Komeleya Tir-Miran

Li Pozantiya Edenê, piştî xwarina kibabên xweş hevalên şifêr ên endamên Komeleya Tir-Miran civînek li dar xist.
ENCAM:


-Herçend ehliyeta min tune be jî ez wek serokê komeleyê hatim hilbijartin. (Ma şêx û mele hemû musliman in?)
-Ji nuha şûn de heta taliya emrê xwe ez ê ji xêndî tir-miran bi tirimbêl mirimbêleke din rêwîtiyê nekim. (Teyare û Vapûr û Tirên jî tê de)
-Azadiya şifêran berî her tiştî tê û dilê wan çawa bixwaze ew ê wê bikin. (Li nu disekinin, çi dixwin bi serê kesî neketiye)
-Di rê de ji xêndî xwarina pîrzola û kibaban hemû xwarinên din qedexe ne.
-Di meha Remezanê de hewce nake endamên komeleyê rojiyê bigirin, rojiya wan ê qebûl bibe. (Yek bixwaze bigire jî rojeke wî yê bi du rojan bê hesibandin)
-Otostop mafekî însanî ye loma jî jin mêr ferq nake endamê komeleyê karin li her kesî bisekinin û ew ê bisekinin. (Ji bo gilî û gazinan Telefon: 0531 331 31 31)
-Yek dest dirêjî namûsa otostopçiyekî/ê bike, wek ceza ji Stenbolê heta Zaxoyê wê şûtî tazî bimeşe. (Ji bo sitirî û kelem di nigên wî re nerin ew ê bota eskeriyê di nig de be)
-Di rê de vexwarina araqê serbest e lê bi şertê serxweş nekevin.
-Ji bo moral hemû şifêr mehê carekê karin tazî şifêrtiyê bikin. (Lê divê qerewata wan di stuyê wan de be)
-Ji bo endamtiyê jî salê carekê hilbijartin heye. (Vejeteryan nikarin bibin namzet)

About The Author