Here MÎT, were MÎT, Kurdan dîsa bi xwe de rît

Belê, MÎT bûye parçe û şirîkek ji siyaseta Kurdên bakur û bi taybet jî ji siyaseta hevaller û yoldaşlerên me. Êdî li bakurê Kurdistanê û belkî li parçeyên din jî, siyaset û xebat bê MÎT a Tirkîyê nabe û nayê kirin. Qedera Kurdan ketiye destê MÎT a Tirkîyê û hefsarê wan jî dîsa di destê lotikvanên MÎT ê de ye. Êdî em radibin MÎT bi me re ye û em rûdinên dîsa MÎT bi me re ye. Belkî di avdestxanê de jî, di ser gû û mîzê de jî hazretî MÎT bi me re ye, kes nizane.

Belê, mesela me li ser Partîya Dewşîrmeyên Tirkîyê (HDP) bû.

besir-atalay KopieBirastî ji serî de bêhna gennî ji hinek lotikvanên HDP dihat. Tew berî ku HDP bê damezirandin, ji roja ku şoreşgerê bin kayê Ertûgrûl Kurkçu abêmiz û Tirko yoldaşlarên wek wî ketin nav BDP û bûn wekîl û rêvebirên Kurdên xwelîser, û tew bûn qasid û postacîyên Îmralîyê, me texmîn dikir ku kerametek wek kerametên Yalçin Kûçik di vê meselê de heye. De me go xem nake, xwedê kerîm û rehîm e, helbet baş yan xerab wê serkulek kerê yan jî zelqek mirîşkê  jê derkeve.

Û di talîya talî de zelqek jê derket û Beşîr Atalay ew zelq eşkere kir.

Zelqa MÎT ê!

Çiye zelqa  MÎT ê?

HDP ye!

Ne em dibêjin ha, na. Beşîr Atalay dibêje. Atalay dibêje “ HDP  bi fermana Ocalan û MÎT ê hatiye avakirin“ filan û fîstan.

Di derbarê avakirina HDP de Cîgirê Serokwezîrê Tirkîye û Koardînatorê Pêvajoya Aşitîyê Beşîr Atalay, di bernameyek televizyonê de daxuyanîyên girîng dan û têkilîya Ocalan, MÎT û HDP raxist ber çavan.

Cîgerim Atalay di axavtina xwe de got: „HDP bi biryara MITê û Ocalan hatiye avakirin. Heta niha hevdîtin bi rêya MITê dihatin kirin. Ji vir û pêve wê dezgehên din jî tev li hevdîtinan bibin“ filan û fîstan.

Beşîr Atalay efendî dîsa got: „Piştî HDP ava bûye, cara yekem e ku bi watedarî kar têne kirin. HDP di van xebatan de rolek girîng dilîze, berendamê HD  Selahattin Demirtaş jî êdî siyaseta Tirkiyebûnê dike“ û pê de çû.

Û watedarîya karê HDP çi ye?

Înkarkirina netew-dewletbûna Kurdan, lidijderketina Kurdistanek serbixwe, parêzerîya „demokratîk-dewşîrme ûlûsî“, afirandina çopçîyên wek  Hatîp Şakşak, Tirkayetî û Tirkîyeyîbûn e.

Axir û ez serê we neêşînim kezebno, êdî lam û cîm ji HDP û hevkarên wê re nemaye.

Beşîr Atalay rasterast, bê vir û derew tilîya xwe xist çavê Kurdên bakur û got: „Min di we kirinoooooooo, heta bi partîyên we jî em ava dikin, hefsarê we di destê me de ye, bêyî me hûn hew karin herin ser doşekên jinên xwe jî ooxxxliiimmmmm!“ û peyamek qerase da me.

Ê de pîroz û bimbarek be rebbî!

Bijî MÎT, ÎT, HDP, LGBT, TRANS, MOTOR û kê kir kê!

Bijî demokratîk dewşîrme ûlûsî û çeqilmastîzm!

Enqere

 

 

 

 

About The Author