Xaltîka Fatê û Mulayîmê gêj

Xaltîka Fatê, min bi salan emrê xwe da siyaset û xebata Kurdewariyê. Ez zêde serê te naêşînim, min tu gû bi ser nexist, bi serde min xerakir lê ava nekir.

Niha ez bala xwe didimê gellek siyasetmedar û xwedênegiravî serokên me ji bo gotinekê çepikan ji Erdoxan re lêdidin û lê xwedî derdikevin.

Hinek dibêjin: “Ev cara yekem e serokwezîrek behsa Kurdan dike”.

Hinek dibêjin: “Ez ji Erdoxan hez dikim, lê ji Xelo hez nakim”.

Hinek dibêjin:” temam, hindik ma Kurdistan rizgar bibe”.

Û hinek jî dibêjin: ”Erdoxan dixwaze mesela Kurdî çareser bibe, lê serkerên esker nahêlin”.

Û wekî din.

Îcar bi xwedê ez nema zanim çi bêjim, ne rast e û ne derew e, em gêjomêjo bûne ha. De ka stuyê xwe bişkîne û tiştekî bêje peppûkê!

Mulayîmê Gêjomêjo / Atîna

——-

Hayhoo, lao ev çi nav e malneket?

xaltika-fate Îcar Mulayim haa!

Te ev navê nermik û germik ji ku aniye oxlim?

Ê lao te bi salan emrê xwe da siyaset û Kurdewariyê û tu bixwe dibêjî “min tu gû bi ser nexist”-

îcar ez rebena xwedê ezê çi quzilqurtê bi ser xim hêê!

Te çi jê ye kî ji kê hez dike û kî ji kê hez nake bavê min!

Ma tu bekçiyê xelkê yî!

Hinek ji Erdoxan hez dikin, hinek ji Xelo hez dikin, hinek ji tirşikê hez dikin û hinek jî ji şorba nîskê hez dikin, ma ji te re çi!

Ê min meselen ez ji şorba şîr hez dikim.

Ê lao Mulayimo, niha hefsarê Erdoxan jî di destê generalan de ye û ê hinekên din jî, tu kîjanî tevbidî wê bêhn jê bê. Yanî, serê dêr jî bi gû ye û binê dêr jî.

îcar serê xwe neêşîne û dev jê berde, kî ji kîjan bêhnê hez dike bila wê bêhnê di xwe bide û bêhn jê bifûre qurban.

Ma ne belaş e?

Erdoxan soz daye ku mesela Kurdan “bi yek millet, yek dewlet û yek al” çareser bike.

Ez dibêjim hezjêkirin têr nake, bila herin ber destê wî tobe bikin û bêjin “çîzzzzz!”

About The Author