Qewlê xwedê şeş in

Tecawizcî Coşqûn

Li ser bextê zinêkar û tecawizcîyên bajarê Stenbolê be, dibêjin piştî du mêrên fermî û çend mêrên nefermî, xanima germik û nermik, lotikvana çavşîn û dengxweş Sîbel Can, dîsa dixwaze bizewice û ji xwe re xiyarek taze dîtiye.

Li gor zinêkarên bajarê Stenbolê dibêjin, dibêjin Sîbelka me ji xwarina xiyarên Tirkîyê berşoşkî bûye û vê carê ji xwe re tirozîyekî Brîtanî dîtiye. Dibêjin yitozîyê Brîtanî karmend e, halê wî xweş e û pareyên wî jî pir in ku karibe li ber barê Sîbelê rabe. Wek hûn zanin, ne xiyar yan tirozîyekî karmend û dewlemend be, kes nikare xwe bide ber barê Sîbelka me. Hema heqê derman û makyajên wê berberî mûçeyê salekê yê karkirekî ye.

Dîsa li ser bextê zinêkarên bajarê Stenbolê be, dibêjin wê Sîbelka me daweta xwe ya sêyemîn, yanî şahîya xwarina çacîqa sêyemîn, li mala xwe ya Fransayê a li Coted Azur lidar bixe.

Sibel Can heya niha du caran cacîq xwariye. Cara Yekem di sala 1999an de çacîqa Hakan Ural û piştre jî di sala 2000an de cacîqa Sulhi Aksut xwaribû. Niha jî wê cacîqa karmendekî Brîtanî bixwe, dibe sisê.

Werhasilî kelam, dibêjin qewlê xwedê şeş in. Bi xêr û selamet heke em nemirin, emê şahî û festîwala xwarina caçîqa şeşemîn jî bibînin.

Stenbol

Sibel-can-abiye-elbiseleri-900x669

sibel-can-092229QI

About The Author