QIBLE LÎ KÎJAN HÊLÊ YE ?

Li herêmekê malbatek şerkar hebûye. Tê gotin ku rojên wan di nav qal û qirê de hatiye buhurandin û her tim serê wan di nava belayê de bûye. Ji rojan rojek malxweya malê bi herdu kurên xwe re rûdinê û şîretan li wan dike.

-Kurên min ên şêr, kurên şêran. Bavê we herduyan di vê rêyê de çû ser dilovanîya xwe. Li dijî neheqî û zordestîyê asê bûbû. Hûn ji dikarin mîna bavê xwe jîyanek bi rûmet bidomînin. Lê gunehê min di hustîyê we de be, dema ku hûnê tiştekî nebaş û xirab bikin, bila şîrê min li we helal nebe….û Hwd..

Gelek roj derbas dibin. Cînarên wan yên wê herêmê dema ku tiştek ne baş biqewime, hema yekser davêjin hustîyê herdu birayan û wan gunehkar dikin. Dîsa rojekê li dukanekê hin tişt wenda dibin û têne dizîn. Xwedîyê dukanê berê xwe dide mizgeftê, diçe li ba melle gilî û gazindan dike.

Melle derdikeve sukê û li wan herdu birayan digere.Bêhemdî wan dibîne. Destê herduyan digire û bi xwe re dibe mizgeftê û ji wan dipirse:

–   Hûn fedî nakin malê xelkê didizin? Ka bêjin min qible li kîjan hêlêye?

Birayê mezin gelek aciz dibe. Dest û pîyên wî dilerize û ji hêrsan lal dibe. Radihêje birayê xwe yê piçûk û bi lez û bez ji mizgeftê derdikevin.

Birayê piçûk ji birayê xwe yê mezin pirs dike:

–  Ez benî va çi hal e, çi tiştê nebaş hat serê me..

–  Kuro bilezîne em ji vir dûrkevin. Dîsa wê melle ji me qiblê pirs bike. Diyare ku qible winda bûye û bawer dikin ku me qible dizîye.

Qederê sîh sal berê suwarîyan ji bo Kurdistanek serbixwe, yekgirtî û azad agirê şoreşê dadan û li berxwe dan. Serxwebûn, Kurdistanek azad û sosyalîst ji xwe re kirîbûn qible..

Li gor destûr û regezên tevgera wan, dema ku mirovek bihata girtin, ew dibu şirîkê dijmin, dibû sîxur ( MİT) û heqê wî jî kuştin bû. Piştre belavok li ser dûrişmên wî/wanan dinivîsandin, her wek xaîn, sîxur û nizanim çi qizilqurt….

İro mezinên wan qibla xwe wenda kirine.

Dibêjin “ew Kurdistanek li ser sînîya zêrîn jî bidin me em naxwezin”

“Kurdên derweyî me îlkel mîllîyetçî-xaîn û mirovkuj in” filan û fîstan.

Bi sefareta Surîyê, Baasîyan re, bi MİT a Tirkan re radibin û rûdinin.

Naveroka tevgera netewî bi xîret û çalakîyên wan vala û puç bû û her diçe berbi nebaşî û xirabîyê ve dimeşe.

Her tişt bûye şorbe.

Velhasilî kelam, me Kurdan, zirKurdan qibla rizgarbûna xwe wenda kiriye..

About The Author