Ol û siyaset

ilhanKu em îro li siyaseta Tirkiyê, Îranê, Iraqê û dewletên din yên li Rojhilata Navîn temaşe bikin, em dibînin ku ev bi her awahî ol û siyasetê bi hev re dimeşînin. Herkes li gorî xwe olê wek lastîkekê bi aliyê xwe ve dikişîne. Ev çend hefte ne ku medya, siyaset û civak li Tirkiyê bi rista cemaeta Fetullah Gülen û AKPê di nav dewletê de mijûl in.

Bi vê re jî ne bi tenê Îslam e ya ku destpêdike di siyaset û civakê de xurttir cihê xwe bigire, herwiha komên dînî yên mîna Elewiyên li Sûriyê û Tirkiyê, Xiristiyanên li Iraq, Sûrî, Libnan û Misrê, Yarsanî û Bahaiyên li Îranê, Êzdî, komên xiristiyan û şîiyên li Iraq û Sûriyê û gellek komên din ên olî têdikoşin. Ev ne tenê ji bo mafên xwe yên rewa yên tetbîqa azad a ola xwe û qebûla bi awayekî fermî ji aliyê dewletê ve têdikoşin, belê, ew herwiha ji bo bandora siyasî  û xwedîparbûna di dewletê de jî têdikoşin.

Eger ol ne bi tenê weke bawerî lê belê weke nasname were dîtin û di jiyanê de xwedî cihekî wisa be, hingê aloziya bi olên din û dewletê re mezintir dibe. Hinek olên kêmhejmar li Rojhilata Navîn nasnameya olî li pêşiya nasnameya netewî an etnîkî dibînin.

Di nîqaşa zanistên civakî de zanyarên mîna Huntington yan jî Tibi ji mêj ve olê di siyaseta dinyayê de weke yek ji hêzên xwedî bandor ên xweser dibînin. Ev jî pirr caran dibe sedemên aloziyê di nav gel û di nav dewletan de, heta bi şîddeteke hovane wek li hinek dewletên Afrîkayê ku Xiristiyan û Misilman her roj li ser kolanan hev serjêr dikin. El-Qaîde li Rojavaya Kurdistanê mînakeke din e ku serên Êzdiyan jêdike û diavêje ber malbatên wan. Mînakên wiha li pirr cihên din jî hene.

Eger em li dîn weke hêmaneke xweser û ji hêmanên din ên çandê qut binêrin, hingê em dikarin li Rojhilatê Navîn behsa “clash of religions and statesystems” bikin.

 

Ol û îdeolojî

 

Olên Rojhilatê Navîn wisa diyar e ne bi tenê nêzîkatiyên baweriyê bi pêş dixin, ew herwiha awayekî nû yê îdeolojiyan jî bi pêş dixin. Ew wiha jî rêxistinên taybet, weqf, dibistan, zanîngeh heta nexweşxane û hotelan li gorî hewceyiyên xwe didamezrînin û jiyaneke paralel dimeşînin. Ev îdeolojiyên dînî nêrîneke li dinyayê ya îdealîst û jiyana piştre pêşkêş dikin. Piştre ev bi awayekî pirr zelal û berçav bi qaîdeyan tê diyarkirin ku herkes li gorî şertên wan bijî.

Ji ber komên îslamî, ango sunî û şîî, bi sazûmanî û hewldanên xwe bandoreke mezin li ser gel û siyasetê dikin, îro olên weke Elewiyan, Xiristiyanan, Dirûs û Êzdiyan jî dixwazin xwe nû-organîze û çêbikin. Belê bêguman ev rêxistin hîna di pêvajoya xwe ya destpêkê de ne. Ew di heman demê de reaksiyoneke li dijî Îslamîzma li Rojhilatê Navîn de ye û her diçe xurt dibe. Wiha diyar e ku ew di heman demê de şûna bereyên siyasî yên heta niha heyî ango “rast û çep” digirin.

Ev saziyên olî hewl didin ku olên xwe bikin îdeolojî. Wiha jî dixwazin li ser rastiya pêkhatina dîrokî û civakî ya nirxên modern û hesasiyeta bipêşketina şaristaniyê birawestînin.

“Relîjiyonîzm”, ango ku ol bi aliyê îdeolojîkirinê ve diçin, wê bibin krîza bingehîn û veguherînên civakî yên sereke li Rojhilatê Navîn.

Ew nexasim jî bersivê dide krîza siyasî ya dewletên netewe li Rojhilata Navîn û dûrmayîna wan ji demokrasiyê û mafdayîna azadiyê. Sedema vê krîzê jî herwiha guherîna civakî-aborî ya bi lez a dehsalên borî û tepisandina komên dînî û etnîkî ji bêhtirî 500 salan û vir ve ye.

Dewletên wek Sûrî, Iraq û Tirkiye heta Misrê soza xwe ya serxwebûna azadiya her ferd, komên dînî û etnîk û demokrasiyê bicihneanîn. Ewê hesabeî giran bidin, gel ji azadiyê û demokrasiyê dûr bihêlin. Hêvî dikim ev ramanên tarî ji bo siberojê rast dernekevin.

Rûdaw

About The Author