Şerê terş û talanê dest pê kir

Cemîl Cewher

Belê, başûrê Kurdistanê di nav qeyrana aborî de avjenîyê dike û rewşa aborî xirab e. Dizî, bertîl û gendelîyê malik li başûrîyan xirab kiriye. Hikûmeta Kurdistanê ketiye wê rewşê ku hefsarê xwe dîsa têxe destê Heyder Ebadî û qûnreşên Bexdayê ji bo ku karibe pirsgirêka xwe ya aborî çareser bike.

Piştî civîna Encumena Serokatîya PDK, endamê berê yê Serkirdayetîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şêx Edhem Barzanî axivî û çend lotik avêtin. Xalê me Ethem Barzanî ji Rûdawê re got: „Canekem, li herêma Kurdistanê ne gendelî, lê talankirin heye“ û keserek kişandiye.

Talankirin ha!?

Erê xalo can, ma piştî go hasil gîhaye Mûsilê, hişê we hat serê we qurban?

Piştî go gendel û diz û bertîlxuran li terş û talanê Kurdistanê xistin, hûn bi xwe hisiyan?

Yan we bawer dikir ku wê pare neqedin, xelas nebin û wê Kurdistan bibe Dubaî?

Ma welatê ku diz, gendel û çeqelên navxweyî lê hebin, kare dewlemend û azad bibe?

Werhasilî kelam, Serok Barzanî li dijî terş û talana Kurdistanê şer daye destpêkirin gelî xwendevanan.

Dibêjin meriv ji nîvê rê jî vegere kar e û ne xisar e.

Heke rê li ber dizî, gendelî û terş û talana Kurdistanê bê girtin, belkî dîsa bêhna me bê ber me. Na go neyê girtin û heramî dîsa terş û talana xwe bidomînin, ez bi serê bavê we kim, emê dîsa bibin parsekên ber devê derîyên Bexdadê û Erebên qûnreş û xelas…

Hewlêr

About The Author