Wêjê wêjo û gêjomêjo

Kristin ÖZBEY

Silav, gulav û kulavên Glîdaxê, Qerejdaxê, Zagros û yên din. We go germ e germ eeee, ji sedema we zivistan wek qayyum hat ser payîza feqîr. Hêvîdar im ku hûn li ser cemedê bişemitin û qarçikî bibin.

Li vir wî zimandirêjê Rexnegiregirê Simbêlwêje, Pakîzeya Firaqşo, Zeyneba Mala Zimzimyêlî jî axivîn û ez nivîskara-ê hêja tenê mam. Vê carê jî guh bidin min ma çi dibe, ez 65234567788 sal in xizmeta zimanê kürdî dikim, heqê herî mezin ê min e, loma ez ê ji we re pirr kurt behsa xwe bikim. Ji kerema xwe re bêdeng bin û piştî vê axaftina min li ser feys meys twîtir miwîtiran pirsên eletewş ji min nekin. Na na, bêhna min ne teng e, ez ji rewşa wêjeya welatê xwe carcarna ditengijim loma wiha dibim. Ez çawa netengijim hewalino, ji bilî min kes tişkî xweş nanivîse, kes nizane binivîse, min wêjeya kurda ya ku di gorê de bû zindî kir. Helbest, çîrok û romana yekem min nivîsiye û aniye heta vê rojê, spas ji min re hezar caran.

Têkiliya min û wêjeyê wiha ye xwendevanên berxik; Êvarê ku xewa min neyê di cihê mîh-mêşina de pirtûkên xwe dijmêrim (hûn dizanin ku nêzî 100 heban pirtûkên min hene bênezer). Serê sibehê çavê xwe li edebiyatê vedikim. Dema ku xwarinekê dixwum edebî dixwim, şerabê bi edebî vedixwim, çixareyê bi wêjehî dikêşim, edebî difikirimmm. Dema cila li xwe dikim yên wêjehî lixwe dikim. Makyaja min wêjehî ye, jiyana min tijje wêje ye, yanê ez neferekê-î wêjeya kürdî me. Bawerim hûn jî ji derve de viya dibînin (di feys, înstagram û twîterê de dixwane kornebûnooo). Ku carekê din bême dinyayê dixwazim navê min deynin Wêjê-Wêjo û paşnav jî Bajo be.

Ez ji bo wêjeyê, wek wêjevanekê-î hatime vê dinyayê.  Dema ku hatime dinyayê pîrika (xesûya ciya min) min gotiye di destê te de pênûs-qelem hebûye. Li gor ciya min xesûya wê aqil avêtiye û derewa dike lê xweş derew e û min jê bawer e, çi ji we re?! Dema ku danuka bi serê min de kirine her tiştî dane ber min û min tenê pirtûkê-kitepê hilbijartiye. Diya min di şûna hevîr de pirtûkan li tendûrê dixe bifikirin û bihesidin surrealîstinoo. Hemmû malbata min wêjevan in. Kurê meta qîza xalê bavê min jî wêjevan e lê mixabin rojekê bi hezkiriya xwe re şer kiriye û hemmû nîvîsa avêtiye Çemê Murado.

Ji  bo min dinya wêje ye, wêje dinya ye. Diçim ber eynikê li xwe dinêrim dibêjim xwedêyooo, dema ku te ez anîm vê dinyayê te niha teqez gotiye min neheqî li kurdên din kiriye.

Kê roja ku ez nenivîsim, ew roj destên min dilerizin, çavê min dipirpitin, pişta min diricife fîlan. Dinivîsim, dinivîsim, rehet dibim. İmmm, çawa bêjim, weka ku avekê di bendavê (baraj) de kom bibe û di  ser re bavêje an jî qapaxê wê bêne vekirin hestên min dirijin ser defterê. Ayy limin ay, ev çi mînakek wêjehî bû gidî.

Di feys, twîter û înstagrama de binêrin, ez tim rûpelên wêjehî dişopînim, ji weşanxaneya min kîjan pirtûk derkeve an jî di kuderê de xweş behsa min kiribin bi we re parvedikim. Na na, her roj 876543223456 fotoya parvenakim û bela xwe di kesên ku ne di fikra min de ne nadim. Qey ez ewqas civatheza-ê ber tendûrê me wîî, hun xalosunasyona dibînin kurdinoo, hûn hemmû nexweşin, ez baş im ellawekîl. Hin kes dibêjin tu dixwazî bibî wekîl, başqan an xwe li ber dilê hinekan şêrîn bikî. Ê ka ez çi bêjim ji wan re, devê xelqê ne doxîna pîra min e ku bişidînim. Aaayy, ez hêrs bûm, ka hinekî xwe bavêjim bextê wêjeyê.

Îca hin kesan xwe neqayîl kirine û ji min re gotine tu nivîskar nîn î, nivîsqehr î. Belê, heta bi hetayê ez ê we biqehirînim. Yên ku min naecibînin bila werin serê xwe li pirtûkdanka min a ji dara guzê ye bixin. Devê min ê entel venekin wê niha çêr û dijun jê birijin haa.

Kesên ku dixwazin bibin mîna min bila qet li cihê bereday xwe newestînin, çimkîsî edebiyat şuxulekê pirr zor e. Encax yekê-î mîna min jîr û jêhatî ji heq were der. Xwendina bi milyonan pirtûkan û jêfehmkirin ne karê herkesî ye. Hun pirtûkên min bixwînin û pesnê min bidin bes e, peywira we jî ev e çavtujno.

Hinekên ku hedê xwe nizanin dipirsin, gelo ez şair-helbestvan im, çîroknûs im an romannûs im? Ez hemûnûs im hewalno. Çi lazim be ez wî dinivîsim. Na heyran na, li gor kêfa weşanxaneya xwe tiştan nanivîsim. Tew ez qet weşangerê-a xwe nas nakim. Hin xwedêlêxistiyan gotine du sê rojan carekê em bi hev re fotoyan dikêşin an jî ez parêzeriya weşangerê xwe dikim, ji binî derew in. Min li jor gotibû hûn hemu nexweş in û şaş in, ez baş im.

Niha ji bo we bendewar û çavlirêyan behsa xebatên xwe bikim; Ceribandinên min hene, 876434556 heb dosyeyên min hene, 9 milyon weşanxane li du min in. Ez edîtor û redaktorê-a (wek traktor e ev peyv sibhanellaa) xwe me çimkîsî mamoste û zimanzan im ez. A rast naxwazim van rojan ji min re bêjin mamoste ji ber ku van Romiyan mamosteyan dikin girtîgehê (piştî ohalê hûn dikarin bêjin canimlarno).

Biborin min hun gêjomêjo kirin lê dema ku mijar wêje be balatayê min dişewitin, frênê min diteqin û nikarim bisekinim. Spas ji bo sebr û deyaxa we. Bijî ez, tijî ez û xweşik ez.

Wêjwêjoka-ê Jixwehez

BasNûçe

About The Author