Kurdistan 30em welatê mezin ê cîhanê ye

Fadil Özçelik

F.Ozcelik@gmx.net

Mamosteyê hêja Ismail Beşikçi di nivîsarên xwe de hema timî li ser dewletên Ewrûpî yên ku gelek caran bi nifûsa xwe qasî navçe an bajarekî Kurdistanê ne, radiweste û rexne dike ku di Yekitiya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyi de li ser qeder û dehatûya gelê Kurd de xwedî biryar in. Em jî di vê nivîsa xwe de li ser newşeya cîhanê derketin seyranekê.

Tuvalû, dewleteke li Okyanûsyaya mezin e. Nifûsa xwe 10.544 kes û bi erdê xwe 26 hezar km2 ye. Tuvalû bi nifûsa xwe, li cîhanê piştî Vatîkanê duyem dewleta biçûk e û endamê saziya Neteweyên Yekbûyî ye.

Di sala 1978an de ji aliyê Brîtanya ve hatiye damezirandin.

Pirsa ji Brîtanya ev e; ji ber çi, bi kîjan pîvanan dewleteke bi 10.544 kes ava dike, lê Kurdistana 40 milyonî, berê parve kir û niha jî ji vê sucdariya xwe ker û lal e?

Dewletên din jî yek bi yek bê şopandin, dê hema encam derkevin hole.

Li cîhanê 227 dewlet hene. Li gel ku gelê Kurd bi nifûsa xwe 30em gelê mezin li cîhanê ye jî, bê dewlet e.

Li gora serjimarên sala 2012an bi 1.568.847.624 kesan Çin mezintirîn welatê cîhanê ye. Hindistan bi 1.261.070.607 kesan di rêza duyem de cîh digire.

Bi 40 milyon nifûsa xwe Kurdistan, di lîsteya mezintirîn welatên cîhanê de, di rêza 30em de cîh digire, lê damezirandina dewleta Kurdistanê ji aliyê hin dewletên mezin wek Brîtaniya, Fransa, Rûsya, Îtalya û dagirkerên Tirk, Ereb û Faris hatiye astengkirin.

Welatên ku bi nifûsa xwe piçekî kêm an zêde nêzîkî Kurdistanê ne ev in..

  1. Myanmar (Burma)…….42.720.196
  2. Efrîkaya Başûr……….. 42.665.530

  3. Kolombiya……………. 42.310.775

  4. Ispanya……………….. 40.280.780

  5. Sûdan………………….39.148.162

  6. Arjantîn………………..39.101.753

  7. Polonya………………..38.626.349

Li gel ku gelê Kurd li vê cîhanê bi 40 milyon nifûsa xwe, ne xwedî dewletekê be jî, bi dehan gelên ku xwediyê nifûseke deh an sed hazaran e, xwedî dewlet in.

Nifûsa 43 dewletan ji 60 (şêst) kesan (Gravên Pitcaim) heta 100 hezarî ye.

Hin ji ev in..

Saint Helena…..4.055 (2011)

Nauru………. 9.322 (Tîrmeh-2010)

Tuvalû……… 10.544 (Tîrmeh 2011)

Giravên Cook…20.414 (2011)

Palau…………..20.609 (2011)

35 dewlet xwedî nifûseke ji 100 hezari heta 1 milyonî ye.

Hin ji wan ev in..

Kîrîbatî…….101.093 (Tîrmeh 2011)

Vanuatu….. 245.619 (Tîrmeh 2011)

Belize……. 322.100 (Hezîran 2008)

Brunei……. 405.938 (Tîrmeh 2001)

Makao……. 542.200 (2009)

Fîjî………….868.406 (Tîrmeh 2011)

Ni fûsa 72 dewletan ji 1 milyonî heta 10 milyonî ye.

Tîmora Rojhilat……..1.066.409 (Tîrmeh 2011)

Macaristan…………..9.985.722 (2011)

Nifûsa 59 dewletan ji 10 milyona heta 50 milyonî ye.

Komara Dominik……..10.056.181 (Tîrmeh 2011)

Koreya Başûr…………48.580.000 ((2010)

Nifûsa 12 dewletan ji 50 milyona heta 100 milyonî ye.

Komara Efrîqaya Başûr…….. ….50.586.757 (Tîrmeh 2011)

Filîpîn……………………………92.337.852 (Gulan 2010)

Nifûsa 11 dewletên mayin ên mezintirîn bi xwe ji herkesî re diyar e.

Li Ewrûpayê rewş çawa ye?

Hejmara welatên Ewrûpayê bi giştî 51 e û xwedî nifûseke 636.360 milyon e.

Em dikarin wan weha bi rêz bikin.

Ewrûpaya Rojhilat: Azerbaycan, Rûsyaya Sipî, Bûlgaristan, Ermenistan, Gurcistan, Kazakistan, Moldova, Romanya, Rûsya, Ûkrayna.

Ewrûpaya Navîn: Komara Çek, Macaristan, Polonya, Slovakya, Slovenya.

Ewrûpaya Bakur: Brîtanya, Danîmarka, Estonya, Fînlandiya, Îzlanda, Îrlanda, Letonya, Lîtvanya, Norveç, Îsveç.

Ewrûpaya Başûr: Albaniya, Andorra, Bosna-Hersek, Hirvatistan, Tirkiye, Yewnanistan, Îtalya, Mekadonya, Malta, Karabag, Kibris, Kosova, Portekîz, San Marîno, Sirbistan, Îspanya.

Ewrûpaya Rojava: Avûstûrya, Belçîka, Fransa, Almanya, Lîhtenştayn, Luksemburg, Monako, Hollanda, Swîsre.

Heta li van dewletan em dikarin çend welatên Efrîkaya Bakur, ku di bin dagirkeriya Fransa û Îtaliya de bûn, jî zêde bikin.

Fas, Tûnis, Cezayîr û Lîbya îro ji dagirkeran rizgar nebûyina û her beşek ji wan bimaya dê ew jî beşek ji Ewrûpayê bûyina.

Ji van hemû welatên Ewrûpî yên derweyî Yekîtiya Ewrûpayê mane, tenê Rûsya (106.037.143), Tirkiye, (72.561.312) û Ûkrayna, (48.396.470) ji Kurdistanê mezintirin.

Dewletên biçûk jî em dikarin weha bi rêz bikin.

Karadag, 616.258, Luksemburg, 448.569, Malta, 397.499, Îzlanda, 307.261, Andorra, 68.403, Lihtenştayn, 32.842, San Marino, 27.730.

Ev 7 dewletên Ewrûpî jî qasî navçe an bajarekî Kurdistanê ne.

Hemû bi hevdu re hema dikin yek Diyarbekir.

Li vir divê ji Tirkiyeyê re qewseke taybet bê vekirin. Li Tirkiyeyê qet guman nine ku nifûsa Kurdan ji ya Tirkan gelekî zêdetir e. Ji vê rastiyê re jî Yekîtiya Ewrûpa çav û guhê xwe digire û di danûstendinên bi Tirkiyeyê re Kurdan qet li ber çav nagire û dehatûya Kurdan bi Tirkan re guftûgo dike.

Di sala 1992an de bi Peymana Maastricht, Yekîtiya Ewrûpa hat damezirandin. Niha hejmara dewletên vê yekîtiyê 27 e. Ji dervî dewletên Efrîqaya Bakur, gelek welatên Ewrûpaya Rojhilat jî li derveyî derîyê Yekîtiyê hatin hiştin. Lema zahmete ku navê „Yekîtiya Ewrûpa“ jî li vê yekîtîyê bê kirin. Ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî û heta parastina çand û olî, welatên dixwazin digirin navxwe û yên naxwazin li dervî xwe dihêlin. Û li gor ku ji wan re divê, sînoran xet dikin. Îro ji Almanya, Brîtanya û Fransa re Ermenistan û Lîbya ne lazim be, van welatan naxin nav sînorên Ewrûpa. Ger sibê pêwîst bin dê bibêjin, Lîbya, Ermenistan û Azerbaycan jî beşekî Ewrûpayê ne.

Em ji her tiştî bêtir, ji Kurdistana xwe zanin û nasdikin vê helwesta wan. Ji bo ku karibin Tirk, Ereb û Farisan kontrol bikin Kurdistana me ji xwe re kirin qurban.

Sê dewletên Yekitiya Ewrûpa nake yek Diyarbekir

Ji 27 dewletan mezintirîn dewletên Ewrûpa ev in,

Almanya, 82.314.906, Fransa, 63.392.140, Brîtanya, 60.587.300, Îtalya, 59.131.287, Îspanya, 45.116.894, Polonya, 38.635.144.

Her weha biçûktirîn dewletên Ewrûpa jî em karin weha bi rêz bikin.

Kibris, 766.400, Luksemburg, 476.200, Malta, 404.962,

Ev hersê dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpa, ku bi hevdu re hema dikin yek Diyarbekir, li ser qeder û dahatûya gelê Kurd xwedî biryar in.

Kurdistana ku li cîhanê di nav 227 dewletan de bi nifûsa xwe di rêza 30em de ye (Tirkiye niqaş û bi pirs e), li Yekîtiya Ewrûpa, bi herî îhtimala xirab, di rêza 6an de ye.

Di dîrokê de dewletên wek Amerîka, Rûsya, Almanya, Brîtanya, Fransa û Îtalya neheqiyên pir mezin li Kurdan kirine. Ji ber çend qurişan Kurdistan kirin pariyê devê Tirk, Ereb û Farisan. Û niha li seranserê Kurdistanê gelê Kurd, ji bo rizgariya welatê xwe û damezirandina dewleta xwe ya ji ber rûyê dewletên emperyal bi sed salî dereng mayi ye, di nav têkoşîneke dijwar de ye. Bi alikarî û piştgiriya van dewletan xwîna gelê Kurd dirije û Kurdistan wêran dibe. Li gel Kurdan, xwîna mirovên leşkerên dewletên dagirker jî dirije. Lema, ger îro ev dewletên navborî pariyeke nan ji gelên din zêdetir dixwin, bi xwîn û mirina van mirovan e. Di nan û ava dewletên emperyal de xwîna gelê Kurd jî heye.

Wek ku Isa Pêxember digot, “Vêya hûn dixwin goştê min e, vêya hûn vedixwin xwîna min e.”

Ev bê ûjdaniyeke gelekî mezin e.

Xwarin û vexwarina nan û ava bi xwîn, gelên van dewletên emperyal û ên ku nake navçeyeke Kurd jî heq nakin.

Ji astengkirina damezirandina dewleta Kurd ne tenê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye, heta ji wan bêtir ev dewlet berpirsiyar in.

Niha li her çar beşên Kurdistanê fersendek ketiye him destê me Kurdan, him dewletên dagirker û him jî dewletên emperyal ku vê şaşîtiya dîroka serast bikin.

Rîwayeteke Aleksandrê Makedonî û Arîstoteles

Rîwayete ku, piştî Aleksandrê Makedonî ji Mezopotamya heta Hindistanê hemû herêm dagir kir, nameyeke şêwirandinê ji fîlozof Arîstoteles re dişîne û jê dipirse; „Ji bo ku ez karibim li welatên dagirkirî çewsandina xwe bidomînim, divê ez çi bikim?“

Pêşeng an kesên ku karin civakê li himber min rakin, bişînim sirgûnê?
Wan bigirim û bavêjim zindanê?
An hemûyan bikujim?

Arîstoteles weha bersîv dide:

Li sirgûnê ewê bicivin û li himber te serî hilbidin.
Zindan dê bibe hêlîna têkoşeran.
Nivşên piştî wan dê bi hêrsa tolhildanê mezin bibin. Ewê te bihejînin.

Û van tiştan pêşniyar dike;

Tu yê dubendiyê têxe nav wan.

Gava bi hevdu re şer kirin, tu yê xwe wek dadmend bi wan qebûlkirin bidî.

Lê tu yê hemû riyên li hevdûkirinê bigirî.

Em çi bikin?

Li cîhana ku 7 milyar mirov dijî û 227 dewlet hene de, gelekî bi nifûsa xwe di rêza 30em û li Ewrûpayê di rêza 6an de ye bê dewlet e.

Sedemên vê yekê ne yek alî ye.

Ger welatên emperyal û dagirker Kurdistan parvekiribin û nehiştibin bibe dewlet, gelê Kurd çima destûr da wan û li ber xwe neda?

Di demeke ku ji herkesî re dewlet dihat belavkirin de, ma Kurd li ber pez bûn?

Bê guman em nikarin dîrokê vegerînin. Lê îspata dirustbûna me ya ji gazinên dîrokê ew e ku îro em çi dikin.

Neynik, rast fikirandin û tevgerandin e.

Ger her şaşîtî be, dê dîrok xwe dubare bike û bê ku kesî guhdar bike an li benda hinekan be, di riya xwe de biherike.

Kurdistan di nav agir de ye.

Şerd û mercên cîhanî şansek daye Kurdan ku bi riyeke rast di vê pêvajoyê re derbas bibe.

Dîrok di mijara dayina şansê de zêde ne destvekirî ye, berevajî, gelekî desteng e.

Te bi kar anî, ji te re ma; ger te ji dest revand, encax 50 an 100 saleke din li te vegere.

Lê wê çaxê jî, wek demên bihurî tu amadeyî vê şansê bi kar bînî an na, her dîsa pirseke din e.

Divê ku niha Kurd ji vê yekê re amade bin. Dewleta Sûriyê diheje, dewleta Tirk li ber hejandinê ye, dewlate Îranê li ber lêdanê yê, li Bexdayê dînokeyekî wek Sedam Husên xwe li nanê şivên radikişîne.

„Xwedê“ daye Kurdan ku êdî dewleta xwe ya sed salî dereng mayî, damezirînin.

Dewletên Kurdistan di navbera xwe de parvekirine wek pelên payizî li ber weşandinê ne. Lê ev nayê wê wateyê ku pel dê hema ji darê biweşe û Kurd ewê lê biçêrin. Berevajî, ji vê tevlihêviyê dibe ku Kurd careke din ji caran têk jî biçin.

Gelo Kurd çiqasî amade ne ku ji vê kaosê bi awayekî rûpelekî nû di dîroka xwe de vekin, derbas bibin.

Mixabin bersîva vê pirsê ne zêde erênî ye.

Niha bi giranî du hêzên Kurd, PDKya Başûr û bi taybetî jî malbata Barzanî û PKK, li piraniya Kurdistanê xwedî hêz û gotin in.

Mala Xwedê ava be, her çi herdu hêzên me yên sereke ji bîst salan û vir de di nav pêwendiyeke baş, xweş û di cî de bin jî, zor e ku em karibin bêjin „êdî bira ne“.

Li Rojavayê Kurdistanê, her çi Destaya Bilind hatibe avakirin jî, li gor em dixwînin û dibihîzin hin nakokiyên navxweyî ku nehatine çareserkirin hene.

Belê em zanin ku li ciyê siyaset hebe, li wir jiyan ne gul û gulistine.

Lê daxwaz ji siyasetê ew e ku ji bo berjewendiyên mezin û giştî, hesab û kitêbin biçûk û taybet nebin asteng.

Li van herdu beşên welatê me, hêvî ew e bê famkirin ku „Em Kurd, bê hevdu ne tu tişt; lê bi hevdu re her tişt in“ .

Li Bakur, wek mijara Aleksandrê Makedonî û Arîsto, dewleta Tirk, Kurdan bera hevdu dide.

Hin Kurd jî bi dil li himber hevdu rawestiyane.

Dibe ku rastî û şaşîtiyên herdu terefan jî hebin, lê di encamê de herdu teref jî neheqin. Bi uslûp û metodeke hevdem rexne li hevdukirin tiştek, lê dijminatî, bi ziman û awayekî giran li himber hevdu rawestandin tiştekî din e. Bi ya min, ger armanca têkoşîna xwe di serê xwe de zelal bikin, dê karibin hin encamên din derkevin holê.

Her terefekî neyartiya terefê din dike, divê kumê xwe ji serê xwe bike û careke din li ser pirsa, „tiştê ku ez dikim raste an şaş e“ bifikire.

Li vir dema bîranîna Lao Tzu’ye, „Ê venezele zû perçe dibe, ê biçûk heman hûr dibe û belav dibe“.

Di siyasetê de, „tenê gotinan min gotin e“ ne tu helweste.

Her pirsên me ji bo Rojhilatê welêt jî derbas dibin.

Rejîmên dagirker dihejin. Qasî diyar dibe ku bi rê û metodên berê yên li ser înkar û tunebûna gelê Kurd êdî nikarin xwe bi rêve bibin.

Encax bi qrîz, şer û pevçûnên naxweyî yên Kurdan dikarin xwe ji vê astengiyê rizgar bikin. Em behsa rejîman dikin, ne ev an ew desthilatdarî.

Li Ewrûpayê Kurd xwedî hêz in

Di 15ê meha Cotmehê de li Parlamentoya Almanya bi mijara, „Almanya bila nasnameya Kurd nas bike“ civîneke teybet li dar dikeve.

Pêşkêşiya vî karî, bi tomarkirina 60 hezar îmzeyan YEK-KOMê kir. Hêjayî pesinandinê ye.

Li gora reqemên saziyên Kurdan, li Ewrûpayê ne kêmî yek milyon Kurd dijîn.

Û li piraniya van welatan Kurdên ku ji ber Tirk, Ereb û Farisan reviyane hîn Tirk, Ereb û Faris tên qebûlkirin. Li ser nasnameyên Kurdan, Tirk, Ereb û Faris tê nivîsandin.

Ji her çar perçeyên Kurdistanê hemû partî û rêxistinên Kurd hene.

Baş e, heta niha ev yek çawa qebûl kirine, ji bo serastkirina van şaşîtiyan çi kirine, çima neketine nav hewldanekê?

Li Ewrûpayê, bi taybetî jî ji 30 salan û vir de Kurdên siyasî bi cîh bûne ku bi sedhezaran Kurd bi wan re bûn, bi wan re ne û niha amade ne ku ji bo her gaveke Kurdayetî piştgiriya wan bikin.

Baş e, heta niha li Zanîngehên Ewrûpayê çend kursiyên Kurdolojiyê bi dest xistine?

Li Ewrûpayê hema temamên zarokên Tirk, Ereb û Faris li kreşan (zarokxane) zimanê xwe fêr dibin. Le Kurd?

Ji bo ku zarokên Kurd jî li kreşan zimanê xwe fêr bibin çi hatiye kirin?

Zarokên Kurd, çima li Ewrûpayê ne zimanê xwe lê zimanê dagirkeran fêr dibin?

Li Almanya çima Tirk xwedî her îmkan û Kurd ji her tiştî bê par in?

Dewleta Alman rê li ber kê girtiye, kîja Kurdî tiştê ku ji Tirkan re heye, lê ji Kurdan re tuneye, xwestiye û dewleta Alman gotiye, „Na, ez nadim Kurdan?“.

Li Almanya ji bo çareserkirina pirsa jinên lêdanê dixwin, bê xwedî li kuçe û kolanan manin; ji bo ku zarokên Kurd ji Kurdayetî û civaka Kurd dûr nemînin, kî ketiye nav aktîvîteke çawa?

Ev pirsên biçûk, mixabin siyasetmedarên me yên dayine dû çareserkirina pirsên mezin qet eleqeder nekiriye.

Meseleya serî û terî ye. Serî biçe ku, terî dide dû.

Serî û terî tevlihev be an ciyê xwe bi hevdu re biguherînin; serî, bibe terî û terî, bibe serî çi dibe?

Malxirabiya hatiye serê Kurdan dibe.

Le siyasetmedarên me yên li ber çavên xwe gelekî mezin û tenê bi karê mezin ango li Almanya bi rizgarkirina Kurdistanê re mijûl dibin, di pirsên mezin de çi kirin?

Hemû dîwar hilweşandin; du kevir li ser hevdu nehiştin.

Herkes bi hevdu ket, du kesê ku karibe bi hevdu re biaxife li holê neman.

Şaşîtî li kuye?

Li her derê ye, li ba herkesî ye.

Herkes li gora cî û pozisyona xwe gunehdar e.

Bi ya min Tirk, Ereb û Faris ji me Kurdan bêtir zanin ku çi dixwazin; dixwazin, didin dû û bi dest dixin.

Kurd naxwazin, nadin dû û lema her dest vala dimînin.

Ji 15ê Cotmehê re hîn zêdeyî mehekê maye.

Ango ne dereng e.

Di roja parlamenterên Alman ên dostên Kurd, di Parlamentoya Almanya de ji bo naskirina nasnameya Kurd hewl bidin, divê bi tenê nemînin û rûreş nebin, fedîkar dernekevin.

YEK-KOM divê hemû hêza xwe wê rojê bikişîne ber deriyê parlamentoya Almanyayê. Her ew YEK-KOM hewl bide ku her dezgeheke Kurd ya dervî wê jî bîne Berlînê.

Û ne yek dezgeheke Kurd ne li benda vexwendinên taybet be ku vê gava dîrokî ji dest birevîne.

Pirs, pirsa hemû Kurdan e.

Di 15ê meha Cotmehê de ezê bi xwe li Berlînê bim.

Her zincîrek bi xelekê ve belav dibe. Ev xelek divê di 15ê Cotmehê de bê şikandin.

Li Almanya naskirina nasnameya Kurd bê qebûlkirin, dê dor bê ser welatên din.

Dê hemû welatên Ewrûpa nasnameya Kurd qebûl bikin.

Li Ewrûpayê naskirina nasnameya Kurd, dê dewletên Ewrûpa jî rehet bike ku bêtir zextê li ser welatên dagirker bike. Da ku ew jî nasnameya Kurd bi awayekî fermî qebûl bikin.

15ê Cotmehê, roj roja ceribandina Kurdan e. Roja îspatkirina dirûstbûn û ji dil bûna xwe ye.

Û tenê yek dirûşme bes e, „Em jî wek we dixwazin bi nasnameya xwe bijîn û bên naskirin!“

Riyeke bi hezar milî bi gaveke biçûk dest pê dike

Pivana serkeftina karekî. encam e. Bi gotineke din, ne Xetîce, netîce ye. Hewldan û kirin her car ne baş e, carna kare zirar jî bide. Di rewşên weha de rûniştina li malê ji derketina sûkê çêtir e.

Em Kurd carna pesnê xwe didin û em kirinên xwe wek morîkên tizbiyê li dû hev dikin.

Rojê hezar kes jî bikeve dikanekê û danûstendinê bike, lê di dawiya mehê de ev qelebalixî ji dikandar re pereyek nehiştibe, karê dikandar kiriye dibe tenê himaltî.

Li Ewrûpayê ev 30 salin ku karê siyasî tê kirin, le encam?

Mixabin kesî ji xwe nepirsiye, „Ya divê ez bikim ev e?“

Şaş destpêkirine û her xwar meşiyane.

Me, li jor behsa hin pirsgirêkên nehatine çareserkirin ku divê weha li holê nemîne, kirin.

Lê ne ev tenê.

Êşkereye ku karên jê girîngtir, heta çareserkirina wan bi pirsên li jor me behs kir jî hene.

Dewletên dagirker, bi çekên welatên emperyal li himber gelê Kurd şer dikin û dikujin.

Di vê mijarê de, em bêtir tenê bi rexnekirina nivîskî û devkî mane ku li ser tu kesî ferz nebûye û nehiştiye ku du lingên wan têkevin pêlavekê.

Bi xêr û gunehê xwe, bi qusûr û kêmasiyên xwe demokrasiya Ewrûpayê rê dide ku rexne li karekî dewleta wan bê kirin.

Di parlamentoyên Ewrûpa de, rexne li firotinan çekan têkirin û gelek car em axaftinên weha jî dibihîzin, „çima li vî welatî gel bi çekên me hevdu dikujin. Divê firotina çekan li vî welatê bê qedexekirin.“

Li Ewrûpayê derfeta Kurdan heye ku bi raya giştî ya Ewrûpî re li himber firotina çekan ji bo dewletên dagirker, helwesteke bi encam bê nîşandan.

Tu kes û tu zakon ne asteng e ku Kurd herin li ber parlamentoyên dewletên Ewrûpî rûnin û biqîrin, „Em bi çekên we naxwazin bên kuştin! Me bi çekên xwe nedin kuştin! Bila zikê we bi kuştina me têr nebe!“

Ez ne bawerim ku gelên Ewrûpî li himber helwestên weha madê xwe tirş bikin.

Em ne ya ku madê wan tirş nake, lê ya ku madê wan tirş dike, dikin.

Ne ya ku berê xwe bidin me, lê ya ku pişta xwe bidin me dikin.

Belê Lao Tzu dibêje, “Riyeke bi hezar milî, bi gaveke biçûk dest pê dike”.

Di 15ê meha Cotmehê de bi hevdu re û bi hezaran çûyina ber deriyê parlamentoya Almanya dibe ku bibe gava yekemîn ji bo riyeke dûr û dirêj.

Bi Lao Tzu em nivîsara xwe bi dawî bînin. Ew çîrokeke xwe ya bi nave “Bi lez biryar nedin” weha bi dawî tine;

“Bi lez biryar nedin. Bi lênerîna beşekî biçûk, di derbarê temamiya jiyanê de ji biryar dayinê bidûrkevin. Biryar, halê rawestina aqil e. Ger we biryar da, aqil fikirandinê û pêşveçûna xwe radiwestîne. Li gel vê aqil, her zor dide mirov ku biryarekê bide. Halbûkî ger, tu carî bi dawî nabe. Gava riyek diqede, yeka din dest pê dike. Gava deriyek tê girtin, yekî din vedibe. Hûn digihêjin hedefekê û dibînin ku hema hedefeke mezintir li wir e.”

Kurdinfo

About The Author