Kuro ma bê şer çareserî dibe exûyî?

Serokê Partîya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) û endamê şanda Kurdî ya Hevpeymanîya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdilhekîm Beşar,  ragihand ku „Daxwazîya serekî ya Kurdên Sûrîyê çareserkirina pirsa Kurd di çarçoveya Sûrîyek federal de ye. Beşar her wiha got, Xweseriya Demokratîk a PYDê tê wateya bangewaziya şer, ji ber wê jî Amerîka nehişt PYD tev li Cenêv2 bibe“ filan û fîstan.

eldilhekim besar

Serokê El Partîyê, anî zimên û got: „Welleh û billeh, bi 101 telaqên jinberdanê,  em federasyonê dixwazin lê PYD Xwelîserîya Demokratîk dixwaze . Ev jî tê wateya bangewaziya şer . Ji ber wê jî tirrek û fissekên Amerîka û opozîsyonê nehiştin PYD tev li civîna Cenêvê bibe“ fîstan û xeftan

Axir, xalê me Ebdilhekîm Beşar „Demokrasî ji bo Sûrîyê û Federasyonê ji bo Kurdan“ dixwaze.

Û PYD çi quzilqurtê dixwaze?

Xweserîya Demokratîk. Ango „Otonomî“.

Ê law birêz xalê me Ebdilhekîm Beşar, ma PDK Iraq jî destpêkê ne „Demokrasî ji bo Iraq û Otonomî ji bo Kurdan“ dixwest qurban?

Ê law bela herkes ji alîyê xwe de tiştekî bixwaze bavê min, hûn federasyonê bixwazin û bela PYD jî Xweserîya Nîvdemoqratîk bixwaze, ma çi xisar tê de heye exûyî?

Ha federasyon û ha quzilqurta Xweserîya Demokratîk, mesele ew e ku Kurd cîyê lingên xwe bigrin baba.

Êêêêêêê, bav û kalên me çi gotine?

Gotine: „Piçik piçik meriv xwe digihîne kûçik“.

Îcar exûyî, Xweserîya Demokratîk rê ji Federasyonê re vedike. Û federasyon jî rê ji serxwebûnê re xweş dike. Hema kîjan bi destê me ket me qebûl e û xelas….

Qamişlo

About The Author