Tirr li ku û das li ku Aylokê!

VonLotikxane

Mai 12, 2015

Nûroj Hebizbinî

Endamên îstîxbarata Îranê li Mahabadê xwestin destdirêjîya keça Kurd Ferinaz Xosrawanî bikin. Keça Kurd Ferinaz Xosrawanî ji bo nekeve destê qûnekên Faris û namûsa wê nelewite, xwe ji qata 4an avêt û xwe kujt. Helwestek bi namûs û xîretane danî, namûsa xwe teslîmî Farisên qûnreş nekir. Evê bûyerê Kurd rakirin ser tapanan û li seranserê cîhanê Kurd xwedî li keça Kurd Ferinaz Xosrawanî û helwesta wê derketin. Lê mixabin hinek Kemalîst û dewşîrmeyên çeqilmast bûyer berovajî hev kirin û bi helwest û daxuyanîyên xwe dîsa xizmeta Farisên qûnreş û dagîrkerên Kurdistanê kirin.

Jinên dewşîrme yên HDP qaşo li Amedê meşek li dar xistin û bûyera li Mahabadê şermezar kirin. lê xwezî nekiribûna û xwelî li serê xwe nekiribûna. Jinên HDP li Amedê bûyer û kiryara li Mahabadê ji naveroka netewî dûr xistin, naverok vala kirin û helwesta Farisên qûnreş ne wek êrîşek li dijî Kurd û jina Kurd, lê tenê wek êrîşa li ser jinê bi nav kirin. Ango mijar ji naveroka netewî û Kurdbûnê dûr xistin û wek her tiştî ew beravêtî û bêwate kirin. Wey ne li we be û ne li meşa we û şermezarkirina we be! Endamên îstîxbarata Îranê bi destdirêjîya keça Kurd Ferinaz Xosrawanî xwestin destdirêjî namûsa Kurdan bikin. Lê ev jinên gewende û qereçîyên HDP jî heman destdirêjîyê dikin û mijarê ji naveroka netewî vala dikin, pûç û vala dikin.

Axir…

Îcar em bên ser porkur û xwelîsera Ayla Akat xanim efendîlerî.

Wekîl û zîtirkvana HDP Ayla Akat Ata li bajarê Batmanê xwelîya 7 gundan li serê xwe kir û mijara Ferinaz Xosrawanî dîsa berovajî kir. Akat xanim efendîlerî destdirêjîya keça Kurd Ferinaz Xosrawanî û gerîllaya PKK Berîtanê kir wek hev, lê helbet naverok çelqo belqo kir û dijminatîya xwe ya li hember PDK û Barzanîyan eşkere kir. Ayla Akat xanimlerî li Batmanê di axavtina xwe de lotikek Eşme rûhkî avêt, wê jî wek rêhevalên xwe xizmeta dilnexwazên Kurdistanê kir û di kesayetîya PDK de êrîşî Barzanîyan û xeta netewî kir.

Wek tê zanîn, di 1992an de li Xakurkê di navbera PKK û YNK de (ku îro herdu hevkar û şirîkên hev in) şer derketibû û gerîllaya PKK Berîyan ji alîyê pêşmergeyên YNK ve hatibû kujtin. Lê porkura Ayla Akat pir bi zanatî mijarê berovajî hev dike,  kujtina Berîtanê dixe stuyê PDK û dixwaze PDK û endamên îstîxbarata Îranê têxe heman mêzînê. Xwelîsera Ayla Akat Ata gotiye: “Çawa ku Berîtan radestî (teslîmî) PDK nebû, Ferînaz jî radestî endamên Îtlaatê (Îstîxbarata îranê) nebû” filan û fîstan û jehr û ziqûm. Ayla Akat a ku gellek kes wê wek endama MÎT a Tirkîyê destnîşan dikin, PDK û Îstîxbarata Îranê dike yek û xwe di bin cilikê de vedişêre. Xaltîka me Ayla Akat yek ji wan Parêzer (Ebûqat)ên Kemalîst e ku li serê PKK bûne bela yan jî kirine bela û bi rêya wan Parêzerên Kemalîst berê Kurdan didin Tirkbûnê, Tirkayetîbûnê û Tirkîyetîbûnê. Çima ku PDK û Barzanî doza serxwebûna Kurdistanê dikin, Ayloka me radibe kujtina Berîtanê dixe stuyê PDK (ku ji min  û we çêtir zane ku YNK Berîyan kujtiye) û PDK tohmetbar dike.

Ez serê xwe û we neêşînim kezebno, gotinek heye dibêjin: “Heke rêberê kerê deve be, wê pozê kerê ji erdê ranebe”.

Îcar heta ev Kemalîst û dewşîrmeyên Tirkmanc serok û rêberên Kurdên xwelîser bin, wê pozê me Kurdan jî her û her di nav gû û rîxê de be û hûn sax…

Batman