Fermana Şingalê

Ev Şingale Şingale, fermanek reş û tale

Qêra jin, pîr û kale, ziman di dev de lale

Bi navê islam û dîn, qirkirin û serbirîn

Xistin nava welêt şîn, ma kes hiştin bê birîn?

yezide12

 

Di bin navê Xwedê de, Mûhemed û Mekê de

Di tarîya şevê de, cilreşan berî lêde

Hilgirê alek reş in, dilbikîn û rûreş in

Mejî hov û qûnreş in, ji jînê ew bêbeş in

 

DAIŞ-ekî xedare, pir qirêj û gemare

Wek jahra koremare, li Şingalê dibare

Milet kirin tarûmar, ji Şingalê ta Zimmar

Wêran bû gund û bajar, kuştî ketin bêjimar

 

Sedsala me bîst û yek, ev neyarê tirsonek

Kuştin yara çavbelek, şaciwan û porxelek

Şingal bû gola xwînê, hişk kirin dara jînê

Xwê xistine birînê, weywaweyla vê kînê!

 

Çend DAIŞ-ekî gemar, çilo gihiştin Zimmar?

Çawa girtin cî û war, kê em xistin devê mar?

 

Yan ev qeder û bexte, rewşek aloz û sexte?

Bê plan û bê wexte, pştek bê çek û rexte?

Heta me hebin xayîn, canê yarê dibe xwîn

Dibe girî, dibe şîn, ji Zaxo ta Xaneqîn

 

Lê guhdar be bê hişo, vaye Qasimê Şişo

Xakê ji DAIŞ dişo, kir mişkê devê pişo

Ji Şingal ta Rojava, gurmîna dengê tava

Hezar car malî ava, ronîya herdû çava

 

Kurdistan, 27.08.2014

About The Author