Ma we ji kesekî pirsî heval?

Belê, berpirsê Peywendîyên PKK rêheval Demhat Egîd lotikek avêt û serê hefsêr berda.

Demhatê me ji Basnews ê re gotiye: „Ji bo referandûma li Başûrê Kurdistanê, pêwistî bi komdengîya niştimanî heye.  Ji ber her biryara ku li parçeyekî Kurdistanê bê dayîn, bandora wê li ser hemû parçeyên din ên Kurdistanê dibe“ filan û fîstan.

demhat egitBerpirsê peywendîyên PKK Demhat Egît rexne li serkirdayetîya Başûrê Kurdistanê girtiye û gotiye: “Çima we ev pirs ji dewletan kir û ji me û hemû Kurdan nekir, pêwîste gel biryarê li ser babeta encamdana referandûmê bide û hemû reng nerîna xwe bînin zimên, ne ku bi partîtî bê kirin û pirs ji welatên derdorê bê kirin“ filan û dîsa fîstan.

Erêêêê erê!

Ê başe hevalê Demhat,  gava we li bakur doza xweserîya demokratîk kir, gava we netew-dewlet li Kurdan heram kir, gava we li rojava kanton û karton ava kirin, we ji kê pirsî? Hûn bi kîjan partî û dezgehên parçeyên Kurdistanê şêwirîn? Ma we ew biryar ne bi serê xwe da?

Êêêêêêêê, naxwe ev çi çîrok û çîvanok in heval!

Yanî divê serokatîya Herêma Kurdistanê berî herkesî ji we bipirse, ji we destûrê bixwaze û piştre doza serxwebûnê bike ne wilo?

Tew mala minê!

Tew li vî aqilî û li vê lotikê!

Û tew li van çîrok û çîvanokên axirzemana!

Erê lo, ji PKK re xweserîya demokratîk, heramkirina netew-dewletê, avakirina kanton û kartonan adet e, lê ji Kurdên başûr re serxwebûn qehbet e.

Wele yabo xweş mesele ye…

Kurdistan

 

About The Author

4 thoughts on “Ma we ji kesekî pirsî heval?

  1. Ma kekê demhat qey nabine ku her hefti serokatiye basur lê tirkiyeye u kak erdogan sireta wan dike u petrola kurdistane bê hevre dê firosen hewci sîretê wene

  2. Kekê Merwan, em şîretan li Demhat Egît nakin qurban. Ew şîretan li xelkê dike û em jî bi awayekî maqûl pirsan jê dikin. Gava yek şûjina di çavê xwe de nebîne û derzîya di çavê xelkê de bibîne, nabe.

  3. Cemîlê Çardehgurçik, birko bi xwedanê şev û roj, bi qurhane te xwendî û zebura min nedîtî, bi eniya kumê mîr yek bi yek emê hatine bêndere nokên bi telek. De qet dengê xwe nek, naxwe emê bêtir hev bikin helak.

    Bi xwedanê te ku tu pêbawer hetanî pere zêr û heqîqe ber çavê Berzaniyê te nebin bider te parî ji parî nekir xwar..

    Ha Birayê Merwan; bi qurhane Petrola Batmanê û sofitiya Sofî Qaso, hetanî APO cî û Barzanî û cemaweren cîranmayî nebin xwediyê bêndera elokên spî, we negot ax xwezî li vê demê û vî zamanî. De herin xwedê we bi oxir bikî…..

  4. Evê ku xwe ji her kesî mêrtir û bi aqiltir di bînin, her kes ji van mêrtir e û bi aqiltir e. Em jî sebir dikin ka dawya wan wê çi derkevê? Diyare ku di haw hawa wande tişt nîne balonek valaye. Wexta ku hûn Kurdîstan na xwazin naxwe we dawa çi li vî gelî dikir? Êku hate kuştin û êku koç ber bû Kurdîstan vala bû, kê valakir? Hinek ku mane jî ewna jî bi Tirkî di axivin, dawya me, em bûne Tirk, me dawa Tirkîtîyê dikir; ne dawa Kurdî tîyê bû.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.