Piştî Kurdistan avêt teneka zibil, ji hepsê derket

Belê, piştî 4-5 salan, xalê me Hatîp Dîcle ji girtîxana Amedê derket û bi firê ket, azad bû.

Wey li ser xêrê be û xwedê bikim ew carek din nekeve qulika hepsê rebbî..

Lê azadî ne wilo rehet û hêsan e haaaaaaa, na. Bawer nekin ku xalê me Dîcle hema wilo bi rehetî ji hepsê derketiye. Hatîpê me berxwedanek mezin da, heta go xwe ji fikra „Kurdistanek serbixwe“ safî kir û xwe ji xêr û gunehên Kurdayetîyê dawşand, 4-5 sal derbas bûn. Ev jî wextek ne dirêj e.

hetibo KopieAxir, xalê me hatîp Dîcle berî demekê hevpeyvînek bi rojnama Cûmhûrîyet a Tirkî re kiribû û ji rojnamevan Utku Çakırözer axivî bû.

Hatîpê me çi gotibû tê bîra we gelo?

Gotibû: „Me fikra dewletek serbixwe (Kurdistanek serbixwe) ji zû de avêtiye teneka zibil (teneka çopê). Em Xweserîya Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo Tirkan jî dixwazin“ filan û fîstan û xiyar û bacan.

Yanî, Hatîpê me bi van gotinên xwe îspat kiribû ku ew di hepsê de bûye „Çopçîler Qralî“ (Paşayê Çopçîyan) û payebilind bûye.

Gelo kê welatê xwe avêtiye teneka zibil ku Hatîp efendî davêje?

Hatîp efendî kî ye û kurê kê ye ku Kurdistanê bavêje teneka zibil?

Werhasil, îcar we fêhm kir bê Hatîpê me çima ji hepsê derket û azad bû?

Ma kesê ku Kurdistanê bavêje teneka zibil azad nabe?

Ma xelatê nagre û terfî nabe?

Yaaaaaaa, aha Hatîpê me ji bo vê lotika xwe azad bû ha braknoooooo..

Heta Kurdistan neavêt teneka zibil û nebû çopçî, dewleta virqo Hatîpê me berneda û hûn sax…

Amed

 

About The Author