Bela wan li deveyên reben ket

Abdûllah El Kurdî

Erebistana Siûdî 15 hezar deveyên Qatarîyan koçberî derveyî sînorên xwe kir û qûş li wan qetand.

Erê oxlim, hûn Erebên qûntazî bûne dijminên hev, ma sûc û gunehê deveyên xwedê çiye ewladim.

Ma hema hûn gurê deveyên reben in?

Qatar a ku yek ji welatê herî dewlemend û piçûk e, pirsgirêka av û çêrê lê heye. Ji ber vê yekê, deveyên xwe dişandin S. Erebistanê da ku têra xwe biçêrin û ji birçîna nemrin. Lê piştî herdu welatên Erebok bûn neyarên hev û qûn li hev qetandin, S. Erebistan 15 hezar deveyên Qatarîyan ji welatê xwe derxistin derveyî sînor û ew kirin mihacir û koçber.

Aha misilmantîya Erebên qûntazî ev e ha gelî misilmanan.

Bela xwe li heywanên xwedê jî dixin û wan ji av û çêrê mehrûm dikin.
Ez serê we neêşînim, li gor tê gotin, deveyên Qatarê xwe amade dikin ku gilîyê S. Erebistanê li ba Dadgeha Mafê Deveyên Cîhanê bikin û doza mafê xwe bikin.
Û hetta tê gotin ku deveyên Qatarê dixwazin tîm û artêşek taybet çêkin da ku êrîşî ser av û mêrgên S. Erebistanê bikin û li mêrg û çîmenên S. Erebistanê xweserî û kantonan jî ava bikin wesselam…
Bijî berxwedana deveyan!
Erebistan

About The Author