CİRA HİRÇê

Şerefxan CİZÎRÎ

serefxan-ciziriGelo di nava gel de hirç weke tebakî çawa tê tesawirkirin? Hilbet bersiva vê pirsê li gora zanebûna mirovan dikare were guhertin. Mirov çiqasî hirçan nasbike, dîtinên mirovan jî ewqasî nêzîkî rastiyê dibin. Lê gelek caran rastî xebat û têkoşîneke dûr û dirêj dixwaze. Rastî gelek caran nixumandiye. Ji bona ku dîtin mirovan di derbara hirçê de zelal bibin; hinek dikarin hirçê weke tebakî dilovan binav bikin, hinek hirçê weke tebakî hov nişandidin, hinek dibêjin hirç tebakî xeşîme, hinek li ser hirçê ne xwediyê dîtinên zelal in. Ji ber van sedeman jî çirok û çivanok li ser hirçan gelek hene.

Bi vê mijarê vê giredayî kurteçirokek gelek balkêş li ba gelê kurd heye; dibêjin du hevalên hevdu li ser taybetmendîyên hirçê ketina nava niqaşeke gelek kûr. Hiso û Miho her yek ji vana dîtineke li ser hirçe dibêjin û diparezin. Hiso dibêje hirç hêka dikin, Miho jî dibêje na wele hirç çêlîkan tînin! Herdu heval bi bawermendi dîtinên xwe diparezin. Kes berbipaş de gav neavêje, kes ji raya xwe danakeve. Niqaş dirêj dike… Hiso dibêje wilehî, bilehî, tilehî hirç hêka dikin. Miho dibêje na wilehî, bilehî, tilehî hirç çêlîkan tînin!..

Rewş her ku diçe girantir dibe…

Di dawî de herdu heval bi hevdu dişewirin û biryar didin ku hewara xwe bigihêjînin melayê gund, mele Çiringo. Mele Çiringo mirovekî zanaye û dikare vê pirsgirêkî ji me re hal bike. Herdu heval bêşik di vê bahweriyê de ne. Xwe amade dikin û rê digirin diçin ba melê. Lê belê niqaşa wana hîna berdewam e. Kes ji ya xwe danekeve. Di hewşa melê jî de niqaş bi germî berdewam dike. Melê li hundirê xwe nîqaşê dibihîze û vê rewşa nazik fahm dike…

Hiso û Miho pirsgirêka xwe bi çoşeke mezin ji mele Çiringo re dibêjin. Herdu bi bahwerî ditina xwe dipazin û hemû cebilxana xwe dixin tevgerê. Hiso dibêje ez rast im, Miho dibêje na wele, ez rast im! Çiqase ditin, bahwerî, raman, hicetên ku wana heq derdixine hene, pêşkeşî melê dikin. Melê Çiringo jî li nava tekstên olî gelekî geriyaye, xwedî tecrubeye, zanaye lê ji bona wina rastî ne gelekî giring e.
Li gora dilê xelke dipeyive, dilê kesî ji xwe nahele…

Pişti ku mele Çiringo demeke baş li Hiso û Miho guhdarî dike, dûra keysa xwe xweş dike, gotinan di devê xwe de dibe û tîne, tama devê xwe xweş dike û dibêje; gelî Mislimanan, Xwedê Teala hemû mexluqat cihê cihê çêkirine. Hemû teba ne, weke hevdû ne. Hinek ji wana cirxweş in, hinek hov in, hinek kedî ne û mirov sûdê ji wana werdigirin. Mirov şîr û goştê hinek teban dixwin, hinek teba jî goştê me dixwin! Vêca ev hirç jî maxluqateke gelek xerib e. Mirov wêna nikare baş fêm bike. Geh wilo ye û geh wilo ye! Ne tebût e! Cira hirçê nexweş e, li gora kêfa xwe tevger dike, bi qîma xwe ye. Carna hêqa dike û carna jî çêlika tîne!

Rastî ev e got mele Çiringo û pirsgirêka Hiso û Miho li navê hişt!..

Di rastîya xwe de helwesta mele Çiringo ne helwest bû, bê helwestî bû…

Ma gelo mele Çiringo di vê helwesta xwe de bi tenê ye gelo? Na xêr!

Li derdora xwe baş temaşe bikin; di nava sîyasetmedaran de, di nava rewşenbîran de, di nava rayedaran de yên weke mele Çiringo gelek hene. Roj heye giringbûna zimanê kurdî bilind dikin, adinî rojê giringbûna zimanê kurdî diavêjin ser sergo. Roj heye dibêjin emê zimanê kurdi fêrbibin, rojeke din ziman ji bona wana ne gelekî xwedî wate ye. Hicetan bi duv hevdu de ji mere dihejmêrin. Roj heye demokrasî di ser hemû tiştan re ye, adinî rojê demokrasî tenê di gotinê de dimîne. Roj heye em Kurdistanî ne, adinî rojê em qala tixubên dagirkeran dikin. Roj heye ala Kurdan sembola me ye, weke ya hemû netewan, adinî rojê bêdengî heye…

Belê ev helwesta du rû di nava gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan de bûyê weke prensîbekî jîyanê.
Helwesta wana bi rastî weke ya hirçê ye, li gora kêfa xwe tevger dikin, bi qîma xwe ne û rojên xwe derbas dikin. Ramanên wana ji weke yê mele Çiringo ne! Sêvan dixin berika hemu kesan! Naxwazin dilê kesî ji wana bimîne, di her tevgirêdanên sîyasî, rewşenbîrî û civakî de xwe didin pêş lê zêde bikerî tiştekî jî nayên. Zanin qûretîya bikin û ramanên mirovan tevlihevdu bikin. Kurdên ku dixwazin xizmetê ji gelê xwe re bikin divê wan kesan baş nasbikin; eşkere xuyaye ku ba ji kîjan deveran were, kesên wilo berê xwe didin wir…

Weke zîzokê ne, hema li dora xwe dizîvirin lê belê tucara jî qala pirsgirêkên civatî nakin! Di navendên buyeran de hergav ew hene, lê tu rêgez û encam di çalakiyên wana de tunene..

Bi gotina dawî û kurmancî; em bi helwesta mele Çiringo nagihêjin tu meqsed û miradan!

Nusaybinim.com

About The Author