Do û îroj: “Rastiya” netewperweriya hinek siyasetmedarên Kurd

Ez ê di vê gotarê de bi kurtasî li ser hinek siyasetmedarên Kurd rawestim; hinek pîvanên netewperweriyê kifş bikim. Pîvan bi xwe jî bi kêmasî ne, cihê guftûgoyê ne. Mijar berfireh e, nikare bi gotarekê tenê bê zelalkirin. Ez pêşî bi kurtî behsa hinek modelên çareserkirina pirsên kêmjimaran/minoritet (kêmaran) û neteweyan bikim. Ji bo mijar têra xwe bê zelalkirin, ez ê tenê li ser çend siyasetmedarên Kurd yên naskirî rawestim. “Kêmasiyên Kurdperweriya wan” şanî me bidim. Helbet kêmasiyên gotarê bi xwe jî hene, lê dikare bibe sedema gotûbejên mijarê.

Îroj bi milyonan Kurd li derveyê Kurdistanê dijîn. Hejmara pênc dewletên biçûk yên Ewrûpayê ne zêdeyî 620 hezaran e. Hejmara heşt dewletên ewrûpî di bin sîh milyonî de ye. Kurd “neteweyê mezintirîn yê bê dewlet” e. “Dewletên dagîrker” neft, ax û ava wan li xwe par dikin. Ji hemû milletan re netewî, netewperwerî û dewletbûn maf e. Riya netewbûnê rewşenbîr û siyasetmedarên netewperwer, “partiyên serxwebûnxwaz” vedikin. Îdiayên ku Kurd nikarin yekîtiya xwe çêkin û bibin dewlet, ziyanekî bêhempa didin doza serxwebûna wan; pûç in.

serok_kurd Kopie

I. Otonomî, federalîzm û serxebûn

Otonomî (“xweserî”), federalîzm (“parvebûn, wekhevî”), serxwebûn tev modelên çareserkirina pirsgirêkên kêmar û neteweyan in. Di qanûna navnetewî de cihê têgeha otonomiyê tune; federalîzm jî tune. Lê her du têgeh dikarin di nava nûnerên hêz û partiyên Kurdan û “nûnerên dagirker” de bi rêya danûstandinê bêne qebûlkirin. Di qanûna navnetewî de ji bo kêmaran mafekî pirr lawaz (soft law) heye. Her kêmar dikarin li gor paragrafê 27a ya PNMŞS* doza parastina ziman, çand û ola xwe bikin. Dikarin bikin, lê piraniya kêmaran sernakevin. Dewletên têkildar ji bo destxistina vî mafî gellek pirsgirêkan derdixin. Dikare bê gotin, ku hem şirovekirina vî mafî hem destxistina wî di destên dewletên têkildar de ye.

Tenê li Ewrûpayê nêzî du sed kêmar(minoritet) hene, lê dewlet otonomiyê ji wan re zêde dibînin; bi gelemperî wan û mafên wan piştguh dikin (Celalettin Kartal, Der Rechtsstatus, 2002, rp. 12-14). Wek hat gotin, di nava qanûna navnetewî de mafê serxwebûna neteweyan jî heye (paragrafa 1ê ya PNMŞSê), lê bê têkoşîn nayê bidestxistin. Ev maf di bin hinek şertan de dibe mafekî berztirîn (hard law). Heger nûnerên aliyan li ser otonomiyê li hev bikin, otonomî jî dibe rê û rêbaz. Lê otonomî nikare hemû pirgirêkên kêmaran çareser bike, helbet dikare ji gellek probleman re bibe destpêk û riya çareseriyê. Di ser de jî bi modela otonomiyê Kurd nikarin neft û ava xwe ji bo pîşesaziya Kurdistanê bi kar bînin. Digel vê jî otonomî nikare pêşiya bişaftina Kurdan bigire. Ya xirabtir, ax û mafên Kurdan dikarin hertim bibin hedef, yanî armanca êrîşên dagirkeran.

Balkêş e, ku ta di deweltên demokratîk de jî pirsên neteweyan nikarin bi rêbaza otonomiyê bêne çareserkirin. Nemaze pirsa Kurdan ne pirsgirêkeke otonomiyê ye yan jî ya wekheviyê ye. “Wekhevî” yan jî “hevparbûn” ji xwe têgeheke zor û zehmet e. Pîvanên wê bi kêmasî ne û ne zelal in. Mirov dikare bibêje, ku wekhevî federalîzm e, lê cihê wê di nava qanûna navnetewî de tune. Tune, lê federalîzm dikare di nava nûneran de bi riya danûstandinê bê qebûlkirin. Dikare bê qebûlkirin, li tê de “şirikatiyeke raste-rast wekhev” û hevpariyeke rasteqîn nîn e. Bi naveroka xwe federalîzm dikare xweseriyeke di nava deweletekê de be, lê dikare şirikatî, hevparî û yekitiya pirr dewletên serbixwe be jî. Ji xwe tê zanîn, ku ji şirîkatî û yekitiya du yan jî pirr dewletên serbixwe re Rojhilata Navîn ne amade ye.

Federalîzm li gellek dewletên Ewrûpa, Amerika Yekbûyî û Kanada tê bi karhanîn. Lê mirov dikare bibêje, dewletên dagirkerên Kurdistan “despot” in. Ew ji qebûlkirina maf, rêgez (prensip) û rêbazên wekheviyê, yanî naskirina federalîzm û demokrasiyê re ne amade ne. Ya xirabtir, qanûna navnetewî jî berjewendiyên dewletan esas digire, loma pirraniya kêmarên Ewrûpa jî barê êş û bişaftina (asîmilasyona) kom û endamên xwe dikşînin.

II. Fikir û ramana netewperweriyê kengî dest pê kiriye?

Fikir û ramana netewperweriyê di heyama “şerê serxwebûna amerikayî” (1775-1783) û “şoreşa fransî” (1789-1799) de dest pê kiriye. Hinek nivîskarên Kurd dibêjin, ku fikrê netewperweriyê (Kurdperweriyê) li bal Kurdan hêj di serdema Ehmedê Xanî (1651-1707) de derketiye holê. Lê ya rast Xanî tenê çend hevokên kurt li ser nebûna “îttîfaqek” û herwiha “dewleta” Kurdan nivîsiye (Mem û Zîn, 3. Baskı, rp. 58). Li ser hişmendiya Kurdperweriyê û hewcedariya dewleteke Kurd, nemaze parastina ziman û nasnama Kurdan berhemên wî nîn in.

Bi ya min mirov dikare bibêje, ku di Kurdî de têgeha netewperwerî tê wateya parastina “nirxên Kurdewarî” (ziman, çand, dîrok), nemaze hevkariya nava Kurdan, yektiya gel, ax û welatê wan, lê têgeha netewperestî nijadperestî ye.

Bi naveroka xwe netewperwerî tevgêr û rêxistinên azadî jî di nava xwe de hembêz dike. Di vir de pirsgirêk netewperestî ye. Li dinyayê îdeolojiya netewperestî ji sala 1917ve bûye rêgez û siyaseta serdest. Helbet hemû kêmar nikarin bibin netew yan jî xwedî dewlet. Dîsa jî di nava van bîstûpênc salên dawî de zêdeyî pêncî dewletên serbixwe hatine damezradin. Pêncî dewlet hatine damezrandin, lê bi îhtimaleke mezin wê di vê sedsala bîstan de zêdeyi pêncî deweletên din jî bên îlankirin. Jixwe tê zanîn ku hinek dewletên Rojihlata Navîn li ber parvekirin û rûxandinê ne. Hem Sûriyê hem Îraq di xeteriyeke mezintirîn de ne. Nexwe şansekî dirokî di barê dewletbûnê de ji Kurdan re dîsa derketiye holê. Digel hemû astengan heyema netewbûn û dewletbûnê didome; wê bidome. Jixwe globalizm pêvajoya damezrandina dewletên serbixwe hêj gurtir dike.

Tenê dewletbûn dikare bibe garantorê geşbûn û hebûna ziman, şênbûna civakê, parastina axê û welat, çand û xwedîlêderketina dîroka millet. Loma hewcedariya Kurdan wek “nan û av” bi dewleteke serbixwe heye. Lê netewkarî (netewperwerî) ji Kurdan re îdeolojiyeke xerîb e, loma ew heta vêga nebûne dewlet. Hêj jî hewldan û planên wan yên netewbûn û dewletbûnê lawaz in yan jî nayên zanîn. Ji netewperweriya rasteqîn re serxwebûn ferz e. Netew çarenûsa xwe radestî neteweyên xerîb nake û nikare dev ji mafê çarenûsa xwe berde. Di dewletên netewperwer û serbixwe de hemû millet û kêmarên ne endamên nijadê heman netewê bin dikarin bên piştguhkirin. Lê piştguhkirina wan dikare bi riya pirr-partîbûnê û demokrasiyeke rasteqîn bê sînorkirin.

Mezintirîn sedemên ku Kurd ta vêga nebûne netew bi parvekirina wan, herwiha oldarî û eşirtî, nezanî û siyaseta dagirkerên Kurdistan ve girêdayî ye. Hîmê netewî bi destên mirovên siyasetmedar, rewşenbîr û tekoşerên şoreşger tên danîn. Mînak, peyva “Tirkiyê” têgeheke nû ye. Di dema osmaniyan de tenê ewrûpiyan ev têgeh bi kar dihanîn, lê tirkan behsa “axa Îslamê” dikirin. Netewperestiya tirkan hêj di dema zeîfbûna Împeratoriya Osmanî ve dest pê kiriye, di serdema “jontirkan” de rû daye (1908); bi damezrandina Komera Tirkiyê re (10/1923) bûye siyaseta fermî. Çiqas netewperwerî nû be’ ewqas “tirş” û tund e. Vêga jî netewperestiya tirkan (bi gelemperî) bi tundî li dijî Kurdan didome. Tirk jî berê wek Kurdan êşîr bûn.

Sedemên millet dikin netew hem zext yên ji derve û hem jî yên ji hundir e. Ji kemilandina netew û netewperwerî yê re hişyarî, herwiha şer û tekoşîna parastina nasnamê pêwist û zarûrî ne. Ji bo vê yekê “siyasetmedarên kemilî”, çalak û berjewendparêz ferz in. Ma siyasetmedarên netewperwer di nava Kurdan de hene? Heger, hebin kî ne? Dîroka wan kengî destpê kiriye?

III. Dîroka netewperweriya siyasetmedarên Kurd

Hinek nivîskarên Kurd behsa Siltan Silhedîn (Selahedînê Eyûbî) dikin. Herwiha hiqumeta Herema Kurdistanê teyrê Siltan Silhedîn ji xwe re xistiye “remz”. Di heyama Silhedîn (1138 –1193) de civakên cûrbicûr û ol hebûn. Wî mizgeft û mederesên olî dane vekirin (Kemal Burkay, Kürtler ve Kürdistan, Cılt 1, rp.153). Lê keda wî ji bo serxwebûna Kurdistanê yan jî ji bo yektiya ax û erdê Kurdan tune ye yan jî nayê zanîn. Ya rast tekoşîn, şer û keda wî tenê ji bo Îslamê û rizgarkirina Qudsê (1188) bû.

Di nava Kurdan de nav û dengê siyasetmedar û dîroknasê Kurd, Şerefxanê Bedlisî, ji mêj ve eyan e. Ma Şerefxanê Bedlisî (1543-1599) ne Kurdhez yan jî Kurdperwer (netewperwer) bû?

Netewperwerî bi taybetî di raman, parastina çand û ziman, nasname û yekitiya ax ya welat û nemaze di ked û çalakiyan de xwe nîşan dide. Ew îdeolojiyeke ciwan e, li bal Kurdan ciwantir e. Ta vêga li bal Kurdan bi girseyî cih ne girtiye.

Şerefxanê Bidlisî siyasetmedarekî navdar bû; mîrê serdema xwe bû. Ew di pirtûka xwe de pesnê Siltanê Romê dide (Dîroka Kurdsitanê – Şerefname 2012, Çapa Çaremîn, 2012, Werger: Ziya Avci, rp. 86). Heya behsa “pênç dewletên Kurd yên biçûk” jî dike (rp. 106), dibêje, ew di dewra Îslamiyetê de hatine damezrandin, lê dema behsa eşîrên Êzdiyan dike, pêşderaziyên wî dertên holê (binêr Şeref Han: Şerefname, Kürt Tarihi, 3. Baski, İstanbul 1990, rp. 21-22, 135). Dibe ew Kurdhezekî heyama xwe bû, lê ne Kurdperwer bû. Hem pirtûka wî bi farisî ye û hem di serdema wî de fikrê netewperwerî hêj peyda nebûbû.

Ji mêj ve hinek siyasetmedar û nivîskarên Kurd dibêjin, ku hêj di dema Bedirxan Beg (1802-1868) de netewperweriya Kurd destpêkiriye. Kemal Burkay dibêje, heger ji Mîr Bedirxan Beg û Şêx Mehmûd Berzencî (1878-1956) re li hev bihata, wan ê dewletên serbixwe ava kiribûna (rp. 309). Lê divê bê gotin, ku hem Bedirxan û hem Berzencî digotin, ku pêşiyên wan ereb in. Bavik û silsila xwe digihandin pêxemberê Îslamê (Behrendt, Nationalismus in Kurdistan, 1993, rp. 17). Bedirxan xutba roja înê li ser navê xwe dida xwendin (rp. 172). Berzencî xwe wek “Padîşahê Kurdistanê” îlan kiribû. Olperestî li bal wî nirxê girîngtirîn bû; jê re rê, rêgez û rêbaz bû. Bedirxan jî oldarekî radikal bû. Dibe di barê Kurdên sunnî de “Kurdheziyek lawaz” li bal wî hebû, lê “kujerê Kurdên êzdî” bû. Serhildana Bedirxan ya li hevberê osmaniyan, tenê ji bo desthilatdariya wî bû. Ne tenê li bal Bedirxan herwiha Kurdperwerî li bal Şêx Ubeydallah Nehrî (1826-1883/84) jî tune bû. Ew siyasetmedarekî serokeşîr û oldar bû. Wî jî pêşî û bavikên xwe digihandin pêxemberê Îslamê.

Ma Şêx Seîd Pîran (1865-1925) jî ne netewperwer bû? Hinek dibêjin, ku ew “netewperwerekî germ” bû (Robert Olson, Kürt Milliyetçiliğin Kaynakları, rp. 79), lê spartekên vê nêrînê nîn in. Bi îhtimaleke mezin Kurdewarî yan jî Kurdhezî li bal Şêx Seîd hebû, lê Kurdperwerî lawaz bû. Nirxên girîngtirîn li bal wî oldarî bû. Loma raberbûna wî li dijî rakirina qanûna şeri´eta Îslamê bû (Van Bruinessen, Kürdistan üzerine yazılar, 3. baskı rp. 124). Nexwe pirr zor e mirov behsa Kurdperweriya Şêx Seîd bike.

1. Di sedsaliya bîstan de netewperweriya hinek siyasetmedarên Kurd

Ma kîjan siyasetmedarên Kurd yên sedsalên bîstan netewperwer in? Heger netewperwer in, Kurdperweriya wan çewa dikare bê îspatkirin? Çi kêmasiyên netewperwerweriya siyasetmedarên Kurd hene?

Hate gotin ku pîvaneke netewperiyê têkoşîn û parastina yekîtiya axa welat e. Li bal Qazî Mihemed (1900-1947) hişmendiya netewperweriyê hebû, lê lawaz bû. Wî bê tedbîrên leşkerî û bê tekoşîn Mehabad radestî artêşa Îranê kir (Bilgin, Barzani, rp. 109). Siyasetmedarên netewperwer radestkirina netewê xwe bê tekoşîn qebûl nakin.

Li bal Qazî hem oldariyeke radikal û hem despotî hebû. Netewperweriya wî lawaz bû, ne kemilî bû. Digel van kêmasiyan jî dikare bê gotin, ku wî bi damezrandina Komara Mehabadê hîmê netewperweriyê di nava Kurdan de danîye. Ya girîngtir, piştî rûxandina Komara Mahabadê serdema siyasetmedarên netewperwerên Kurd dest pê kiriye; ketiye qonaxeke nû. Loma bi spartek dikare bê gotin ku “Kurdperweriya rasteqîn” cara pêşî bûye para Mele Mistefa Barzanî (1903-1979). Di bin şert û mercên reva xwe ya piştî rûxandina Komera Mahabadê (1947) de wî xwe nespartiye „dagirkerên Kurdistan”, yanî artêşa Îran û ya Tirkiyê. Wî yanzdeh sal li Sovyetistana berê derbas kiriye (1947-1958). Ya girîngtir, di şer, tekoşîn, ked û axafinên wî de netewperweriya wî kifş dibe (Bilgin, rp. 132). Serdema şoreşa Îraqê vegeriyaye Kurdistana Başur (1958). Loma jî netewperweriya gelê Kurd li “başûr” bêhtir cih girtiye. Çiqas bi guman be jî ne tiştekî rasgele ye ku pirraniya Kurdên başûr piştî ruxandina “Îraqa kevn” modela serxwebûna Kurdan bi dengê xwe pejirand. Nexwe li vî beşî Kurdperwerî kêmzêde cih girtiye, lê olperestî jî wek faktoreke (hokareke) mezintirîn maye. Nemaze netew bi saya serê zanistî, hişyarî û demokrasiyê dikarin pêşkevin. Helbet divê ol û oldarî nebin hêza sereke yan jî rêbaza çavkaniyên qanûnî yan jî ne bin asteng ji aramî, pirrengî û aştiya nava civakê û yektiya millet re. Bi gelemperî dikare bê gotin, ku li başûr kêmasiyên perwerdekirina ziman, naskirina dîroka netew, bicihkirina dadmendiyeke zelal û hemdemî, garantîkirina mafên wehkhevî û mirovan hene. Jixwe wê cihê ecêbê bûya heger ev kêmasiyên Herema Kurdistan tune bûna.

2. Netewperweriya hinek siyasetmedarên Kurd yên bakur

Gellek zehmet e, ku siyasetmedarên Kurd mafê çarenûsa xwe li hemberê “dagirkerên Kurdistan” biparêz in. Asîmilasyon û “çavsoriya” Tirkiyê li ser Kurdan didome. Dagirkerê zêdetirîn Kurd asîmilekirine Tirkiyê ye. Herwiha astenga mezintirîn ya li dijî avakirina neteweya Kurd dîsa Tirkiyê ye. Mînak, cihê daxê û ecêbê ye çewa ji 178 hezar zarokên serbajarê Diyarbakır (Amed) tenê 26 hezar xwendevan xwe ji “dersên bijarte” yên Kurdî re dane tomarkirin. Bi îhtimaleke mezin ev hejmar hêj kêmtir e. Ji bilî vê tê gotin ku di van salên dawî de nemaze li parezgeha Batmanê (niştecîh: 534 205) û qeza Nisêbînê (niştecîh: 88.047) hima hima Kurdî nayê bi karhanîn. Kurdiya tê bi karhanîn jî “Kurdiyeke tevlîhevî” ye. Bi taybetî di serdema destpêka şerê çekdarî yê PKKê de (8/1984) Kurdistana Bakur ketiye tengezariyeke mezintirîn. Loma beredayî nayê gotin ku Tirkiyê di mijara helandin/bişaftina Kurdan de kêmzêde gihaye armanca xwe. Helbet Abdullah Öcalan, serokê PKKê, jî dizane ku bişaftin, yanî asîmilasyon cureyekî komkujîyê ye. Ji xwe bandora siyaseta Tirkiyê ya bişaftinê li ser hemû siyasetmedarên Kurdên Tirkiyê heye. Loma dikare bê gotin ku netewperweriya gellek siyastemedarên Kurdên Tirkiyê yên navdar ne kemilî ye. Çewa ne kemilî ye?

a) Ahmet Türk

Li vir ez ê tenê behsa Ahmet Türk û Abdullah Öcalan bikim. Tiştekî dîrokî ye ku (ji bilî hevokeke Leyla Zana) Ahmet Türk cara pêşin axaftineke xwe bi Kurdî (2/2009) di parlamenê Tirkiyê de kiriye. Di hinek axaftinên wî yên van salên dawî de jî xuya ye ku ew Kurdewariyê, yanî Kurdheziyê diparêze. Lê tê zanîn, ku ew berê endamê partiyên netewperestên tirk (AP, CHP) bû, pişt re bû damêzrênerên hinek partiyên “Kurdhez”. Lê Kurdhezî, wek li jor hate gotin, tenê ji netewperwerî yê re ne bes e. Helbet dikare bê îdiakirin, ku zanîna dîrokê, nemaze dîroka netewperiya Kurd pê re hêj kêm e. Heger “netewperwerekî dîrokzan” bûya, ewî nikaribû behsa “herîşên Kurdan yên li ser Xiristiyanan” bike. Rast e, ev hêrîş hem di serdema Abdul Hamid II. (1895) de û hem jî di heyama jontirkan, yanî di salên 1914-1917 de rû dane. Lê wê demê Kurdperwerî yan jî netewperwerî di nava Kurdan de tunebû. Helbet civakeke Kurd hebû, herwiha Kurdewarî jî hebû, lê Kurd hêj nebûbûn Kurdperwer (netewperwer). Nexwe ev “hêrîş” ne yên Kurdperweran (netewperweran), nemaze yên hinek serokeşîr- û olperestên esilKurd bûn. Loma jî mirov nikare wan li Kurdan bar bike. Mînak, ji bilî hinek netewperestên tirk û hinek pisporên ermenî îroj hemû dîroknas qebûl dikin, ku ev hêrîş li gor planên jontirkan û berjewendiyên wan hatine rûdan û bi kar anîn. Helbet wê demê, yanî nemaze di salên 1914 ta 1917 de jî çend siyasetmedarên Kurdperwer û rewşenbîren Kurd hebûn, lê Kurdperweriyeke bi girseyî tunebû. Vêga jî Kurdên Tirkiyê bi gelemperî nebûne netewperwer. Dikare bê îdiakirin ku ew hêj ji netewpereriyê dûr in û nayê zanîn, wê kengî bibin netewperwer. Mînak, siyasetmedarên Kurd yên Kurdistana Bakur bi gelemperî bi zimanê dayikê “têr” nizanin. Di nava wan de nirxên wek çand û zimanparastinê, hevkarî û yektiya Kurd, parastina axê, rê û planên dewletbûnê û yekitiya welat pirr lawaz in. Loma jî hejmara Kurdperweran li Kurdistana Bakur û Tirkiyê pirr kêm e. Divê bê gotin, ku di lewazbûna netewperweriya “Kurdên bakur” de rola PKKê û serokê wê heye. Ma siyasetmedarê navdar Abdullah Öcalan ne Kurdperwer e?

b) Abdullah Öcalan

Öcalan dibêje, ku gel wî baş nas nake (Dilbixwîn Dara, Serok û Însan, rp. 60); ew însanekî nû, jîyaneke nû û civakeke nû diafirine (rp. 77-88); romana Kurdî dikare bi zimanê tirkî jî bê nivîsîn (rp. 134). Rast e, milletek bi zimanê xwe dibe netew, lê Kurd mesela ziman şaş dinirxinin (rp. 189). Ji min re zimanê tirkî ji Kurdî girîngtir e.

Balkêş e ku Öcalan axaftina parastina xwe di Dadgeha Ewlekariya Tirkiyê de bi tirkî kir. Herçiqas li Tirkiyê zor be jî ewî dikaribû axaftina xwe bi Kurdî bi lêv bikira. Jixwe ev yek li gor qanûna navnetewî mafê herkesî ye û nemaze yê Öcalan e jî. Hem mafê Öcalan e û hem jî li gor parastina xeta tekoşîna wî bû. Lê di hevpeyvînên wî de jî kifş e, ku ew bi tirkî difikire (rp. 79). Mirov dikare bibêje ku Kurdperweriya wî pirr lawaz e. Loma ew dibêje, “em sosyalîst bûn (…)“ (rp. 58). Ta gerillayên PKKê jî bi tirkî tên perwerdekirin. Jixwe tê zanîn, ku Öcalan di destpêkê de serxwebûna Kurd û Kurdîstan dixwest (PKK Program 1978, rp. 35-38), lê vêga endam û alîgirên PKKê azadiya Öcalan dixwazin û hinek ji wan tenê behsa “xweseriya demokratîk” dikin. Wek li jor hat gotin, termê “xweserî” têgeheke di qanûna navnetewî de bê cih û nasîn e. Di ser de jî xeseriya Öcalan behs dike nikare pêşiya asîmilayona Kurdan bigre yan jî Kurdan li Tirkiyê wek tirkan li gor rêgeza wekheviyê bixwe şirîk û hevpar. Nexwe Öcalan daxwaza mafê kêmaran ji Kurden Tirkiyê re dike.

Heger Öcalan ne netewperwer be, ma ne Kurdhez yan jî welatparêz e? Öcalan bi tekoşîn û şerê xwe yên çekdarî dîroka Kurdan nivîsî ye. Lê ta vêga zirara çalakî û tekoşîna wî, kêmasiyên siyaseta wî di nava Kurdan de bi berfirehî nayên nîqaşkirin. PKKê û aligirên wê naxwaz in guftûgo û nîqaş li ser “başî” û “xirabiyên” Öcalan bên kirin. Loma PKKê bi helwest û siyaseta xwe Öcalan jixwe re xistiye “tabû”. Tabû cihê bawerî û qedexekirinê ye. Lê Öcalan dibêje, ku kêmasiyên wî hene. Herwiha ew “rewşenbîrekî Kurd” e û wî “nêzikî sed pirtûkî” nivîsiye. Divê Kurd “li ser hesabê zimanê xwe hînî zimanê din ne bin”; divê ew zêdetir li hev guhdarî bikin. Herê, wiha dibêje, lê wî li ser kîsî zimanê Kurdî xwe baştirîn hînî tirkî kiriye. Dîsa li gor wî PKKê partiyeke mezintirîn demokratîk e (Dara, rp. 82, 86, 88, 131, 144, 191). Mezintirîn demokartîk e, lê Öcalan ji sala 1978 ve yekane serokê wê ye.

Di jor de hate gotin, ku Öcalan dîroka Kurdan nivîsiye. Lê di serdema wî de bi milyonan Kurd ji Kurdistana Bakur terkeser û tengezar bûne. Nêzî bîst salan “şerekî bi gemar, giran û bê nav” li ser axa Kurdistanê hatiye meşandin. Kurdistana Bakur di barê ziman de belengaztir bûye. Şûna di heman demê de şer li ser ax û erda Tirkiyê jî bê meşandin, tenê li ser “Kurdisana hejar” gurr bûye. Herçiqas hejmara kuştiyên Kurd raste-rast nayê zanîn jî, hinek behsa 36 hezaran dikin. Jixwe kesek hejmara birîndaran, seqetan, koran û nexweşên din nizan e. Erd, çiya û gundên Kurdan bi destên dagirker hatine bobebarankirin; bi tonan jahr hatiye belavkirin; bi milyonan mayîn hatine danîn; sê hezar gund hatine werankirin; zêdeyî 50 hezarî cerdevan ji nava Kurdan ji aliyê dagirker ve li dijî doza wan hatine bi çekkirin. Dûbendiyek tund ketiye nava endam, alîgir, “dûajo” û dijberên PKKê. Heger em bibêjin, Tirkiyê bûye sedema damezrandina PKK, Öcalan ji bûye sedema terkeserî û tengezariya “Kurdên bakur”. Nexwe zehmet e mirov behsa Kurdheziya wî yan jî welatparêziya wî bike.

3. Kurdistana Başûr

Tê zanîn ku Mele Mistefa Barzaniyê mora xwe li dîroka Kurd û Kurdsitan daye. Lê gelo Mesut Barzanî, serokê Herema Kurdistan ne Kurdperwer e? Helbet mirov nikare Barzanî û Öcalan “berhevî” hev bike: Yek serketî ye, yê din têkçûye. Lê divê mirov bikaribe pirsa netewperweriya Barzanî jî bi kurtî vekole. Barzanî di axaftinên xwe de behsa çêkirina “(…) malekê ji Kurdan re” dike. Mirov dikare bibêje, mal bi Kurdî “stargeh” e, mirov di mala xwe de “ewlekar” û azad e. Ewlekarî bingeha azadî û serxwebûnê ye. Carnan Barzanî dibêje “(…) Êzdî (…) jî cihê rêzê ne, em hemû (…) tabloya ciwaniya Kurdistanê pêk tînin û (…) piştgirê hevûdû ne”. Ev nerina wî, heger ne taktîk be, Kurdperweriya wî îspat dike. Lê divê bê zanîn rêzdarî bê nûnertî nabe. Ji bilî Êzdiyan hemû kêmarên Kurdistana Başûr bi nûner in. Bivê nevê ev yek netewperweriya Barzanî dixe cihê gumanan. Herwiha li mizgeftên Dihokê de carcaran hinek “meleyên radikal”, ku karmendê hikumeta Herema Kurdistanê ne, Kurdên êzdî wek “kafiran” yan jî “kuffar”, yanî mirovên neyarên Xwedê, îlan dikin. Lê Barzanî ta vêga çiqas pêşiya van pêşderaziyan girtiye? Gelo Mesut Barzanî erkên xwe yên serokatî û netewperwerî çiqas tîne cih? Mînak, tevgera ol- û netewperestê tirk Fetullah Gülen ev çendîn sal in li Kurdistana Başûr Zankoya Îşik vekiriye, dewleta Almanyayê li Hewlêr dibistaneke xwe damezrandiye. Vekiriye, û hikumeta Herema Kurdistan jî alikariya wê ya diravî kiriye, lê Barzanî ji bilî dezgehên nûnertiyê çi dezgehên Kurdewarî li Almanyayê û li Tirkiyê vekirine yan jî piştgirina wan kiriye? Tê zanîn ku gellek netewên gihayî û dewlemend bi miliaran pere û diravan dixin xizmeta parastina ziman, dîrok û çanda xwe. Herçiqas ne rast be jî mirov Almanya berhevî Kurdistana Başûr bike jî, tenê Almanya ji bo parastina çanda civaka xwe her sal zêdeyî 10 miliar Euro xerc dike. Lê tê gotin zimanê Kurdî li Herema Kurdistan ya Îraq jî bûye “zimanê hejaran”.

IV. Encam

Helbet divabû min netewperweriya Dr. Qasimlo, Kemal Burkay, Leyla Zana, Osman Baydemir, Selhattin Demirtaş, Celal Talabanî ûhwd. bi kurtî vekola û vegota. Lê kêmzêde di gotarê de hat xuyakirin, ku îroj di nava hinek siyasetmedarên Kurdên bakur yên navdar de Kurdperwerî ne kemilî ye. Dîroka netewperiya Kurdan pirr ciwan e. Sedemên vê yekê pirr in.

Ji Kurdan re siyastmedarên netewperwer, “partiyên serxwebûnxwaz”, planên serxwebûn û azadiya wan, netewperwerî, “çandina tovê Kurdperwerî yê” û gurrkirina wê, parastina ax û ziman zarûrî ye. Divê Kurd doza netewebûn û dewletbûna xwe di Rojhilata Navîn de bê westan gurr bikin. Di vê sedsaliyê de jî damezrandina dewletên serbixwe bê westan dimeşe. Bivê-nevê divê Kurdperwer û partiyên Kurdistanî li gor vê yekê amedekariya xwe bikin. Bi kurtasî, nexwe divê pîvanên Kurdperweriyê bi taybetî hişyarbûn, hezkirin û parastina ax ya welat, yektiya Kurdan, hişmendî û zanîna dîrok û ziman, wekhevî, qebûlkirin û wekheviya hemû ol û civakên Kurdistanî bin, lê ne qanûn, rêgez, norm û şerî´eta olê bin. Ji ber ku Kurdperwerî nikare li Kurdistan bê Kurdî û hişmendiya netewî geş bibe.

Dr. jur. Celalettin Kartal

Qanûnnasê Navnetewî û yê kêmaran

*PNMŞS: Peymana Navnetewî ya Mafên Şaristanî û Siyasî

About The Author