Bajo mêvano bajooooooo!

Cemîl Cewher

Belê canekem û qurbanekem….

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, xortê çeleng û seksî kak Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e û meydana xebata wê ne li Başûrê Kurdistanê ye.

Û kak Mesrûr Barzanî jî gotibû „divê PKK dev ji Qendîlê berde û ji Başûr derkeve“ filan û bêvan.

Yanî çi?

Yanî kengî go mêvantîya PKK biqede, ewê vegere kozik û kadîna xwe, ango wê vegere Bakurê Kurdistanê û dev ji Başûrê Kurdistanê berde, hew pozê xwe têxe nav kar û barên wan.

Ez bawerim kak Nêçîrvan û kak Mesrûr Barzanî ji min û we baştir û çêtir PKK nas dikin. Nêçîr û Mesrûrê me baş zanin ku PKK wek wê şîrêza Japonî ewa 404 e û ku bi cîhekî ve zeliqî jî, hew xwe berdide. Yan divê tu bi darê zorê û kotekê xwe ji wê şîrêzê xelas bikî, yan jî bi allahwekîl ne maddeyên kîmyewî wê şîrêzê jê dibin, ne jî jehra silêmanî. PKK wek wan gen û qijnikên nav şeqê pez û dewaran e, heta dilopek xwîn hebe wê bimije û xwe jê bernade.

Axir…

Endamê Komîteya Peywendîyên Derve yê KCK Demhat Egîd, ji ajansek nêzîkî PKK re got ku „em li Başûr ne mêvan in“ û gotinên me sediqand. Demhat Egîd bi dîn û îman, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar ku ew hêzeke Kurdistanî ne, li her çar parçeyên Kurdistanê hêzên wan di eniyên şer de ne, zirarê nagihînin ti alîyekî û di berjewendîya yekîtîya neteweyî de kar dikin.

Yaaaaaaaa, te dît kak Nêçîr?

Te dît kak Mesrûr?

Cenabê we çi ji PKK dixwaze kaka?

Qey hûn dixwazin Rojhilata Navîn ji demokrasî, kanton û bratîya gelan bêpar û mehrûm bimîne canekem?

Ma ku ne ji PKK û Qendîlê be, demokrasî tê Rojhilata Navîn û „Xelklerîn Qardaşlixî“ pêk tê qurban?

Ma barê şoreş û mirovatîya dinyayê ne li ser pişta PKK û generalên Qendîlê ye kaka?

Na na kak Nêçîr, kak Mesrûr, vê gunehkarîyê li PKK û gelên Rojhilata Navîn nekin. Wan ji demokrasî û kantonan mehrûm mekin û Şingalê bêxwedî nehêlin cîgerim.

Ma ku PKK ji Başûr derkeve, wê kî bi 7 gerîllayan Şingalê biparêze qurbanekem?

Kantona Hewlêrê

About The Author