LI GEL

Çavê higivî rondik barandin, ji ber girîyan mijgul cotandin

Li ser hinarkê rû cihok xetandin, li gel vê maye ez fikirandim

 

Lêvê wêy tenik tî ji pelgûlo, sil têda nema wek pelê çilo

Ziz bû lêvên wê ne got min dilo, li gel derdê min ez pir êşadim

liebe

Seetkê berê bi kêf şahî bû

Ma çi wê guhert hewqa hezin bû

Ma bi halê min ewna girî bû

Li gel dilê hişk rondik palandim

 

Rondik palandim tilî bûye pir

Li kortika çav golik çêkir ji dir

Kanî nesekinî hem dabû gurgur

Li gel ziwa bû dest li min şûştandin

 

Destê min şûştin ew rondikên pak

Weke kanîya ava berfa pak

Dixwazim vexum weke ava xak

Li gel bagurgur bê hiş derandim

 

Gaza bagurgur bê hiş û serxweş

Di gel ronî bû li min xiste reş

Gula dil piçkek vebûbû bû geş

Li gel xunavê wê ez bêhnandim

 

Wê ez bêhnandim wek misk û ember

Weke xunavê li ser gul dabû der

Ku bi sehêra rojê dabe der

Li gel xunavê li nav gerandim

 

Ma ew poşman bû hilda destê xwe

Ma yar hat bîrê dîtim li rex xwe

Yan baqê gul dit li ser masa xwe

Li gel bi yar im wê ez helandim

 

Hew hate bîrê ku kasê rake

Girî rê neda bi qîra bangke

Nalebite ew  ku ji cî barke

Li gel hewqas kîn dest lê gerandim

 

Dest lê gerandim nizanim bo çi

Dil hat guhertin leqîbû ji cî

Yan ji bo evînê pir bûbû birçî

Li gel li berxwe ket perde çirandim

 

Perde çirandim her tişt vekirî

Ez pir peyivîm ji gelek derî

Çi bê fedî bûm bê şerm bûm merî

Li gel gund bajar  li hev civandim

 

Ji xwe ev çend sal ez têr narazim

Di xeyalê de wek têla saz im

Nêçîrê dikim wek teyrê baz im

Li gel gêj jî ma ez ne razandim

 

Hewqa giran bûm nebû peyva min

Kes pê nizan e sirê dilê min

Ne bi kêfa min ne ji derdê min

Li gel vê sebrê ez bilbilandim

 

Ez bilbilandim bi peyvên zêde

Ji min re digot û ketim pê de

Ez ketim pêşî û ketim rê de

Li gel evîn bûm dest li por gerandim

 

Ger evîndar bûm min ewna negot

Li dilê evîn wê lêdabû rot

Bi peyvên ridik wê ji min re got

Li gel aşiq bûm wê ez sotandim

 

Ez bûbûm aşiq di kemlanê de

Ji xeynî wêna min nedî zêde

Ne dihat bîrê bikevê rexde

Li gel bi yekbûm ez weritandim

 

Min her didî yek dido ne li bîrê

Ne dihat bîrê lep lêde bi firê

Yeqîn min ne dikir dil ku biçirê

Li gel hewqas eks ez hilweşandim

 

Ez hilweşandim bi quwet zêde

Bi wan pencên şewk dil ji hev berda

Xwîn herikî ji dil kete navê de

Li gel birînê wê ez qîrandim

 

Wê ez qîrandim ji kûranya dil

Dil hêsîr dikir û bi xwe ra bir

Di destê wê de weke berx û gur

Li gel ewqas êş wê ez parandim

 

Bi ser hev dabû ji bo yek nuqtê

Neha bûn dudo girt û bernade

Qey ne saxlem bû waswasî ketyê

Li gel yeqîn pê wê ez şikandim

 

Wê şikê rakim dibêjimê no

Yek besî min e navim ya dudo

Li benda min e her kêlî her ro

Li gel ya pêşî ez sekirandim

 

Ez sekirandim her bi ya pêşî

Dil li cem kon vegirt û kete rê meşî

Bê weswes û şik red kir ya paşî

Li gel gunehê min sing lê jidandim

 

Xistim ber singê pir bi kêfxweşî

Bi dest vekirî û bi dev beşişî

Serxweş dikirim bêhna misk reşî

Li gel pişt girtin hibir xetandim

 

Got min zanim ez hibir kaxet e

Çi horî perî te bike red e

Me cihûm çêkir ji Dîcla-Firat e

Li gel qelemê te ez matadim

 

Te ez matandim bi dilê peritî

Min dilê te girt te ê min girtî

Qet qebûl nakin lihêf guhertî

Li gel evînê bêhtir jidandim

 

Agirê evînê bêhtir gurî da

Serdestî lêkir di destê mir da

Jiyan li ba te sikur di nîr da

Li gel her axê pevra gerandim

 

Jiyan bi hevra ger dest ne li hev

Dilê me yek e her tim li ba hev

Newal dagirtin deryayê bi kef

Li gel kelekê li ser gerandim

 

Ez dîlbera te tu Cenkzêrê min

Ez hekîma te tu nexweşê min

Xwînî zehmet e te gotibû min

Li gel nekenim rondik barandim

 

29.04.1987

 

 

About The Author