Kongreya Netewî ket kewara „Kanton – Karton û Kartolan“

Zinar Qelemşûr

zinar qelemsurBelê, çîroka kongreya netewî bû benîşt û ket devê xelk û alemê. Hem em Kurd pê rezîl û riswa bûn, hem jî dinya û alem bi me kenîya û dikene. Berjewendîyên partîtî, terîqetî, eşîrtî û rêxistinî bûye bela serê Kurdan û rê li ber berjewendîyên netewî girtiye, digire û ji yekîtîya Kurdan re dibe asteng.

Endamê Desteya Rêveber a KCK sayin û pir mezin Sabrî Ok,  niyet û armanca PKK rasterast eşkere kir û ji ANF re axivî.

Xalê we Sabrî Ok dibêje, „Bi zîhniyeta ku dibêje ez rojava nas nakim, wê kongreya netewî ya Kurd çawa bê lidarxistin, nizanim. Eger wê kongreyek netewî ya Kurd bê lidarxistin, divê berîya her tiştî şoreşa rojava ya ku gelê me bi hêza xwe pêk anîye û rêveberîya demokratîk a ku gelê me bi vîna xwe afirandiye, nas bike. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, vîna demokratîk a gel neyê naskirin, behsa kongreya netewî ya Kurd nikare bê kirin. Gava yekemîn û ya herî girîng a ji bo vê yekê jî ew e ku herkes polîtîkayên xwe yên di derbarê pêşketinên li rojava de di ber çavan re derbas bike, şoreşa rojava û xweserîya demokratîk bipejirînin û hêzê bidinê. Incex li ser vê bingehê kongreyek netewî kare bê lidarxistin“ filan û fîstan û xeftan.

necir ok Kopie

Yanî gotinên xalê we Sabrî Ok û KCK tên çi wateyê?

Tên vê wateyê:

„Xiyarê me tehl e, yan hûnê bixwin, yan hûnê di xwe kin“.

Yanî, heta PDK, Barzanî û hikûmeta başûrê Kurdistanê kantonên PYD nas nekin, kongreya netewî çêbûye, çênebûye, ji xirrê Xelo û Celo ve!

Axir, ev dîtina xalê me Sabrî Ok û KCK ye.

Lê balkêş e, başqanê Kurdên sererd û binerd Ocalan jî radibe nameyan ji serok Barzanî re dişîne, pêşniyaza serokatîya kongreya netewî jê re dike û dixwaze di pêkhatina pêvajoya aştîyê de çalaktir be.

Wey maşelle!

Başqan Ocalan li defê dixe, xalê me Sabrî Ok û KCK jî li zirnê dixin!

Îcar bû çi yabo qurban?

Axir, îcar em bên ser helwesta kek Nêçîrvan Barzanî, hikûmeta Kurdistanê û helwesta Mele Bextîyar ê YNK.

Berî niha Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê  gotibû „Hikûmeta Kurdistanê îtîrafê bi kanton û mantonan nake. PYD tiştek bi dest nexistiye heta ku em itîrafê pê bikin, tiştên di destên PYD de, rejîma Sûriyê teslîmî wê kirine û tiştek jî rizgar nebûye. Ev çî çîrok û çîvanokin kaka“ û dabû lotikan.

Me digot qey Felahê me henek û yarîyan dike û em li benda lotika kek Nêçîr man.

Canekem Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê lotika xwe avêt û di derbarê kantonên PYD de got: „Em îtîrafê bi karton, kartol û îdareya xweserî ya ku li rojavayê Kurdistanê ji alîyê PYD ve hatine avakirin nakin û xelas“ û mîrkutek li nav serê xalê we Sabrî Ok, KCK û PYD xist.

Û Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar çi ji PYD re got?

Xalê me Bextîya di rojnameya Çawdêr de hişyarî da  (PYD), lotikek li wan xist û got: ‘‘Divê hûn pirsgirêkên xwe yên ligel Serokatîya Herêma Kurdistanê û partîyên din ên Rojavayê Kurdistanê çareser bikin û piştre dest bi lotik û zîtirkan bikin. Heke Serokatîya Herêma Kurdistanê îtirafê bi we neke, pirsgirêkên xwe ligel Serokatîya Herêmê çareser nekin, dawî li pirsgirêkên xwe yên ligel hêzên Kurdistanî yên rojava neyînin, hûn li derîyê çi welatekî bidin, wê ji were bibêjin; Çima hikûmeta Herêma Kurdistanê îtîrafê bi we nake“  filan û bêvan.

Û lotika xalê me Bextîyar tê çi wateyê?

Tê vê wateyê ku „Heta Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê îtîrafê bi kartonên PYD neke û wan kartolan nas neke, tu kesek din nas nake. Nas bike jî virt û vala ye, pûş û kewaşe ye“.

Îcar we fêhm kir bê çima xalê we Sabrî Ok û KCK naskirina kartonan wek şertê yekem ê çêkirina kongreya netewî didin pêş ne?

Stenbol

About The Author