Wele lotikek xweş û pîroz e

Elî Efrînî

Lîztikvan û lotikvana Misrî Îlham Şahîn lotikek xweş û pîroz avêt û berê xwe da sermezinê Ebûbekir el Bagdadî.

Lotikvana germik û nermik, di hevpeyvînek xwe de gotiye: „Ez bi navran û doxîna şerwalê we kim, heçê sermezinê Ebûbekir el Bagdadî bikuje ezê pê re bizewicim. Ne tenê zewac, ezê bibim cêrîya wî jî. Ezê wî ewqasî bextewar bikim go di xewnên şevan de jî nedîtibe“ û pê de çûye.

Îlham xanim dibêje ku „Heke Bagdadî bimire wê dîsa aramî û aştî bê Rojhilata Navîn û êdî wê kes kesî nekuje“ û pê de çûye.

JI alîyê din, li gor saloxdanên sîxurên Lotikxanê, dibêjin xelîfeyê DAÎŞê Ebûbekir el Bagdadî jî di derbarê Îlham xanimê de axivî ye, bi şeş telaqên bê fitû sûnd xwariye û gotiye: „Jinên min ji min berdayî bin, heçê vê horîya germik û nermik ji min re bîne, ezê wî bikim cîhirê xwe û ezê mifta bihuştê têxim stuyê wî“ filan û bêvan.

Îcar nesekinin qurban, heke hûn Bagdadî bikujin, wê Îlham xanim a germik û nermik bibe jin û cêrîya we. Û heke hûn wê radestî Bagdadî efendî bikin, hûnê mifta bihuştê têxin stuyê xwe û hûnê bibin mêrê 72 horîyên bihuştê û hûn sax…

Efrîn

misirli-aktris-ilham-sahin-1 Kopie

About The Author