Gur ne bes bûn, îcar dora dêleguran e

Em bêjin Kurd brayên hev in, wê hevdu rexne jî bikin û çend şîmaqan jî li hev xin, ev mesela me û pirsgirêkên me yên navxweyî ne. Emê li...

Em bêjin Kurd brayên hev in, wê hevdu rexne jî bikin û çend şîmaqan jî li hev xin, ev mesela me û pirsgirêkên me yên navxweyî ne. Emê li hevxin jî û emê li hev jî bên. Lê kê nîhaye van Tirkan ez wê fêhm nakim. Em hîna ji gurên mîna Dogû Perînçek, Yalçin Kûçik, Kurkçu û zerzewatên wek wan xelas nebûne, îcar dêlegurên Tirk bûn bela serê Kurdan. Ê helbet ev dêlik û dêlegur ne bi serê xwe vê dijminatîyê dikin. Yên ku zimanê wan li Kurdan dirêj dikin, dîsa Kurdên wek wan in.

delik KopieDêlegurên Tirk Doç.Dr. Nazan Ustundag û Doç.Dr. Seda Altuğ, Barzanî bera ser xwe dan û êrîşî Barzanî kirin. Hem jî bi navê dostanî û bratîya Kurdan. Heke dostanî û bratîya Kurdan dijminatîya PDK û Barzanî be, ezê di wilo dostanî û bratîyê de bimîzim, ezê di wê bratîyê nim. Hem jî li ser pira siratê.

Dêlegurên Tirk Doç.Dr. Nazan Ustundag û Doç.Dr. Seda Altug ji Barzanî re dibêjin: „Tu ferqa PDK û çeteyên El Nusra ji hev tuneye. Barzanî bi zaliman re dibe yek û êrîşî brayên xwe dike“ filan û fîstan.

Keçê hey gewende,  ma Barzanî li talanê bavê we xistiye? Kê bazdaye ser we go hûn destê xwe dixin nav kar û barê Kurdan ha? Dogû Perînçek, Yalçin Kûçik û Ertugrul Kurkçu ne bes bûn, îcar hûn ji kîjan qulê derketin oxlim?

Na na, bi namûs ev xanim dixurin. Heta qeraseyekî wek Firildeq Elî nekeve ser dilê wan û girêza avzêma wan neherikîne, biaqil nabin ellahwekîl…

Stenbol

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

    Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
  • Talîş kî ne ?

    Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...