyê bûne çimkî hertim xwestine pirsa Kurd çareser bibe û zimanê Kurdî di perwerde û ragihandinê de bê bikaranîn.

Axir, serokê sererd û binerd ê Cemeeta Gulen, Fethûllah efendî lotikek li Kasimpaşalî Receb jî xist û got ku „Helbet divê pirsa Kurd çareser bike, lê divê xwe radestî lotikvanên PKK neke û dewletê neke berberê PKK“ filan û fîstan.

Ez serê xwe, we û xalê we Fethûllah efendî neêşînim, Feyhûllah Gulen ne li dijî çareserkirina pirsa Kurd e. Ne li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî ye kezebno.

Werhasilî kelam, hûn ji Gulen efendî  bawer dikin ji vî ve û hûn bawer nekin dîsa ji vî ve û hûn sax…

Amerîka

About The Author