Sîmbola berxwedanê

Arîn Mîrkan, sîmbola berxwedanê

Li Mişttenûr, li bajarê Kobanê

Ji bo welat, te xwîn û jîn û can da

Serên hovan li wan taht û kuçan da

 

arineDi nav koma çetên mejî gemar da

Bi nefret te neman li ser neyar da

Hezar û çar sed û çil sal gemar in

Nabin mirov, devbixwîn û neyar in

 

Dema kember di piştê de leqandî

Wekî volqan li Mişttenûr teqandî

Li ser xaka şêrîn dijmin kirî qir

Dehan gewdên segên reş bûne komir

 

Hezar silav li canê pakrewanî

Şêra Efrîn, Cizîrê û Kobanî!

Tu bû rûmet ketî rêza Şehîdan

Tu bû evîn ketî dilên Egîdan

 

arin

About The Author