Memikperestî

Kristin Ozbey

Her milletek û nêzikahiya wan a xweşikiyê heye. Mirov carna dinêre ku di çandekê de ji tiştekî pir tê hezkirin lê di çanda din de qet û qet nayê hezkirin. Di kurdande mijar hinekî guheriye lê hema hema îro jî wek berê ye. A ji we re ji bo kurdan berê teswîra xweşikiya jinekê; Serçav mîna tepsiyekê, navmilên wê fireh, lêvên wê tenik û nazik, çavmezin, çavgir, çavreş, qelew, girdobirdo, esmer, destên topikî, porên dirêj mîna Çemê Dîcleyê.. Niha jî;Mîna darekî hişk zeîf, lêvqalin(bila ji 3 payê rûyê wê 2 par çav û lêv bin), rûbiçûk, qûnbiçûk, destçeqel, navzirav, sîngsipî, porzer (kej nebe jî dibe, hema bila porzer be temam e, canê kuafora sax be!) Hûn dibînin kurd çiqas hindik guherîne?! Hey malnemîratno di çend salan de ev çi guherîneke ecêb e?Tu dibêjî qey em birine fezayê, bi şîfreyên genên me leyîstine û dîsa em avêtine dinyayê. De na loo, hemû sûcê kapîtalîzm û globalîzmê ye!

Erê temam belkî heta niha we xwendibe û hûn fikirîbin ku ez heqê kurdan dixwim (herkes heqê kurdan dixwe, bila hinekî jî ez bixwim ma çi dibe, helal bikin haa) lê bisekinin ez ji we re qala tiştekî me yê ku qet neguheriye û wê neguhere bikim; Memikperestî. Bi qasî ku ez li her derê dinyayê geriyame (min got, hun jî bawer bikin, spass) di tu çandekê de ewqas memikhezî tunne ye.
memik
Mesela ez carekê çûbûm Efrîqayê min dîtibû ku jinên wan memikan bêfirîqet free kirine, berdane derve, digerin û tu kes li wan nanêre. Çima, çimkî di çanda wan de memik tenê memik e û qet bala wan nakşîne. De îca bi qasî çanda me ya li mi lo lo li mi lê lê li ser memika ewqas sitranên erotîk nehatine nivîsîn. Ez bi google earthê li hemu dinyayê geriyam û min dît, dizanim. Bifikirin ku Hesenê Metê çîroka Pêsîrên Dayê nivîsiye û bi qasî ku paparazziyên ji sîlîkona razî yên wêjeyê dibêjin heta niha çîroka herî pir hatiye xwendin ew e. Êdî çi derew çi rast guneh di stûyê weşanxaneyan de be.

Carna fikrekê eletewş, tewşomewşo û dînomîno tê bîra min lê zûzûka dişînim binhişê xwe ji bo ku ji bîr bikim. Offf, ecelê gotinê hat, ez ê bêjim temam;ku navê welatê me Memikîstan bûya wê ji zûûûûda kurdan ew ava kiribana. Herî zêde dengbêjên me li ser memikan destan nivîsîne. Gund bi gund, bajar bi bajar ji bo memikan geriyane û xwe bi qurbana memikan kirine, bê lome. Ka li kudera dinyayê ev gotin hene hûn û xwedê? A vaye ez ê li jêr çend mînakan binivîsim. “Ji êvarê hetanî mîla ber şeveqê destên min li binê serî, devê min li xal û xetên gerdanê, li serê memikên te ba.” ûn dibînin Şakiro çawa xwe bi xeyala memikan têr kiriye zalimo? Dîsa ji Şakiro; “Delalîka dilê min ji wê de tê, bi memikên xwe dilîze, min nepirsî delalîka’m bûk e an qîz e..”Haylololoooo îca ev çibû?

memik4
Ecêbêêê kes te nebîne, kesên ku bi anatomiyê nizanibin wê bêjin ên di paşila delalîkê de ne memik in, topên tenîsê ne. Hema carna ji paşila xwe derdixe û bi wan dilîze. “Ez ê Genc Xelîl pismamê xwe telîf kim alî malê, bila serê xwe deyne ser zendê min ê gewr ê kal e, sûretê xwe deyne ser memikên min ên xal e..” Belê xwendevanên hêja, ev jî ji alî Genc Xelîl Button ve hatiye xeyalkirin.

Di şûna jinikê de van ristan nivîsiye û e’dvêmqey bi saya van xeyalan 20-30 sal gênc bûye. “ji sibehê heta êvarê ez li ser sîng û berê wê bûm. Sîngê wê mîna zozanê Şerefdînê bû, lê diçêriyam mîna berxikekê têrnebûyî delal delaaal..” (ev jî ji min) Ayy, ez jî ketim bin tesîra wan û vaye bûm dengbêjeke nipînû. Çawa ku her kurd helbestvan tê dinê mumkun e ku her kurd dikare bibe dengbêj jî. Bi ya min dengbêjan gelek gotinên li ser memikan bi xeyalî gotine. Hema negihîştine memikan û bi dengbêjiyan xwe têr kirine. Belkî gelekan ji bilî memikên diya xwe tu memik nedîtibin jî.

Derdê negihîştina memikan ew dîn û har kirine û berdane dinyayê. Erê temam qala destan û bûyerên netewî yên kurdan jî kirine lê ji 10 sitranan 2 ev bûne, 8 jî li ser memikan bûne. Belkî jî wan 2 sitranan ji bo ku millet ji wan re nebêje tolaz gotibin kî dizane? Belkî hûn bêjin te pir şor (zêde) kir lê ez 40 salî me û 50 sal in lêkolînê dikim li ser vê mijarê, hûn mecbûr in ji min bawer bikin, piçekî ji keda min re rêzdarî plîîz. Piştî vê lêkolînê min navê dengbêja danî memikbêj. Ez bi Şakiroyê ku xwe bi memikan Şakiro û Fadilê Kufragî re li ser vî navî axivîm, ji min re gotin “axx, xwezî ev nav bihata bîra me lê vaye aqilê te têra hemû dinyayê dike heyatim.” Em hatin dawiya nivîsê lê hûn hîn jî dixwînin hey maşella ji sebra we re. Ka rabin ji xwe re çayekê bi qasî jinên kurd xweşik (tê gotin ku ev gotin ya Qasimlo ye lê qet nebawer im) vexwin û van tiştan ji bîr bikin. Çîroka me çû diyaran, kevir û kuçik li neyaran. Bijî serhildana memikan, bimrin bersing û sidyan. Ji qewlê meraşî û semsûriyan ve şawa we bimine xaaş.

Zeyneba Mala Zimzimyêlî

BasNuçe

About The Author