Hemû rovîyên qulekê ne

Nûrî Çelîk

Yekrêzî, yek alî, yek welat, yek ziman û yek miklletîya Tirkîyê armanc û xala sor ya hemû partîyên dewleta Tirk in. Çi AKP be, çi CHP be, çi MHP be û çi jî HDP be, hemû li heman zirneyê dixin û rêwîyên rêyekê ne. Ew rê jî yekîtîya xaka Tirkîyê, yek ziman, yek al û yek millet e. Yanî, Tirkbûn û Tirkîyebûn e.

Em AKP, CHP û MHP fêhm dikin. Ciwamêran vekirî dijminatîya doza Kurd û Kurdistanê dikin û venaşêrin. Lê ev gur û dêlegurên ku li ser navê çepîtî, sosyalîzm, enternasyonalîzm û bratîya xelkên dewşîrme bûne serok û hevserokên Kurdên xwelîser û di devê wan de dirîn, aha xetera mezin û bingehîn ew in allahwekîl.

Hevseroka me Kurdên xwelîser û çepa Kemalîst Fîgen Yuksekdag, li meclîsa Tirko, di civîna partîya xwe de, av li destê Erdogan, Davutoglu, Kiliçdaroglu û Bahçelî kir û dîsa Kurd ji wan re kirin dûvik û terî.

Wek hûn zanin, ev her çar serokên ku dewleta Tirko bi rê ve dibin (Erdogan, Davutoglu, Kiliçdaroglu û Bahçelî) parçenekirina Tirkîyê ji xwe re kirine xeta sor û siyaseta xwe li ser wê lotikê dikin. Û xaltîka we Kurdên xwelîser û Hevseroka Partîya Xelkên Dewşîrme HDP Fîgen Yuksekdag xanim efendilerî jî bi devê wan gurên boz axivî û heman lotik û zîtirk avêt.

Fîgen Yuksekdag a ku temamê malbata wê ji partîya MHP ne (faşîstên Tirkîyê) û Tirkan qîmetê pîvazek xerabe nedidan wê, bi paraşûtê daxistin ser serê me Kurdên xwelîser û kirin serok û rêvebira me.

Fîgen xanim efendîlerî, di civîna partîya xwe de wek Erdogan, Davutoglu, Kiliçdarodlu û Bahçelî da zîtirkan û got: “Bela kêfa kesekî neyê, emê vî welatî (Tirkiîye) nedin parçekirin” û di xwelîya heft gundan li serê Kurdên xwelîser kir. Fîgen xanimlerî û serokên wê yên sererd û binerd bawer dikin ku Erdogan bi vê siyaseta xwe dixwaze Tirkîyê parçe bike û ev parçekirin jî wê rê ji cudabûna bakurê Kurdistanê û Kurdistanek serbixwe re veke. JI ber vê tirsê, xanimê û xanimokên HDP dixwazin bi vê siyaseta Tirkîyebûnê di devê Kurdên xwelîser de birîn û bi çîrokên bratîya xelkleran wan bi dewleta Tirk ve pîne bikin.

Ez serê we neêşînim kezebno, her çar partîyên sîstema dewleta Tirk, yanî AKP, CHP, MHP û HDP (kesayet, dezgeh, cemaet, partî û rêxistinên din ên dewletê jî helbet) li hember Kurdan heman siyasetê dimeşînin. AKP bi navê îslamê, CHP bi navê sosyal-demokrasîyê, MHP bi navê nîjadperestî û Tirkîtîyê û HDP jî bi navê çepîtî û sosyalîzmê di devê me Kurdan de dirîn wesselam.

Bav û kalên me belasebeb negotine: “Heke hefsarê meriv di destê xelkê de be, wê hertim devê meriv di nav gû de be”.

Aha halê me Kurdên xwelîser jî ev e qurban..

Hefsarê me di destê xelkê de ye û hûn sax..

About The Author