ILIM Û SIYASET

Mahmûdê Qop

Rojekê camêrek dihere cem melleyekî û ji melle re dibêje Seyda! Ez dixwazim ilim bi’elimim jibo baweriya min qewîn bibe.

Seyda got belê ser çavê min xortê delal. Seyda vî dibe dîwana xwe û dest bi dersa ilim dikin.

Mahmud Qop KopieCamêrê min û we dest bi xwendina ilim dike. Zeman derbas dibe wek ku dibêjin duwanzdeh kitêbê xwe dixwîne û xelas dike. Ew jî dibe mîna melleyekî Mellê Duwanzdeh İlim.

Camêr tê cem melle ku spasiya xwe bike û xatir jê bixwaze da ku here têkeve nav millet û ilmê xwe bi insên re parvebike. Tê li ber melle rûdinê û xwe daqûlî destê melle dike. Dibêje „hezar rehma Xwedê li dê û bavê te be Seyda, te ez kirim ilimdar. Te ilim rê min da.“

Melle got: „Tu saxbi, lê belê me tiştek ji bîr kir ku em pêş te bikin.“

Camêrê me got: „Ew çiye Seyda?“

Seyda got: „Siyaset e.“

(Camêrê me ba ketiye bin baskê wî pif ewra dike. )

Xwe qurre kir û got: „Yaw Seyda, ma min hewqas kitêb xwend. Besî min û sed bavê min e. Hewce nake siyaset miyaset.“

Êê ev viya Seyda yee. Xwedî tecrubeye. Got: „Kuro baqil be law. Wer bi ya min bike. Ya na tê poşman bibî ha.“

Camêrê me ji ya xwe daneket. Bi ya Seyda nekir. Xatir ji seyda xwest û derket .

Rojekê dihere mizgeftê. Dinere çawa cime’et kom bûye. Û mellê camiyê germ bûye ji millet re dibêje: „Ey cime’et, hûn îsal zikat û fitre mitrê xwe giştikî bidin min.“

Gava camêrê me ev bihîst, xwe aciz kir û rabû ser tapana. Got: „Ya cime’et, tiştekî ewha nekin. Seyda dewlemend e. Perê wî heye. Xêr li vî seydayî nare.“

Seyda got: „Ya cime’et, viya kafir e, li hember seydayê we radibe. Herin lêxin û pê li serê wî kin.“

Cime’et hilkişiya ser serê vî camêrî, lêxistinek lê kirin. Wî li erdê rast kirin ku mar di bin zikê wî re nikari be derbas bibe. Ev camêr him dikir nalenal û him jî gotina Seydayê wî hate bîra wî ku gotibû Siyaset!

Piştî hat ser hişê xwe berî da cem seydayê xwe û got: „Seyda, ka tu siyasetê jî pêş min bike.“

Seyda got: „Bineer tu çawa weke berxika hate ser rêya min.“

Camêrê me siyaset jî elimî û berî dîsa da ew mizgefta ku cime’etê wî li wira kiribûn term. Ket hindur û dît ku dîsa ew melle ketiye nav derewan. Berê xwe da cime’etê û got: „Ya cime’et, hûn dizanin ev mellê me mellayekî pir pîroz û mubarek e. Hûn dizanin kî ji we tayek mû ji canê vî mellî rake, ew ê deriyê cinnetê jêre vebe.“

Piştî gotina camêr, cime’et rabû ser xwe û kirin giregir û berî dan mellê. Ê ku simbêlê melle rûçikand, ê ku pirça sînga melle rakir, ê ku porê wî û bijankê wî… Hema kê çi ji xwe re rakir. Gava cime’etê xwe ji ser termê mellê vekişand, dîtin ku mellê min û we hatiye rûçikandin û bûye wek mirîşka xeşandî. Û melle hey dibêje Aay aaay! Law ma qey we yê min bikuşta aayy. .

Camêrê me çû li ser serê mellê sekinî û got: „Yaa Seyda efendî. Te siyaset li min kir, de bera ev jî siyaseta min be…“

About The Author