MİLî, DEMOKRAT, AŞTİXWAZ

Şerefxan Cizîrî

Belê, tevgera Kurdan ya netewi divê hinek têgehan di ajanda xwe de ji xwe re û ji dilxwazê xwe re baş zelal bike. Zelalkirin pêwistîyeke ku bi mebesta me ya milî ve giredayî ye. Bêyî zelalkirina van têgehan niqaşên siyasî, rêxistinî û fikrî şelûlî dimînin, ji ber van sedeman jî tu armancên pratik bidestnakevin. Wext derbas dibe, sal dizîvirin û fersendên dîrokî ji nava destên me dişemitin…

Rastiyeke dîrokî heye; gava ku mirov bi dijminê xwe, bi rikberê xwe nikaribe, mirov veca bi hevdu dadikevin… Iro di nava sîyaseta Kurdan de ev rewşa hanê gelekî beloq li pêşberi me rawestiyaye. Em hevdu zû tohmetbardikin… Di vê tevgirêdanê de jî em gelekî jêhatî ne…

Wê gavê jî niqaş dibe tenê ji bona niqaşê, ji bona tohmetbarkirine, ji bedêla hevbeşbûne belavbûn çedibe, ji bedêla zelalbûnê rewş xumamî dibe û rojeva siyasî û fikrî jî afirînêr nabe. Gava ku têgehên bingehîn naveroka wana baş zelal nebin, diyalogên sîyasî jî berhemdar nabin. Ji bedêla buyerên bingehin niqaşên şexsî derdikevin pêş, em ji hevdu re çîroka te got û min got dibêjin…

Wê gavê, ji bedêla niqaşên siyasî û fikrî çewçew û pitpit pêş de diçe.

Minak; gava ku em dibêjin milî, em çi dixwazin bi vê pênasin bikin? Milîbûn di kîjan çarçovê de divê were famkirin? Gelo Kurdistaneke ku ne milî be, ango ne xwedî ala xwe be, xwedî zimanê xwe be, xwedî dewleta xwe be, xwedî welatê xwe be, xwedî sembolên xwe be, xwedî saziyên xwe be, xwediyê çapemeniya xwe be, statû û nasnama xwe be û berjewendiyên hevbeş yê welat û netewa xwe ne parêze, çima wê navê wê Kurdistan be gelo? Ma gelo Kurdistan bêyî van nirxan çêdibe? Ma ku em navê Kurdistan bikin Utopîstan, Kûndirîstan; Ezîstan çêdibe gelo? Kurdistan gava ku bi hemû nirxên xwe yên milî ya Kurdan be, bi rastî wê gavê dibe Kurdistan!

Gelek ji me dibêjin; em milî ne lê bi rastî şexsê wana beriya milîbûna wana derdikeve pêş. Xwe weke “Xelifê Bexdayê” dibinin û bahwerdikin ku piştî wana wê tufan rabe! Ku ez di holê de nebim dibêje; Ma ku Kurdistan weran bû, miçikî ma, bê statû ma, li ber lingan çû, ma min çi jê ye!

Ewqasi xwe parêz e! Xwe navênda Kurdistan û dinyayê dibîne! Dibêje; ez milî me lê nikare kesayetiya xwe derbas bike…
Belê, rêxistina ku van rastî û nirxan milî ku min li jor qalkirin, di pratika xwe de neparêze, wana bilind neke, ji bona van nirxan fedakariyê neke, di navê wêna de navê Kurdistan hebe jî, ew bi kêrî çi tê gelo? Ev xwe xapandine gelo? Ev Miletê xwe xapandin e gelo? An ji bi tevahî bê armancbûne gelo? Ma siyaset tenê ji bona siyasetê tê kirin? Siyaseta bê armancên milî û gerdûnî, me gelo ne qurqura beqa ye? Bi rastî, bi rastî, di çemê me yê sîyasetê de qurqura beqan kêm nabe…

Baş e, rêxistin, parti, komikên û kesayetîyên ku van nirxên jorî diparêzên, ew çima ne bi hevdu re ne? Çima bi hevdu re ji bona van nirxên milî partî, rêxistin, an jî bereyekî milî ava nakın? Gava ku Kurdistan hewcedarê projeyeke milî be, gava ku piraniya rêxistin, partî, komik û kesên siyasi xwediyê van nirxan be, çima ji bona vê projeya netewî rêxistineke hevbaş ava nabe? Gelo senc û kospên li himberî vê yekitîyê çi ne? Derûnî ne? Kesayetî ne? Mahne ne? Berjewendiyên şexsî ne? An ji bi tevahî bê armancbuneke sîyasî ye? Ango, bi rastî, bi rastî qurqura beqaye gelo?..

Heta ku tevgera siyasî bersivên bi rêk û pek ji bona van nirxên netewî ne de, bahweriya siyasî ava nabe. Bê bahwerî jî siyaset berfireh nabe, nabe malê milet û enerjiyeke afirinêr jî di vî warî de pêk nayîne. Gava ku mirov ji bona armancên siyasî dikevin nava tevgerekê, divê jêhatbûn, fedakarî û amintî bi hevdu re bimeş e. Ma kesên ku mirov lê ne amin be, mirov wana dike pêşeng, rêber, nuwenêre xwe? Ji bona vê yekê mekanizmên demokratik, temsilkarî û taybetmendiyên mirovan divê bi zelalî derkevin pêş. Pêşeng, rêber û nuwenerên me divê çawa bin? Xwedî kîjan taybetmendiyan bin? Siyaset û xebatên raman divê li ser van bingehan bimeş in.

Divê wê gavê rêgezên demokratik û jêhatbuna çalakvanan heta ku derfet hebin benê xebitandin. Aşê me divê tijê biger e! Rê û derfet ji bona mirovên fedakar, xebatkar, xwedî bahwerî, jehatî û pêşkêş bêne vekirin. Divê doza netewî û nirxên wê dozê bibin xala yekemin di ajanda Kurdan de. Kurtêlxwir û nekirkêrên raman û siyasetê jî divê li cihê edeba xwe rûnên. Ma kes dikare belaş bibe siyasetmedar û rewşenbîr gelo? Ji xwe canbazên sîyasetê, keysparêz, qerpal û mirovên ku di civatan de tenê quretiyan dikin, yên ku li ser sifrên dagirkeran ji xwe re li gepan digerin, divê mafê wana tune be ku nûwenertî û temsîla doza netewî bikin…

Ji bona hemû têgeh û nirxên milî divê ev taybetmendiyên ku min li jora qala wana kirîye bikevên nava xebata siyasî û bibin nirxên bingehin di siyaseta netewî de. Ev pênasîn divê ji bona demokrasî, medya, aşitî, dadwerî, geşedan, wekhevî, şariştanî û gelek têgehên din jî were kirin…

Tevgera Kurdan ya milî hewcedarê zelalkirina  helwest, fikir û ramanên xwe ye.
Ma ne bav û kalan gotiye;
Ewê ku nebêje û bike, şêr e.
Ewê ku bêje û bike, mêr e.
Ewê ku bêje û neke, nekirkêr e, an jî kerê nêr e.
Ji me gotin…

Nusaybinim.com

About The Author