Xendekçîyên me li hev kom bûn

Belê, xendekçîyên me, ango PDK û PYD li bajarê Stenbolê li hev kom bûn û dan lotik û zîtirkan. Şanda Kantonên Rojavayê Kurdistanê û Şanda Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiyan û rewşa dawî ya İraq, Sûriye, Başûr û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Wey maşelle!

pdk pyd

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Stenbolê be, dibêjin şanda PYD a ku ji Hevserokê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdûlselam Ehmed, Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûrîyê Mihemed Mûsa, Berdevka Peywendîyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk Çinar Salih û Endama Encûmena Cîbicîkar a PYD Beşîre Derwêş  pêk tê, bi Şanda PDK Endamê Polîtburoya PDK Kemal Kerkûkî, Berdevkê PDK Cafer Eminkî û Berpirsê Peywendîyên PDK li Tirkiyê Umer Mîranî re civîya. Herdu şandeyên tirtire û qerase dilê hevdu bi gotinên germik û nermik xweş kirine û çayek seylanî bi hev re vexwarine.

Ma ev jî ne ecêb e gelî xwendevanan?

Çawa meriv hevdu bi „Xendekên Îxanetê“, bi „Îxanet û hevkarîya dijmin“ sûcdar û gunehbar bike, û weke ku tiştek nebûbe meriv bê cem hev û hevdu balêse. Ma ji vê qebhetê mezintir qebhet heye gelo? Lotikvanên PYD, PDK û Barzanî ji ber kolana xendekan bi „îxanetê“ sûcdar dikirin. Û zîtirkvanên PDK jî, PYD wek hevkar û şirîkê rejîma Sûrîyê bi nav dikirin.

Û çi bû?

Tu gû jî nebû!

Wek ku herdu alîyan tir û fisek kiribin, qet ne xema wan e. Îxanet û hevkarîya rejîma Sûrîyê bûn tir û fis û li ber ba ketin.

Îcar navê vê siyaseta xendekçîyan çiye hûn bêjin heyran, ez hew dengê xwe dikim.

Stenbol

 

 

About The Author