Antonîo Vêga
Manuela Arcûrî yek ji navdartirîn jinên Îtalî ye. Xanimê lîztikvan e, bedew e, germ û nerm e û wek pizotek agir e.
Helbet jin tev germik û nermik in, lê Arcûrî xwedîyê taybetmendîyek din de. Xanimê hem akadamîsyen e û hem jî erbaba „Karate“ ye, xwedîya kembera reş a Karateyê ye.
Yanî, kare bi lotikekê tirrê ji deh zilaman berde û wan wek kerên serxweş li erdê bigevizîne. Ji ber vê, çi zilamên ku xwe nêzîkî wê dikin, xwe jê disitirînin û tenê bi „ax û keserê“ dilê xwe lê rehet dikin. Lê kesên ku heta nihapê re jiyane û jê re bûne yar û dostik jî, gotina wê nekirine dudu û berberîya wê nekirine.
Manuela Marcûrî xanim ev wêneyên xwe li ser pişta kevokekê şidandine û ji xwendevanên Lotikxanê re şandine. Li pişta wêneyekî xwe eynen wilo nivîsandiye:
„Gelî xwendevanên Lotikxanê, min bihîztiye ku hûn mêr û cengawer in. Aha va şar û va mişar, heger tirr di we de mabin û hûn bi qûna xwe bawer bin, derkevin pêşberî min û xwe biceribînin. Heger we zora min bir, ji xwe ezê 24 seetan di xizmeta we de bim. Na heger we zora min nebir û min qûş li we qetand, hûnê carek din pesnê xwe nedin û dernekevin nav zilaman“ filan û fîstan.
Axir, Manuela Arcûrî ji we xwendevanan re dibêje „hodrî meydan“ û lotikekê davê bin zikê we kaka. Kesê ku pisporê „karate, jûdo, tekwando, kûng fû, taykîk û lotikên bêserûber“ be û biwêre doxînê li xanimê xist bike, bela serî li „Komîta Firkandin û Nermkirin“ a Lotikxanê xe û xelas…
Roma
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye