DESTNÎŞAN

Em wê rojê çûn banqayê, yanê çûn mala pereyan. Ev sê sal bûn me meaşê xwe ji banqayekê distend û ji sê salan carekê banqa diguherî…
Îca her cara ku banqayek bi midurên me re li hev dikin, wek bertîlê perekî hindik didin xebatkaran û navê promosyonê lê dikin. Heta vir dîsa bûyer normal diqewimin. Lê tiştê ecêb ew e ku berê peremosyonê di carekê de dikirin hesabên xebatkaran û ew sax em silamet.

Îca îsal rabûn gotin em ê bi texsîdan peremosyonên we bidin we. Hesabên xwe kirine û belayî sê salan kirine û mehê dike 40 lîra. Wek henekan bi me bikin û kenê me neyê. Hevalekî me go hun dikarin pereyan pêşîn jî bixwazin. Hahoo diranê me beş bûn me di dilê xwe de kir fîqefîq. Me ji midurên xwe re go em pereyên xwe pêşîn dixwazin. Gotin ku wisa be hun ê wek krediyê serî li banqaya me bidin û em ê pereyê heqê we bidin we. Lê gotin em ê jê hinekî bibirin jî!! Me go eman yeman jixwe hun quzulqurtekê didin me îca nekin kerratî ev çi ye filan bêvan. Gotin welleh zagonên me ev in, kes nikare li hember derkeve. Em li ser quna xwe rûniştin û me qebul kir. Ji ber ku mala pereyan û midurên me yên ji me dûr di nav hev de li hev kiribûn me çema stuyê xwe xurand û em hatin banqayê.

bankaLê lê Nurê lê lê Fatê, em ji ku ketin vê civatê!

Em ketin hundirê (bi zaraveya Farqînê em ketin zikê banqayê). Herder wisa dibiriqe ku çavên mirov venabin. Xebatkarên banqayê wisa cilên xweşik li xwe kiribûn ku mirov digo qey ew jî pir xweşik in û hema mirov dixwest kredî mir-edî min dî te nedî bistîne.

De îca werin ecêban. Kaxiz danîn ber me. Ez bêjim 50 pel, hun bêjin 70 pel û tê de bi nivîsên biçuçik tije ne. Ji bo ku tu wan nivîsan bixwînî diviyabû tu sê ro sê şeva li wir bimînî!

Werhasilê Kemal ê nelimal em rûniştin li ber van kaxezan. Pênûsek dan destê me û gotin em kuderê nîşan bidin hun ê wê derê desnîşan û îmze bikin. Ji bo ku pere bidin me quna xwe jî nîşan bidana me yê îmze û dest-nîşan bikira welleh. Wan ji me re gotin me îmze kir û kir û kir û … Ez fikirîm mi go law belkî di wan kaxezan de me difiroşin hinekan û em bi destnîşana xwe dibêjin ‘temam serseran serçavan, jixwe me jî dixwest ku hinek me bibin ji van deran’.

Werhasilê Siloyê xwediyê çêleka qunbirêx ez bêjim 100 hûn bêjin 200 îmze me nivîsî ha nivîsî. Ew roj îroj e ez li ku kaxezek dibînim dixwazim destnîşana xwe lê bikim. Nexweşîna îmzeyê li min ket. Çûm doxtor bo ku tedawî bibim min çi dît? Doxtorê reben jî wek min bûye mexdurê peremosyonê û kaxezek li ser maseya wî ye hema destnîşan dike û dike.
Ez û doxtor rabûn çûn ba melleyekî navdar. Mele ji serî heta binî tif kir me, nîvê pereyê promosyonê ji me stend û em şandin malê. Me ser û cilên xwe şuşt û bi halê xwe yê ji beriya mele şêkirand.

About The Author