BDP 108 – HAK-PAR 1

Belê, HAK-PAR lotikek avêt û di hilbijartinan de şaredarîyek bi dest xist. Wey pîroz û bimbarek be..

Me di nivîsek xwe de gotibû “ heke HAK-PAR karibe muxtarekî derxe jî  baş e”. Lê lotikvanên HAK-PAR ê qîma xwe bi muxtarekî nanîn, li şûna muxtarekî serokatîya şaredarîya bajarokê Konukbekler a Mûşê bi dest xist. Mahmût Subaşi li ser navê HAK-PAR ê bû şaredar.

hakpar Kopie

Axir, li gor saloxdanên sîxurên me yên li bajarê Mûşê, dibêjin xalê me Kemal Burkay ji xelê re gotiye “Meraqa nekin, ev lêlê ye û hîna lolo jî maye. Bi xêr û selamet emê di hilbijartinên pêşerojê de çend şaredarîyên din jî bi dest xin û tew ji xwe belkî em têkevin meclîsê jî ellahwekîl” filan û bêvan.

Belê, her tişt bi kar û xebatê dibe. Bêyî kar û xebatê, bê bedel meriv bi ser nakeve. Lotikvanên HAK-PAR ê bi lotikekê şaredarîyek bi dest xistin. Îcar go çend lotikên xurt bavêjin xwedê zane bê wê çend şaredarîyan bi dest xin..

Ê de şaredarîya we li ser xêrê be babam…

Mûş

konuk

About The Author

2 thoughts on “BDP 108 – HAK-PAR 1

  1. mixabim min digot lotikxane qey serbixweye le derget binxwe riye aligire elki digire ez disa mam bi hesreta mediyaya sebixwe
    sipas

  2. Kekê Mahmûd, gelo li dinyayê medyayek serbixwe heye? Heke hebe jî ew medya serbixwe jî ne xwedîyê rê, rêbaz, dîtin û helwestekê ye?

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.