Sofîk û melayên Îranê bûne wekîlên xwedê

De werin û li vê lotika kesanedî binerin.

Gelo çûna bihuştê yan çûna dojehê (cehnemê) karê xwedê ye, yan karê sofîk û melayên îranê ye?

Na na, li gor tê gotin, xwedê wekîltîya xwe daye wan sofîk û melayên rîhdirêj û tapoya bihuştê xistiye destê wan.

guh kisandin1Îmam û xetîbê Tehranê Ehmed Hatemî, ku yek ji kesên nêzîkî Rêberê Îranê Elî Xameneyî ye, di xûdbê de gotiye: ‘‘Erkê hikûmetê ye ku xelkê bi zorê bibe bihuştê. Heke xelk bi qîm û riza xwe neçin bihuştê, divê hikûmet bi darê kotekê, bi zor û lêdanê wan bibe bihuştê“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Ehmed Hatemî efendî herwiha diyar kiriye ku „çênabê xelk di warê aborî û kulturî de bi kêfa xwe azad bin, ji ber ku ew azadî gotinek xelet û bê wate ye“ filan û xeftan.

Ya staaaarrrrr û naûz û bîllah ji destê van sofîk û melayên rîhdirêj!

Kuro oxlim, ma hûn berdevk û wekîlên xwedê ne?

Xwedê teala kê dibe bihuştê, kê dibe dojehê, dikute kê û nakute kê, ma bi serê we ketiye?

Law ev çi lotik in, çi zîtirk in xwedêyo!

Ma gava te aqil belav kir, te piçek neda van sofîk û melayên Îranê ya xweda!

Werhasil, îcar qet netirsin gelî xwendevanan. Kesên ku ji çûna dojehê ditirsin û dixwazin biçin bihuşt û cennetê, qet netirsin. Va sofîk û melayên Îranê bûne wekîlên xwedê û karin belaş, bê mesref we bişînin bihuşta gewrik.

Bi namûs xwedê da we lo.

Hem hûnê bê tirs, belaş û bê mesref  herin bihuştê, hem jî hûnê bibin xwedîyê 70 horî û nûrîyên germik û nermik.

Ooooxxxxxxxx!

Mahabad

 

About The Author