PDK-B kongreya XII. lidarxist û lotikek avêt

 Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B) kongreya xwe ya XII (12). lidarxist û dest bi lotikan kir. Kopîyek ji daxuyanîya kongreya PDK-B bi rêya sîxurên sererd û binerd ket destên me û em jî pêşkêşî lotikvanên xwe dikin. Ê de li ser xêrê be rebbî….

Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur,  Kongreya xwe ya XII. pêk anî.

Kongreya XII. ya PDK-Bakur, bi sirûda netewî Ey Reqîb û rawestandina rêzgirtinê ji bo giyanê hemi şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Kongre silav li gîyanê şehîdê partîya me û endamê Meclisa PDK-Bakur, Rodi Mercî kir û kursîyê rehmetî di nav rêza delegeyên kongrê de bi bîranîna xebata wî xemiland.

Kongreya me bi beşdarbûna delegeyên ji Ewrûpa, Tirkîye û Kurdistanê pêk hat û li Kurdistanê bi coşek germ bi dawî bû.

Kongre bi axaftina Komiteya Amadekariya Kongreyê dest bi xebata xwe kir û li gor destûra partîyê rapor hatin xwendin.

Di kongreyê de rewşa partiyê û konjoktura siyasî li herêmê û Kurdistanê hat  şirovekirin û nirxandin.

Kongreya XII. di rewşek taybet de pêk hat ku li Bakurê Kurdistanê, ji ber nearamî, tundrewî  û şerê di navbera dewleta Turk û PKK de civaka Kurd ber bi rewşek xirab ve diçe.

Li Başûr û Başûrê rojavayê Kurdistanê demek dirêj e ku şer û êrîşên hovane yên Daiş’ê di rojeva yekem de ye.

Tevî hemî zîyan, zordarî, dîl û şehîdên Kurdistanê, cihê dilxweşîyê ye ku êdî dema têkçûna Daiş’ê dest pê kirîye. Di vê dema nû de, hêzên peşmerge bi piştgirîya hêzên hevpeymanîya navdewletî xaka Kurdistanê ji gemara Daiş’ê paqij dikin.Gund û bajarên Kurdistanê û bi taybetî deverên derveyî îradeya herêma Kurdistanê tên rizgarkirin û madeya 140 bicîh dibe. Ev jî sedemek e ku roj bi roj bawerîya gel bi şerê pêşmerge qewintir dibe.

Herêma Kurdistanê di heman wext de nêzî 2 milyon penaber ji hemî ol û neteweyên Kurdistan û Iraqê xweyî dike. Bi vî awayî sîyaseta rast ya Serokatîya Herêma Kurdistanê rêzgirtinek xurt di nav dewletên dinê de distîne.

Li Başûrê rojavayê Kurdistanê gelê Kurd serkeftîyên mezin li dij Daiş’ê bidest dixe. Cihê dilxweşîyê ye ku ev beşê Kurdistanê bi piştgirîya pêşmerge û hevpeymanîya navdewletî Kobanî û gundên dora wê rizgarkirin.

PDK-Bakur di wê bawerîye de ye ku yekrêziya partîyên Kurdî li Başûrê rojavayê Kurdistanê  wê serfirazîya gelê me xurttir bike. Yekrezîyek wisa di heman wext de, pêdivî û erkên civaka demokratîk e.

Li Rojhilatê Kurdistanê  di xebata partîyên Kurdistanî de demek nû dest pê dike. Pêşmergeyên her du PDK û çalakvanên Komala roj bi roj li Rojhilatê Kurdistanê hêvî û geşbûnîyê belav dikin. Xebata pêşmerge û hêviyên gelê Kurd bi hev şad û bextewar dibin. Bi hêvîya ku xebatek wisa, di demek nêz de, rejîma Îran ya totalîter û kevnperest têxe tengasîye.

Li Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên 7.Hezîranê, rewşa aram hate guhertin û îro şer di navbera hêzên dewleta Turk û PKK de  dest pê kirîye. PDK-Bakur vi şerî ne di berjewendîya gelê Kurdistanê de dinirxîne.

Dorpeça Cizîrê ya 9 rojî û zordestî û niheqîya li hember xelkê sivîl ji teref dewleta Turk û PKK de, bûyeren li Ṣirnex, Farqîn, Nisebîn û Amedê xeletîya vi şerî heşkeretir dike.

Li gor Rêxistina Mafe Mirovî di navbera du heyv û nîvan de 96 mirovên sivîl hatine kuştin. Xelk bê nan û av dimîne û di bin dorpêça dewleta Turk de bêzar dibe.

HDP wek hevalbendê PKK di hilbijartina 1 ê Cirîya Paşîn de beşdarîyê dike û dixwaze xebata siyasî li Parlamentoya Turkîyê bidomînê.. HDP xwe wek partîyek Turkîyeyî bi nav dike, lê hevalbendên HDP şerê çekdarî  ji bo xweserîya demokratik dikin(!).

Rawestandina şer pêdivîya xelkê Kurdistanê ye. Pêwiste ev şer bê qeyd û şert raweste.  Alozî û nearamîya li Bakurê Kurdistanê, derbederî û şerpezetîya Kurdên bakur ne di berjewendîya Kurd û Kurdistanê de ye.  Di vê derbarê de bar û erkek mezin dikeve ser milê partîyên Bakurê Kurdistanê. Pêwiste di rewşek wisa de partîyên siyasî û rêxistinên mirovî û civakî li Bakurê Kurdistanê xwedî yek helwest bin û li dijî şerê di navbera dewleta Turk û PKK de yekdengîya xwe pêk bînin.

Ji ber şerê ku li Kurdistanê heye,li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd di bin xeterîyek mezin a koçberîyê de ye. Heta ku Kurd nebin xwedî dewlet û qedera xwe bi destê xwe destnîşan nekin, ewê ji alozî, koçberî û şer azad nebin. PDK-Bakur di wê bawerîye de ye ku çareserkirina pirsa yasaya hilbijartinê ya Serokatîya Heremâ Kurdistanê wê doza serxwebûna Kurdistanê bihêztir bike û wê ev hêz bandora xwe li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.

PDK-Bakur bang li hemî hêzên welatparêz dike ku li dij vî şerê ku berjewendîyên gelên Kurd binpê dike yekdengîya xwe pêk bînin.

Kongreya XII.bang li hemû welatparêz,demokrat, dilxwaz û kedkarên PDK-Bakur dike ku di bin sîwana partîya xwe de bicivin û vegerin nav refê partîya xwe. Bi pêkanîna yekrêzîya xwe û bi xebatek welatparêzî û demokratîk wê bikaribin PDK-Bakur bihêztir bikin .

BIJÎ SERXWEBÛNA KURDISTANÊ ! 

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ- BAKUR (PDK-BAKUR) 

Çirîya pêşîn 2015 / Kurdistan

About The Author