Kompûter û êşa çavan

Di dema îro de pêwistî û girîngîya komşûterê pir mezin e. Bi pêşketina teknolojîyê re girîngîya kompûterê zêdetir derketiye pêş. Teknolojî û kompûter êdî bûne beşek ji jiyana meriv, parçeyek ji jiyana rojane.

Pêşketina telknolojî û kompûterê ne tenê fêde, lê helbet zirar û ziyanê jî bi xwe re tîne. Bi taybet bikaranîna kompûterê zirarek mezin digihîne çav û mejîyê meriv. Her çiqas meriv pê nehise jî, lê di nava demê de zirar û bandora ku kompûter digihîne çav û mejî, zêdetir derdikeve pêş.

Di bikaranîna kompûterê de gazindên ku herî zêde derdikevin pêş, çav û êşa çavan, westandina çavan e. Êşa ku bi rêya kompûterê digihê çavan, bandora xwe li mejî jî dike û dibe sedema serêşê jî. Ne tenê serêş, kompûter dibe sedem ku meriv xumamî bibîne, cot bibîne, çewata çavan û zîzbûna li dijî şewqê.

Kompûter, heke meriv rojane zêde bikar neyne, zirarek mezin nade çavan. Lê bikaranîna zêde çavan diwestîne, dêşîne, dîtinê xumamî dike û çavan ji çapa xwe dixe. Di nava demê de dibe sedem ku yan berçavkan bikar bîne, yan jî bi rêya doktor û bijîşkan li çareserîyên din bigere. Ji ber ku çav di jiyana meriv de lebatên herî girîng in, divê meriv li çavên xwe baş miqate be û wan newestîne.

About The Author