Malbatek tevî zar û zêçan ket firoşgeha xalî û caciman. Pîrekê li xalîyên ser destgeh yeko yeko mêze kir, ji her xalîyê re qisûrek dît û ne eciband.
Mêrê wê wek belengazek li dev dora wê fitilî û got: “ Jiyana min, tu destê xwe dirêjî kîjan xalîyê bikî û biecibînî ezê bistînim “
Pîreka por boyaxkirî cardin zivirî ser destgehan û yeko yeko da vekirin. Firoşkar Heso Kurdekî me yê Sêwazî bû, bi hêrs got “ Xatûnê, we lê mêze kir, ma ez jî can im û nexweş im. Tu çima li min ewqas tadeyî dikî ? “
Zilamê xatûnê got “ Tu çito bêşekar î ? Xanima min çawa dixwaze wê wilo bi dilê xwe li xalîyan mêzeke. “ Filan û fêşmekan…
Heso got: “ Begê min, ez bêşekar im lê ne xulamê xanima te me. Wek te ne belengazê wê me.”
Zilam got: “ Ew taca serê mine, ew çi bixwaze ez amade me jê re. “
Heso got: “ Ew tac belayê, Xweda wê tacê ji ser serê te kêm neke. “
Pîrekê rûyê xwe qirçimand û bi hêrs bi destê lawê xwe girt bi lez ji firoşgehê derket. Zilamê wê jî da pey werhasil…
Ev jî wek mesela “pêvajoya aşitîyê” ye. Her roj Kurd têne kuştin, bi canê xwe berdêl didin lê pêvajo vir û derew e. Zilamê Îmralî’yê hîn jî bi şerbetek afsûnkirî mirîdên xwe sermest dike, ew jî dikin taca serê xwe !…
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye