Juni 9, 2023

Osmanê me bû lehî

Av.E.Dîlan

Birastî niznim ne bikenim, ne bigirîm. Em Kurd ketine rewşek wisa ku nayê gotin.

Qeraseyê zilaman, xalê me Osman Baydemîr, xwest di meclîsa Tirko û Virqo de şowekê bike, lotikekê bavêje û qaşo dilê Tirkoleran bi hal û rewşa Kurdan bişewitîne. Lê lotika wî fêde nekir, xwe di nav Tirkan de kir qirdik, xwe û em Kurd kirin benîştê devê Tirkoleran. Osmanê me di dema axavtina xwe de xwest bala wekîlên meclîsa Tirko-Virqo bikşîne ser şer û pevçûnên li Sûr, Cizîr, Silopî û Nisêbînê û xwêsîya wî di qirika wî de ma, nîvgirî bû. Belkî dilê me Kurdên xwelîser pê şewitî be û me mebesta wî fêhm kiribe.

Lê Tirk?

Adinî rojê Tirk çi bêjin başe hûn zanin?

„Hendekçîler aglamaya başladî – Xendekçîyan dest bi girî kir“ flan û fîstan.

Law ma meriv li ber Tirkan xwe piçûk dike û digirî xwedêhişto?

Ma tu Tirkan nas nakî qardaşim?

Tu hêvî û lavan ji kê dikî babam?

Ma tu nizanî adinî rojê wê Tirk vê lotika te başûpê û paşpaşkî li te vegerînin cîgerim?

Yanî bi girî te qencîyek kir?

Na welle, bille û tille na!

Tenê te xwe jî û me Kurdên xwelîser jî di çavê Tirkoleran de piçûk xist, belengaz xist û te hişt ku em hew karibin li cem Tirkan devê xwe vekin.

Ma girî mêranîyek e qurban, mêranî ne girî ye. Mêranî ew e ku hûn terka meclîsa Tirko bikin, dev ji demokratîk û memokratîkbûna Tirkoleran berdin, xort û keçên me di ber wan de nedin kujtin, di xendek û çal û koncalan de bimîzin û sînorekî bikşînin navbera xwe û „Xelklerin Qardaşlixî“ û „Ortax Vatan“ ê xwe. Mêranî ew e ku hûn wêne û sûretê Atavirqo û alên Tirko-Mirko di salonên xwe de hew daliqînin, hew xwedî lê derkevin.

Berê digotin „Girî karê pîrekan e, zilam nagirîn“ filan û fîstan.

Lê ez bi serê xalê xwe Osman kim, Osmanê me ev gotin jî serûbinê hev kir û kir „Girî karê zilaman e, pîrek nagirîn“ allahwekîl…

Ma me ji bo girî hûn şandine meclîsa Tirko yaw, waweylê….

Girî nîşana belengazî, bêçaretî û teslîmîyetê ye wesselam…

Enqere