Hêviyek ji PYD/PKK

Nûrî Çelîk Netewayetî, netewparêzî stûna Kurdayetî û serketina milletê Kurd e. Heger em Kurd bi ruh û hestên netewparêzî tev negerin, li ser esasên berjewendîyên netewî neyên ba hev...

Nûrî Çelîk

Netewayetî, netewparêzî stûna Kurdayetî û serketina milletê Kurd e. Heger em Kurd bi ruh û hestên netewparêzî tev negerin, li ser esasên berjewendîyên netewî neyên ba hev û li dijî dijminên xwe nebin yek

Di van rojê dawî de gava em li Rojavayê Kurdistanê dinerin, em qebûl bikin yan nekin, dibînin ku hêza herî xurt û xwedî derfet PYD (PKK) ye. Bi qencî û xerabîyên xwe ve, bi rastî û xeletîyên xwe ve PYD (PKK) li Rojavayê Kurdistanê alternatîfa herî xurt e. Heger em helwesta xweyî şexsî, hezkirin û nehezkirina xwe deynin alîyekî û wek Kurdekî bê teref li meselê binerin, emê bibînin ku îro PYD (PKK) di doza Kurd de alternatîf û mixatabê dewleta Surî û Tirkiyê ye. Em bixwazin yan nexwazin ev rastî nayê guhertin ji ber ku îro bi hêz û xebata xwe li meydana şer û siyasetê PYD û PKK heye. Xebata hêz û partîyên din li ber xebata van herdu partîyan winda dibin û ji ber ku hêzên li derveyî PYD (PKK) jî ji diyalog û aştîya navxweyî dûr in, tenê PYD (PKK) wek alternatîfa herî xurt dimîne.

Tam di vê xalê de divê PYD (PKK) dev ji siyaseta xweyî şaş berde û xwe zêdetir nêzîkî tevgera Kurdistanî bigire. Di vê qonaxê de şansekî mezin li ber PYD (PKK) heye ku dev ji hirs û dijberîya tevgerên din berde, dev ji vê rêveberî û siyaseta şaş a niha berde û di şûna ku bi partîyên rejima Surî re enî yan ava bike, hêzên Kurd li hev bicivîne û wek hêza herî xurt pêşkêşîya avakirina enî yan cepheyek netewî bike. Heger PYD (PKK) birastî netewî difikire û xwe wek nûnerê Kurdên Rojevayê Kurdistanê dibîne, divê di xurtkirina diyalog û hevkarîya hêzên Rojevayê Kurdistanê de xwedî helwestek netewî be û vê erka xwe bîne cî. Divê ew xwe ji wan şablonên xweyên ku jêre hatine hazirkirin derkeve, zêdetir netewî û Kurdistanî bifikire û gava ku jê tê xwestin bavêje.

Di tekoşîna azadîya millet û welatekî de xeletî dibin, kujtin dibin, dijminatî û şerê brakujî jî gellek caran dibin. Li her welatê dinyayê bûne. Lê ku mesele hat û li berjewendîyên netewî sekinî, divê mirov karibin dijminatî û dilmayîna navxweyî deynin alîyekî û di çarçoweya berjewendîyên netewî de dest bidin hev û hevdu himbêz bikin. Kînê li himberî hev û du najon, neyên lîztika dewletên dagîrker û kêfa dijmin li xwe neynin. Nimûna herî baş şerê 92-93-94 e.

PKK çêtir zane, di şerê 92-93-94an, di şerê navbera PKK û PDK de bi hezaran Kurd bê sûc û bê guneh şehîd ketin. Lê rojekê tenê jî serok Barzanî û PDK kîn najot û dijminatîya PKK nekirin. Çima? Ji ber ku êdî kîn û nefreta li dijî hev, şer û pevçûna brakujî ji ziyanê wêdetir tu fêdê nade Kurdan. Serketin ne di dijminatî û şerê hev de lê di tifaq û hevgirtina netewî de ye. Bi taybet gava ku serok Barzanî lêborîna xwe ji şehîdên Kurdistanê xwest û şerê brakujî wek dijminê herî xedar bi nav kir, divê hêzên herçar parçeyên Kurdistanê vê helwest û ramana Mesûd Barzanî ji xwe re wek nimûneyek bêhempa bigrin û jê dersan wergirin.

Netewayetî, netewparêzî stûna Kurdayetî û serketina milletê Kurd e. Heger em Kurd bi ruh û hestên netewparêzî tev negerin, li ser esasên berjewendîyên netewî neyên ba hev û li dijî dijminên xwe nebin yek, weke ku rehmetî Mela Mistefa Barzanî digot ” Çi kesê ku hestên netewayetî pêre tunebe, wê rojek ji rojan îxanetê li gelê xwe bike” emê jî rojek ji rojan îxanetê li millet û welatê xwe bikin

Beş
Nurî Çelîk

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

Zêdetir

%d Bloggern gefällt das: