Simoyê me bû pêlewan, kilîlîlîlîlî!

Tacdîn Baran

Xortê Dêrsimî, kilê çavên keç û jinên Almanya, torin û nevîyê şehîdên Dêrsimê Îsmaîl Ozen, di pêşbirka boksê de zora dijberê xwe bir, qûn li dijberê xwe qetand û bê pêlewan.

Gunikreşê Kurd Îsmaîl Ozen, Kurdekî welatparêz e û heta niha ji pareyên ku ji boksê qezenc kiriye, gellek caran alîkarîya malbatên Kurd kiriye. Gunikreşê Kurd Îsmaîl Ozen, vê carê jî bi pareyên xwe dixwaze alîkarîya malbatên Cizîrê, Sûr a Amedê û Geverê bike.

Pêşbirka boksê li Almanya bajarê Hambûrg ê çêbû. Di pêşbirkê de Simoyê me lotikên xurt avêtin, dev û diranên dijberê xwe şikandin û qûn lê qetand, zora wî bir û bû pêlewanê boksê.

Serokê Partîya Xelkên Tirkîyê (HDP) û lotikvanê mezin Selahattîn Hesintaş jî li bajarê Hambûrgê serdana gunikreşê Kurd Simo Ozen kir, ew pîroz kir û herdu gunikreşan ev serketin pîroz kirin.

Werhasilî kelam, Kurd li seranserê cîhanê serkeftinên mezin bidest dixin û didin lotikan.

Ê de pîroz û bimbarek be û xwedê Kurdan kêmî kesekî neke rebbî..

Almanya

ismail

ismail.ozen344

About The Author