Dez 31, 2014

    Hevseroka gelê Kurd (!) dîsa da navê

    • by Lotikxane
    • 4 Years ago
    • Kadîn
    • 380 Views
    • 2

    Evan Kurdên çeqilmast, yan jî çeqilmastên ku li ser navê Kurdan didin lotik û zîtirkan, ne tenê destên xwe, lê lingên xwe jî xistine kuna Kurdan û ha ha qûşê li wan diqetînin. Hûn dev ji siyasetê berdin, di her warê jiyanê de Kurdan asîmîle û entegreyî dewleta Tirk û civaka Tirk dikin û Kurdan ji nirxên wan yên netewî bi dûr dixin, çewalên ji çewalên Amerîkayê mezintir dixin serê Kurdên xwelîliser. Me her tişt safî kir, ma dora Galatasaray, Fenerbahçe û tîmên quzê kerê. Ji Galatasaray û tîmên fûtbola Tirkan pêve tu derdê Kurdan nemaye. Tew mala minê tew tew!

    pervink KopieAxir, Hevseroka gelê Kurd (!) xaltîka we Perwîn Bûldan xanimefendîlerî, dîsa li ser navê Kurdan verşîya û Kurd tev kirin Galatasarayî. Bûldanka ku hîna hesabê kujtina mêrê xwe û 17 hezar welatparêzên din ji dewletê nepirsiye, îro ji bo paraztina nirxên dewleta Tirk û têkbirina nirxên Kurd û Kurdistanê zîtirkan davêje. Heyf û mixabin!

    Werhasilî kelam, em dûdirêj nakin û serê we naêşînin, Perwînka me Kurd tev kirine Galatasarayî. Çima ku başqanê Kurdên sererd û binerd Ocalan Galatasarayî ye, hem hemû PKKlî kirine Galatasarayî, hem jî temamê Kurdên xwelîliser.

    Keçê kezîkurê, peppûkê, nemayê, ez bi hezaran PKKî û alîgirên PKK nas dikim ku yan Fenerbahçelî ne, yan jî Beşîktaşî. Û hem Trabzonsporlî û Ataturksporlî ne jî.

    Îcar ji ku Kurd hemû Galatasarayî ne xibşê?

    Gelo niha rehmetî Şavaş Bûldan ji gorê rabûya û ev rewşa xanima xwe bidîta, wê bigota çi ez pir meraq dikim!

    image001

    • image002candbakır 7 gün önce

    Bn bir dbakırlı olarak bu kürt türt davasında dbakır ustunden oynanan oyunların hç biri gerçek dbakırlı degıl adam şırnaktan batmndan mardınden bingölden elazığdan vs vs orda barınamamış gelmiş dbakıra bu işleri yapıyor bir dbakırlı olarak bn cok acıyorum bu dbakıra

    • image002bela 8 gün önce

    Ne mutlu Kürd’üm diyene :))) bu ülkeyi ve bu ülkenin her ferdini seviyorum AKP’liyide BDP liyide MHP liyide CHP liyide diğerlernide herkesin doğrusu Yanlışı kendine.

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    2 Comments Already

    1. Ez car caran li lotikxana we dixwénim. Li bami tolikxana anji deruxanaya.Ez li we temasadikim wun çika xwe feri deruwan kiriye.Wun bune wek mekina deruwa.gelek sirket mekiné kumaré derxistin u paraki mezin
      Kezenc kirin.Wun ji sirketeke xweyi deruwa vekin wun paraki mezin kezenc bikin.Ma çavén we pekine
      wun nabinin di dargirgirina sengalé hata iro timamén hézén PKK u PYD di haréméde ser dikin.ez wek we ne yek terefim.wun wek séré di kulé dene.Kurdistan dismin kir çar parçe lé é wek we nahélin
      bibe yek parçe
      Her biji KURDISTAN biji pkk kdp ynk ypg.

    2. Birêz Tolikxane, heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e.

      Tu dev ji her tiştî berde qurban, tolika xwe bixwe. Û bi tolikê re parparê jî bixwe belkî tu rastîyan bibînî.

    Comments are Closed.

    %d Bloggern gefällt das: