Kê li ser te xwendiye xalo can?

 Hevserokê PYD xalê we Salih Mûslim, li Parlamentoya Ewropayê, di semînerek taybet de axivî û dîsa lotikek qerase li nav guhê Kurdistanek serbixwe xist û dijminatîya PDK kir. Xalê...

cemil-cewher

 Hevserokê PYD xalê we Salih Mûslim, li Parlamentoya Ewropayê, di semînerek taybet de axivî û dîsa lotikek qerase li nav guhê Kurdistanek serbixwe xist û dijminatîya PDK kir. Xalê me Salih Mislim, ragihand ku wan tenê bi PDK re arîşe û pirsgirêk hene û got: „Bi allahwekîl PDK çavkanîya pirsgirêkan e“ filan û fîstan.

Piştî ku sofîk û melayên Tehranê li dijî Kurdistanek serbixwe derketin bi çend rojan, xalê me Salih Mislim jî daw û delingên xwe hildan û di Parlamentoya Ewropayê da lotik û zîtirkan.

Salihê me di axavtina xwe de li dijî netew-dewletbûnê û serxwebûna Kurdistanê derket û got: „ Ez bi serê Beşar Esed bikim, modêla dewleta netewî li Rojhilata Navîn modêlek neguncaw e û ezmûna me li rojava jî serkevtî ye“ filan û bêvan.

Yanî, netew-dewlet û Kurdistanek serbixwe ne di rojevê de ye û ne pêwist e, modela wan ya Kartol û Kartonan serkeftî ye û ji xelkê re modêla herî baş û seksî û germik û nermik e.

Xalê me Salih Mislim, di derbarê PDK de jî axivî, çend mîrkut li nav serê PDK û Barzanî xistin, bi awayekî neyarane nêzîkî PDK û Barzanî bû û PDK wek bingeha arîşe û pirsgirêkan nîşan da.

Li gor gotina xalê me Salih beg, navbera wan û her mexlûqatî xweş e. Çi li rojhilat, çi li bakur, çi li başûr û rojava, navbera wan û her rêxistin û partîyê wek şîr û şekir xweş e, lê tenê PDK serê wan dêşîne û ji “modêla wan û xelkên çeqilmast” re dibe arîşe.

Û çima PDK û Barzanî serê xalê we Salih û PYD, PKK, Îran, Iraq, Tirkîye û Sûrîyê dêşîne?

Ji bo ku PDK û Barzanî doza Kurdistanek serbixwe dike û piştgirîyê dide ENKS.

Ê law hey malnemîrato, xalo can, xwedêhişto, ma tu jî ji sala 1998 heta 2003an ne endamê PDK-S (Partîya Demokrata Kurdistana Sûriyê) bû? Çima wî çaxî te doza Kurdistanê dikir, lê niha tu bûyî dijminê Kurdistanê qurbano? Kê bazbend û nivişt ji te re çêkiriye, kê devê te girêdaye û morîka xewê xistiye guhên te, kê li ser te xwendiye ya Salih efendî?

Hema bi qasî ku tu li wan Erebên qûnreş û sofîk û melayên şaşikmezin difikirî, piçekî jî li brayên xwe yên Kurd û li welatê xwe Kurdistanê jî bifikire babam.

Ma ne eyb û şerm e tu gilîyê PDK di Parlamentoya Ewropayê de dikî û kêfa xelkê li brayên xwe tînî yewel!

Na na, ez dibêjim ev jî taktîk e û modêlek nû ye allahwekîl…..

Modêle ekolojîk, demokratîk û kartonolojîk e wesselam…

Hewlêr

 

Categories
Cemîl CewherNivîskar
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...