Ji bo hilbijartinê, hewildana “Yekîtiya Neteweyî” xapandin û pakbûna PAKê

 

Selim_Acar-jpgBi nêzîkbûna hilbijartina parlementa dewleta tirkan a 2015an re, serdan, lêgerîn an jî hewildana “yekîtiya netewî” ketiye rojewa siyasî ya kurdan, di weşanên nivîskî û vîzuel de ev hevildan zêde  derdikeve pêş. Gelek kes û dezgahên kurd û kurdistanî vegotina pêwistiya pêkhanîna “yekitiya netewî” dikin. Bi bêjeyên din, dibê kurd “yekîtiyake netewî” avabikin û bi yekîtîya wisa herin hilbijartina parlementa tirkan, da ku bighêjin sedan hilbijartinê, ango %10an beşdarên hilbijarên parlementa tirkan wergirin.

Partiya hêztirîn, bi serê xwe biryar daye, ku bi navê partiyê têkevin hilbijartinê. Ew  li ser partî û komikên din ên kurdan bi şêwên cûda, xwe ferz dike da ku kurd xwe mecbûr bibînin û dengên xwe bidin wê. 

Rastî kengî pêwistiya “yekîtiya netewî” bê rojevê, dibê mirov du caran bifikire û bi hişmendiyek şik di derheqa nerînên “yekîtiya netewî” birame, ji ber ku hesteyên netewî ji bo armancên kesayetî, komikî, çînî, olî ûhw bi şewakî pir hêsan dikane bê bikaranîn. Û hestê netewî car bi car bi şêwakî ne baş, qirêj, tê bikaranîn, ne bes hinek komik, partî an jî kesên kurd hestê netewî bi şêwakî çewt bikartînin, di nava refên gelek gelên din jî hestê netewî ji bo armancên xwe yên qirêj bikartînin.

Mînakên her zelal û vekirî li ber çavan hene, nîjatperestiya tirkan, farisan û ereban in. Kengî hinek kes û komikên tirk û ereban hestên “welatperestiyê” derxistinin pêş, di wê deme de xerabî û bobelatî hatiye rojewa welatên wan. Ataturk, Xumeynî, Seddam, Esad ûhw vê rastiya nîşan danin.

Di helbesteke helbestvanê tirk Nazim Hikmet de:  

„welat

zevîyên we be

ez xayinê welêt im“

Nazim Hikmet xayintiya welêt hînjî berdewam dike

Ku mirov ji helbesta Nazim Hikmetî îlhamê bistîne, hewildana xebata “yekîtıya netewî” bi mişexes ji bo hilbijartina 2015an a parlementa tirkan, mirov dikane wisa bêje:

Eger “Yekîtiya netewî” kursiyên we be…

hijmara kursiyên we ya di parlementa tirkan de, be…

derbasbûna benda %10an a hilbijartinê be…

ez li dijî yekîtiya netewî me

dijîyetiya min bi  yekitiya netewî re berdewame!.

————————–

Gelek caran mirov ji “rewşenbîr” û siyasetmedarên tirkan  dibihîze ku ew nizanin bê kurd çi dixwazin, ji ber ku yekîtiya wan nîne û yer hinek tişkî dixwazin. Mirov bêjeya “kurd” jê derxe ji dêvila bêjeya kurd ya Ûris, Swêdî an jî Îtalî binivîsîne!… Kî dizane hemû Ûris çi dixwazin? Tu carî yekîtiya Ûrisan çêbûye, an jî ya Swêdiyan? Kurd wek her gelî û netewî ji gelek komik, çîn, ol, zayend û kesan pek tê, înterese û xwestinên wan komik çîn,ol, zayend û kesan cûda ne, di cûdabûneke wisa de kî dikane behsa yekîtiyakê bike?! Ma yekîtiya gelê tirk heye, ku behsa tunebûna yekîtiya gelê kurd dikin? Diyare ew ji zikreşiya xwe, tunebûna yekîtiya gelek kurd tînin ziman. Lê tunebûna viziyonek kurdistanî pirsgirêkek mezin û sereke ya kurdistaniya ye 

Ji yekîtiya netewî zêdetir, viziyonek netewî ji kurdan re pêwist e ku, her kurd xwe di nava an jî beşekî vê viziyonê de bibîne. “Kurdistana azad, bi dema nû re, bi her şêwî de pêşketî û demokrat” dikane bibe viziyona kurdistaniyan.

Gelo çima piraniyên “rewşenbîr” û siyasetmedarên kurd li ser viziyona Kurdistanî ranawistin? Dubare dikim, ji kurdên bakur re yekîtiyake viziyonê pêwist e. Di çarçewa viziyina Kurdistanê de dezgahên kurdistanî dibê yekitiyak xwe pêk bînin. Ku dewleta tirkan, ji bo çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê, mecbûr bibin bi kurdan re bide û bistîne, dibê qiblenameyeke kurdan hebe, ew jî viziyona Kurdistanî ye.

Vegotina yekitiya netewî ji bo hilbijartinê dibe, lê vegotina yekîtiya netewî ya ji bo vê pêvajoka çareseriya kurd an jî “demokrasiyê” nabe! Balkêş e ew komik, dezgah û şexsên zêde vegotina yekitiya netewî ji bo hilbijartinê dikin, lê nabêjin çima ji bo çareseriya kurd û Kurdistanê li dora masak gilover dezgahên kurd û parlementa tirkan bi hev re nadin û nastînin . Ya aktuel ev e: Pêwistî heye ku  dezgahên Kurdistanî bi rêberên tirkan re bi dora masake gilover rêyên çareseriyê bigerin. PAK dibê bi israr ser yekitiya viziyoneke Kurdistanî û daxwazên dayin û stendina masake gilover bîne ziman.

Lê kengî hilbijartin nêz dibe, hilbijartin dikeve rojevê hinek kes “yekîtiya netewî” dikin mîna benîşt û di devên xwe de her dicûn. Xwestin û armancên xwe yên şexsî, partî û komikî dikin dewsa, armancên netewî. Bi kurtayî gel dixapînin….

A her balkêş, gelek partî, komik û kes ji yekîtiya bi partiya mezintirîn re, bawer nakin lê ji ber mezintirîn û hêztirîna wê, xwe bêçare dibînin û dikevin nava hewildanên yekîtiya hilbijartinê. Yên xwe bêçare bibînin û ji ber mezintirîn û hêztirîna partiyekê siyasetê bi rêbivin, ew nikarin bi hêz bibin.

Ev cara çenda ye partiya mezintirîn û bi hêztirîn di demên pêşiya hilbijartinan de li deryên komik û partiyên kurdan dide, behsa pêwistiya “yekîtiya netewî” dike, lê çend roj pêşiya diyarkirina namzeta de, wan îzole dike û bi kes û grubên tirkan re yekîtiyê ava dike. Ma qet partiyên kurdan ji serboriyên xwe dersan wernagrin?! Ên ji serboriyên xwe dersan wernegrin, ketin û poşmanî mafên wan ne!

Gel di nava çend salan de îrada xwe disipêre partiyeke siyasî ku ew partiya  xwestinê gel, di mideta demekê de bicîh nîne, gel îrda xwe ji wê partiyê paş werdigre. Lê partiya bi hêz ya bakûrê Kurdistanê ev îradeya kurdan, mîna malê xwe dizane, û wisa bawere, wê heta û heta ew îradeya wan be. Yên îrada gel heta û heta dawiyê malê xwe dizanibe, ew nikane behsa bêjeya demokrasiyê bike. Partiyên nikanibin ji bo îrada kurdan wergirin têbikoşin, û îrada gel heta û heta ya partiya mezin dizanibin an jî wisa qebûl kiribin, mafê jîyana xwe ya siyasî wenda kirinin, ew dûvikên hêz û piraniyê ne. Rewşa gelek “rewşenbîrên” kurd jî yên xwe serbixwe dizanin, ji partî komikên bûnin dûvikên partiya bi hêz, ne baştir in.

Gelo bi hesabê hijmarên kursiyên di parlementa tirkan de, bi hesabê derbaskirina %10an a benda hilbijartina tirkan, wê çaresiriya kurd û kurdistanî pêk bê? Bersîva zelal, na ye! Lê çima hinek dezgah û kesên kurd wisa zêde ji bo hilbijartinê behsa yekîtiya netewî dikin. Vekirî û zelale, armanca hinek kesan kursî û hijmarê kursiya ye. Di vî warî de dijitiyake vekirî û zelal heye.

Partiya legal a mezintirîn ji bo “yekîtiya netewî” ya kurd di nava hevildanekê de ye, lê bi hêla din re xwe wek partiyeka kurd û Kurdistanî nabîne. Wê çawa partiyeka Tirkiyeyî,  di nava partiyên kurd û Kurdistanê de cîh bigre? Partiya xwe Tirkiyeyî bibîne pêwist e, xwe wek beşekî ji dezgahê sistema Tirkiyeyê qebûl bike. Dibê ala tirkan ala wê be, dewlet tirkan dewleta wê be, hêjeyên Tirkeyê hêjeyên wê be ûhw. Ên dijî vê rastiyê derdikevin bi xwe re ne di nava yekseriyê de ne û hewldidin kurdan bi durûtiya xwe ya siyasê bixapînin. Pêwiste, PAK pak bimîne û siyaseteke wisa ya qirêj û durû bi kar nîne.

Di salên 70 û 80 de ”rewşenbîr” u siyasetmedarên kurd bi siyasetmedar û ”rewşenbîrên” tirkan re di nava nîqaşeke wisa de bûn: Dibê kurd xwe cûda birêxistin bike û ev jî mafê kurda ye, ji ber ku kurd netewekî cûda ye. ”Rewşenbîr” û siyasetmedarên kurd hewldan xwe ji Tirkiyetê azad bikin, her çiqas ji hêla mejî de ji Tirkiyeyê azad nebûn. Nerînên tirkiyeyê her di hicreyên mejiyên rewşenbîr, oldar  û siyasetmedaren kurdan de cîh girtibû û girtiye. Lê di dema 2000an de gelek siyasetmedar û ”rewşenbîrên” kurd bi şêwakî israr îdea dikin ku ew yekîtiya Tirkiyeyê diparêzin.

Mejiyên gelek ”rewşenbîr” û siyasetmedarên kurdan, bi kemalizmê jardadayî bûnin. Yek ji wan partiya ji partiya di nava kurdan de bi hêztirîn tê dîtin û ew hewildana “yekîtiya netewî” dike, ji hêla din jî xwe partiyeke Tirkiyeyî dibine ji ber vê yekê jî bi “çep” û “demokratên” tirkan re dikevin nava hewildana yekitiya hilbijartinê. Ji hêlekê kurdan dikşîne ber partiyen tirkan, ji hêla din jî bi hinek grubên tirkan re yekseriya Tirkeyê diparêzin. Bi kurtayî, komik û partiyên kurdan bi Tirkiyeyê re şîrêz dike, ev jî entegrasiyona Tirkiyeyê ye. Ji bo partiyên kurd û Kurdistanî ji Tirkiyeyê azad bibin, yek ji wan pêwistiya jî, dibê ew cîhê parlementa xwe li Amedê bizanibin, ne li Enqereyê.

PAK rêxistineke siyasî ya nû ye. Her çuqas ew partiyake nû jî be, ew berdewama hêjayên Kurdistanî ye, dibê rihê herdu Saidan bi wê re hebe, ji ber vê yekê dibê ew ji siyaseta xesandî û newêrek dûr be. Û nebe amûrekê pêvajoka entegrasiyona Tirkiyeyê. Çewtîyake wisa wê li ser vê partiya pak û birêz pir giran rûne. Bi kurt û kurmancî PAK dibê nekeve nava qirêja entegrasiyona Tirkiyeyê. Û bi her şêw û mistewê ji mejiyê Tirkiyeyê azad be.

Pirsgirêka PAK ê ne %10an a seda hilbijartinê ye, pirsgirêka wê, beşdariya parlementa li Amedê ye. Parlementeke formel jî be li Amedê bicive, ji 100 kursiyên li parlementa tirkan hêjatir û bi rûmetir e. Yên hesreta kursiyên li Enqereyê di dilê wan de ye, bila ji nava refên PAKê dûr bîmînin ji bo PAK pak bimîne. Hesreta kursiyan, siyasetê qirêj, armancî Kurdistanî deforme û şolî dike û bike!…

Ma ev tê vê watê hibijartina parlementa Tirkan kurdan eleqeder nake? Tişt û pêvajokên bi kurda re têkil bin, bi PAK re jî têkildare. Hilbijrtina Tirkiyeyê Kurd û Kurdistanê eleqeder dike. Ji ber ku hilbijartin Kurd û Kurdistaniya eleqeder dike, dibê siyaseteke PAK ê di derheqa hilbijartinê hebe. Siyaset li ser bingehê hêz, armanc  û viziyona siyasî tê meşandin.

Dibê PAK pak bîmîne û bi rastiya xwe razî û hevkirî be, ew partiyek nû ye, ne hequs bi hêz e ku çewtîya bike û li ser pêyan bimîne. Ya duemîn, dibê ew pir zelal bîne ziman, armanca wê ne ketina parlementa tirka ye, hijmara kursiyên parlemento ne çareseriya keşa Kurd û Kurdistanê ye. Hilbijartin amûreke ku PAK nerîn û siyaseta xwe bighêjîne raya giştî ya Kurd û tirkan. Dibê ev çarçewa siyaseta PAKê ya di derheqa hilbijartina parlementa Tirkan be!     

Selîm Acar

Kurdinfo

 

About The Author