Mêr di rojên teng de kifş dibin

Zinar Qelemşûr

Ji berê de dibêjin Rom bêbext e û nanê Romîyan li ser kaba wan e. Kurdistan kolonî ye û dewleta Romê li hember Kurdan siyaseta kolonyalîzmê dimeşîne. Ev rastîyek e û divê êdî Kurd vê rastîyê qebûl bikin. Bi çîrokên ser tenûran û bi xewn û xeyalên bratîya Romîyan ne Kurd azad dibin, ne jî Romî dev ji siyaseta xwe berdidin.

Romîyan dîsa qeyûm avêtin ser Şaredarîya Colemêrgê û berê Şaredar Siddik Akiş dan dadgehê. Dozger û dadwerên dolheram ên dewleta Romê 19 sal û 6 meh cezayê girtinê li xalê me Mehmet Siddik Akiş birrîn û carek din eşkere kirin ku li Tirkiyê edalet, heq û hihûq ji bo Kurdan derbas nabe.

Axir..

Xalê me Siddik Akiş di dadgehê de wek ciwanmêran axivî, wek gelekan tifa xwe nealast û bi mêranî xwe parast.

Xalê me Siddik di rûyê dadwerên çeqilmast de çi got?

Got: “ Ez ji qûnekên wek ne natirsim,serê min bilind e. Ez 53 salî me, evqas sal in ez têdikoşim, ezê têkoşîna xwe bidomînim. Ez li pişt her tiştî disekinim. Min. Ji aliyê siyasî ve çi pêwîst bû min ew kir, û ji niha û pê de jî ezê bikim.Ez ne berdan û ne jî berate ji we dixwazim. Min heta îro bi namûs û şerefa xwe xizmeta vî gelî kir. Çima 4 meh berê nekirin? Çima 4 sal berê ez nehatim darizandin. Ma ez nizanim go ev dadgeh siyasî ye, hey min di we kirino“ û dadgeha Romê hejand.

Werhasilî kelam, her girtinek xîreta Kurdan dêşîne, her darizandinek me û wan zêdetir bi hev dide naskirin, her kujtinek me zêdetir bi ser hişê xwe ve tine û me û wan ji hev cuda dike. Romî ji bîr dikin ku siyaseta wan a kolonyalîst zêdetir berê me dide doza Kurd û Kurdistanê. Helbet em li ber girtî û kujtîyên xwe dikevin. Lê ji alîyê din, ji bo ku bi kiryar û siyaseta xwe giyanê Kurdbûn û Kurdayetîyê di hest û hişmendîya me de zêdetir dikin, divê em spasîya wan bikin.

Xwedê ahê Kurdan ji zaliman re nahêle û hew …..

Colemêrg

About The Author